Pêncşem, 2 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dr. Hawar Şafiî: Desthilatdariya Tirkiyeyê dîn ji bo dagirkeriyê bi kar tîne
Kurdistan

Dr. Hawar Şafiî: Desthilatdariya Tirkiyeyê dîn ji bo dagirkeriyê bi kar tîne

Zanayê dînî Dr. Hawar Şafiî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê dîn bi kar tîne û got: “Divê em di rojên Înê de li dijî zilm û zaliman, bi taybetî li dijî dewleta Tirk ku êriş û dagirkeriyê li ser gelê me pêk tîne, rawestin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker êriş û dagirkeriya li ser axa Kurdistanê didomîne. Li hember êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê bêdeng û bêhelwest in. Têkildarî vê mijarê Dr. Hawar Şafiî ji ANF’ê re axivî.

 

Dr. Hawar Şafiî destnîşan kir ku êriş û dagirkeriya li ser axa Kurdistanê ne tiştekî nû ye, ji mêj ve dagirker hewl didin ku axa me dagir bikin û got: “Niha ku dewleta Tirk êriş dike, ev yek berdewamiya dagirkeriya wê ya dîrokê ye. Sedemeke herî mezin ew e ku gelê Kurd daxwaza azadî û serxwebûnê dike, gelê Kurd her tim li hember êriş û dagirkeriya dijmin derketiye.

Em nikarin bi tevahî bibêjin ku ev êrişa ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gelê me tê kirin, bi navê dîn tê kirin, rast e desthilatdariya Tirk dîn bi kar tîne, lê sekulerên Tirkiyeyê jî piştgiriya vê dagirkeriyê dikin. Di dînê Îslamê de ev yek ne rewa ye, dînê Îslamê tu carî piştgiriya dagirkeriya li ser miletên din qebûl nake, yê ku vê yekê bike tenê nûnertiya desthilatdariya xwe dike.”

Her wiha got: “Armanca Tirkiyeyê ji dagirkirinê ew e ku gelê me gelekî zindî ye, ew jî naxwaze ku gelekî zindî hebe. Pir ji berê ve gelek kesayetiyên şoreşger ji nav gelê Kurd rabûne, azadîxwaz ji nav rabûne, her dem bi wêrekî hewl daye ku bigihîje serxwebûnê. Ev desthilat dixwaze ku gel wek kole di bin desthilata wê de be, deng û hebûna wî tune be. Armanca wê ew e ku hişyarî û hebûna Kurdan ji nav bibe.”

Dr. Hawar di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dewletên dagirker cudahiyê naxin navbera zarokekî û kesekî asayî, bi her awayî komkujî û jinavbirina jîngehê pêk tînin û domand: “Ev êrişên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser axa me tên kirin, jîngeh û gundan jî ji nav dibin, ji ber ku ji gundan şaristanî belav bûye. Ji ber van êrişan xelk tê kuştin û koçber dibe, gund wêran dibin, li her cihê ku zilm û zordarî hebe, divê xelk bersiva wê zilm û zordariyê bide, divê xelkê wan deveran jî çekdar be da ku li dijî wê zilmê derkeve. Her kesê ku bi niyeta parastina axa xwe bê kuştin şehîd e, û gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê her dema ku zilm û zordarî hebûye, li dijî wê derketiye.”

Dr. Hawar amaje pê kir ku divê mamosteyên dînî û gel li dijî vê dagirkeriyê rawestin û wiha got: “Ew zalim kî dibe bila bibe, mamosteyên dînî çênabe piştgiriya wî bikin. Dînê me tu carî ne bi zaliman re ye, divê her kes li dijî zaliman raweste û rê lê bigire. Ji ber vê yekê, divê pêşengên mamosteyên dînî yên Kurd şoreşgerên Kurd bin, Qazî Mihemed û Şêx Seîdê Pîran û Şêx Mehmûdê Hefîd bin, ji ber ku wan xwe ji bo rizgariya gelê me kiriye qurbanî. Ji ber vê yekê, divê em di rojên Înê de li dijî zilm û zordaran, bi taybetî li dijî dewleta Tirk ku êriş û dagirkeriyê li ser gelê me pêk tîne, rawestin.”

Dr. Hawar Şafiî di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku bi her awayê ku dikarin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin û got: “Divê mirov bi her rêyekê, bi xwepêşandan û axaftinan, hetta bi parvekirinekê jî dikare li dijî dagirkeriyê raweste. Çênabe bandora partiyan wisa li me bike ku em piştgiriya zaliman bikin û li dijî mezlûman rawestin. Peyama min a dawî ev e ku her kesê ji gelê me ku li hember dijminan radiweste, bila li ser rêya şoreşgeran be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KELAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji milîsên HBDH’ê çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê
Nûçeya Pişt re Li ser rêya Şengal-Telaferê qezaya giran: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îranê li dijî Îsraîlê dest bi pêla duyemîn a êrîşa bi fuzeyan kir: 2 mirî, 21 birîndar

Îranê pêla duyemîn a êrîşan li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Fuzeyên ku saetên destpêkê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mûşê 3 jinên ciwan hatin binçavkirin

Di saetên êvarê de 3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ya Mûşê hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?