În, 24 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrişa li ser Hewlêrê: 3 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel li gel 91 parlamenteran ji CHP’ê îstifa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberê 18 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mayindebûna pêvajoya aştiyê bi gavên qanûnî yên bêne avêtin ve girêdayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûgana: Lozan destpêka rêze komkujiyên 1925-1938’an e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran kolberekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin
Rojane

Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

Hat diyarkirin ku Cejna Newroza 2026’an wê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” were pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Newroza îsal dê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê pîrozkirin. Deklarasyona li Amedê li Sumerparkê hate eşkerekirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç û nûnerên rêxistinê civaka sivîl û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç piştî deklarasyonê axivî û xwest Newroza îsal bibe Newroza yekitî, serkeftin û azadiyê. Kamaç, got ku dê îsal du cejnan bi hev re pîroz bikin û ev tişt anî ziman: “Hêvîdarin ev cejn bibin cejnên serkeftinê. Dîsa li ser Kurdan êrişên qirkirinê hene.  Li ser Rojava biryar dan, xwestin Rêveberiya Xweser tune bikin. Armanc, tunekirina destkeftiyên Kurdan bû. Gelê Kurd li dîaspora û her çar parçeyan bi ruhê yekitiyê rabû ser pêyan û pêşiya qirkirinê girt. Me li Rojava dît ka yekitiya Kurdan çiqasî girîng e. Heke Kurd bibin yek, hemû dinya jî êriş bibe ser nikarin tiştekî bikin. Niha di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de şer heye. Li ku derê şer çêbibe, li wir êriş dibin sr Kurdan. Newroza 2026’an dê ji bo Rojhilata Navîn bibe Newroza azadiyê. Ji bo gelê Kurd dê bibe Newroza yekitiyê. Gelê me bila bi ruhê Kawayê Hesinkar, bi ruhê Rojava vê Newrozê veguherîne Newroza azadiyê. Bila bibe wesîleya azadiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn. Lewma divê gelê Kurd di Newrozê de qadan tije bike.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê jî diyar kir ku di nava salekê de her tiştek pir bi lez rû daye û wiha axivî: “Meclisê biryara înkar û bişaftinê dabû. Lê niha çi bû? Bi îradeya birêz Ocalan bangek hate kirin. Îro Meclisê pirsgirêka Kurd veguherand peywira xwe. Me bi têkoşîn û berxwedanê bersiv da polîtîkayên înkar û bişaftinê û me anî Meclisê. Lêbelê partiyên siyasî jidil nêz nabin. Gelê me dê dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernede û dê vê rewşê jî biguherîne. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelê me ji ber êrişên ser Rojava dakete kolanan. Rojava, sembola yekitiya demokratîk e. Keziyên Denîz Çiyayê birîn û ji me re şandin. Lê belê ev kezî ji bo me bûn sembolên berxwedanê û her kesî keziyên xwe vehand. Têkoşîna me kir yek. Niha jî li Komara Îranê ya mirovan darve dike şer heye. Îsraîl îro êrişî wir dike û komkujiyan dike. Lê em dizanin ku daxwaza gelên Îranê wekhevî û demokrasî ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk, em nêzî azadiya me, azadiya jinê û azadiya birêz Ocalan kir. Statuya zimanê me, statuya Kurdistanê, stauya gelê Kurd daxwazên sereke yên gelê Kurd in.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî şerê li cîhanê bi bîr xist û got: “Em di rojên dîrokî de ne. Divê Kurd bibin yek. Heke Kurd bibin yek, dê ne agirê Newrozê vemire ne jî Kurd bên kuştin. Îro li Rojhilata Navîn hesabên nû hene. Her kes li ser Kurdan diaxive. Bila her kes bizane ku Kurd dê azadî û statuya xwe bi dest bixin. Bila ev Newroz bibe wesîleya yekitiya deokratîk a gelê Kurd. Qada Newrozê dê bibe ruhê yekitiya gelê Kurd. Em îro li Amedê bangî hemû Kurdan dikin; dem dema yekitiya Kurdan e. Em ji bo yekitiya Kurdan amade ne. Em 4 nînin. Em yek in. Agirê Newroza îsal dê bibe çiraya aştiyê.”

Di berdewamê de Bakirhan bi bîr xist ku Reber Apo bi banga 27’ê Sibatê re ev çiraye vêxistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewceye em vê çirayê geştir bikin. Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin. Bi yek dengî bibêjin aştî, azadî, aramî. Em di rojên pir dîrokî de ne. Şer, pevçûn û komkujî berdewam in. Kurd jî di nîva van pevçûnan de cih digirin. Duh dema li Iraqê, li Sûriyeyê şer diqewimî Kurd di rojevê de bûn û îro jî Kurd li Îranê di rojevê de ne. Lêbelê nîqaşên li ser Kurdan xelet in. Kurd, hêza çekdar a tu kesekî nînin. Mafên gelê Kurd hatine redkirin û heta niha jî têdikoşin. Dema ev hêzên hegemon nebûn jî Kurd her roj li qadan bûn, têdikoşiyan. Îro jî gelê Kurd ji bo yekitiya neteweyî, ji bo maf û azadiya xwe li her devera cîhanê têdikoşin. Êm biqasî tu caran nebûn niha hişyar û baldar in. Geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopînin. Îro li Rojhilata Navîn qedera me tê diyarkirin. Di vê pêvajoyê de em ê ne li ser maseyan bên xapandin ne jî bibin mertalê hêzên hegemon. Bi gelên xwe, bi ciwanên xwe, bi yên li dijî rejîma molayan derdikevin, bi yên dibêjin ‘jin, jiyan, azadî’ re, bi Farisên bindest, bi gelên Îranê re em ê têbikoşin û maf û statuya xwe misoger bikin.”

Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî got: “Duh aqilê me li ser Rojava bû û niha jî li ser Rojhilat e. Îsal ji bo Kurdan pir girîng e. Ji ber ku li vir pêvajoyek heye, li ser sînor jî şer. Gelê Kurd êdî li her çar parçeyan jî bêstatuyê qebûl nake.”

Ji Partiya Azadî Cemal Satî jî Newroza gelê Kurd pîroz kir.

Piştre jî vîdeoyeke ji peyamên Rêber Apo yên berê pêk dihat hate pêşandan. Di dawiya vîdeoyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Daxuyanî, bi gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn
Nûçeya Pişt re Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê Berxwedana Tişrînê heta dawiyê dewam bikin’

Serhad Reqa yê QSD'yî anî ziman ku Berxwedana Bendava Tişrînê dîrokî ye û destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

Tuncer Bakirhan di civîna gel de axivî û got: "Em li Îranê li rex wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kampa Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan greva birçîbûnê destpê kir

Xelkê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Êrişa li ser Hewlêrê: 3 drone hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozgur Ozel li gel 91 parlamenteran ji CHP’ê îstifa kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêzên Îranê kolberê 18 salî qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?