Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji sala 1945’an û vir ve partiyên Kurd ên li Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin: Dîroka têkoşîna me dîroka lehengiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şafak Aryen: Rêxistinbûna jin komînalîteya me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Elmanyayê çalakiyên 8’ê Adarê: Dema şoreşên jinan hat
Jin

Li Elmanyayê çalakiyên 8’ê Adarê: Dema şoreşên jinan hat

Li gelek bajarên Elmanyayê di çalakiyên ku bi sedema Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin de bal hate kişandin ser “şoreşa jinê” û hate gotin: “Em ê di têkoşînê de bi hev ve girêdayî, di berxwedanê de weke yekbûyî jiyaneke azad biafirînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarên cuda yên Elmanyayê ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mîtîng, meş û çalakiyên çandî hatin lidarxistin.

HAMBURG

 

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi hezaran kes bi şîara “Em têkoşînên femînîst ên enternasyonal bikin yek” daketin qadan. Çalakiya ku ji aliyê platforma 8’ê Adarê ya Hamburgê ve hate birêxistinkirin, li Landungsbrückenê bi performansa dansê û mîtîngê dest pê kir.

Di mîtîngê de nûnera Meclîsa Jinan a Rojbîn Leyla Kaya axivî û got: “Sala borî, her roj bi bîra me xist ku divê em li dijî her cure tundiya baviksalarî û kedxwariya kapîtalîst, têkoşîna xwe ya ji bo azadiya rastîn û azadiya xwe hîn bêtir xurt bikin. Kuştina jinan kêm nebû, şer jî wisa. Berevajî vê, Şoreşa Jinê ya Rojavayê ku ji bo têkoşînên azadiya jinê yên li seranserê cîhanê bû çavkaniya îlhamê, bi piştgiriya Rojava ji aliyê cîhadiyan ve rastî êrîşê hat. Di serê salê de dewama serhildana Jin Jiyan Azadî bi awayekî hovane hate tepisandin, bi hezaran û heta bi deh hezaran protestoker hatin qetilkirin. Encama şerê êrîşkar ê ku DYA û Îsrail li dijî Îranê dimeşînin ne diyar e. Baviksalarî li dijî me di êrîşê de ye da ku rê li ber vê bigre ku sedsala 21’an bibe sedsala şoreşên jinan û azadiya jinê. Lê belê gotin û daxwaza me tam ev e. Di Roja Jinan a Cîhanê ya îsal de em dibêjin: Dema şoreşên jinan hat. Em ê di têkoşînê de bi hev ve girêdayî, di berxwedanê de weke yekbûyî jiyaneke azad biafirînin. Jin Jiyan Azadî!”

FRANKFURT

 

Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê, bi banga Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E)-Hessen, Young Struggle, Yeni Kadın, ADKH, Latinas Unidas, Zora, RoR, Aufbau Frankfurt, Kommunistische Frauen, FKO û Feministische Vernetzungê bi sedan jin saet di 13.00’an de li Kaiserstrasse hatin cem hev.

Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê piştî mîtîngê meşek hate lidarxistin. Di çalakiya ku rengên jinên Kurd û çanda Kurdî mohra xwe lê xist de hate destnîşankirin ku tevgera jinên Kurd li Kurdistan û cîhanê pêşeng û hêza rêxistinkirî ya têkoşîna jinê ye.

HEILBRONN

 

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi meşekê hate pîrozkirin.

TJK-E ya Heilbronnê jî beşdarî meşa ku ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hatibû organîzekirin bû. Jinên ku li Kiliansplatzê kom bûn, ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Di meşa ku jinên Kurd jî bi sembolên xwe beşdar bûn de, her tim dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Frau Leben Freiheit” hatin berzkirin.

Jinên ku dîsa vegeriyan Kiliansplatzê, li vir mîtîngek li dar xistin. Di axaftinên ku li ser navê saziyên jinan hatin kirin de, tundiya pergala kapîtalîst a li ser jinan û pergala keda ya cudakar hate şermezarkirin.

BERLÎN

 

Li bajarê Berlîn ê Elmanyayê bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek û bernameyeke çandî hate lidarxistin.

Bi banga hevpar a saziyên jinan ên mîna Meclîsa Jinan a Dest Dan e.V., Jinên Ciwan ên Berlînê, Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd Cênî e.V., Ararat Berlin, Pudu HEPA, Meclîsa Jinên Êzîdî ya Berlînê, Gemeinsam Kämpfen Berlin, Komuna Jinên Ciwan a Enternasyonal a Berlînê û Korea Verbandê bi sedan jin beşdar bûn.

Jinên ku saet di 13.00’an de li Alexanderplatzê hatin cem hev, bi dirûşma Elmanî “Im Widerstand vereint schaffen wir das freie Leben” dest bi meşê kirin.

DUISBURG

 

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Duisburgê û Feministische Aktion Duisburg ve meşek hate lidarxistin.

Jinên ku saet di 16.00’an de li Duisburg-Dellplatzê hatin cem hev, li vir mîtîngek li dar xistin. Piştî ku di mîtîngê de deqeyek rêz hate girtin, beyannameya 8’ê Adarê hate xwendin. Piştî axaftinan jinan bi dirûşman dest bi meşê kirin û di dema meşê de belavokên xwe xwendin.

Di beyannameya ku di dema meşê de hate xwendin de, bal hate kişandin ser rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava de û hate destnîşankirin ku têkoşîna hêzên YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê mirovahî ji komkujiyeke mezin parastiye. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku statuya ku li Rojava hatiye bidestxistin, di heman demê de statuya wekhevî û azadiya jinan temsîl dike.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Liverpoolê meşa 8’ê Adarê: Têkoşîna jinan mezin dibe
Nûçeya Pişt re CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Enqereyê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê desteserkirina şaredariyan protesto kirin û gotin: “Em ê xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervîn astengiyan nas nake

Şervîn Elo tevî şert û mercên zehmet ên koçberiyê û astengiyan jî, hezkirina xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Welatên Ereb ji ber îhtîmala belavbûna şer amadekariyê dikin

Piştî êrîşa DYE'yê ya li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê, Bahreyn û Kuweyt li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE’yê Biratiya Misilman a Sûdanê wekî ‘rêxistina terorîst’ ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?