Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê konferansekê li dar dixe.
Piştî axaftina vekirinê di rûniştina yekemîn de semîner li ser mijarên “Siyasî û Hiqûqî” hatin dayîn û nîqaş hatin kirin.
Di rûniştina duyemîn de Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn li ser qada parastinê û Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî li ser mijara entegrasyonê semîneran dan û nîqaş hatin kirin.
Rûniştina duyemîn ji aliyê Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Ronahî Hesen ve hat birêvebirin.
Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn rola jin di parastinê de nirxand. Sarya Efrîn jinên têkoşer ên ji bo azadiya civakê û azadiya jinan şehîd bûne bi bîr anîn û Newroz li jinan pîroz kir.
Fermandar Sarya Efrîn got: “Ev şoreş bi pêşengiya jinan dest pê kir, jinên weke YPJ’ê erka parastina destkeftiyên jinan girt ser xwe. Ji tevahî neteweyan jinan cihê xwe di nav YPJ’ê de girt. Di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de, ku DAIŞ nûneriya hişmendiya mêr de bû bi hezaran hevalên me şehîd ketin. Ji bo parastina nirxê mirovahiyê me bi hestên xwe yên jin li ber xwe da. Em bi vê berpirsyariyê tev geriyan û me hewl da em bibin mînak ji bo jinên Kurd. Ev têkoşîna me ya bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dê bidome. Niha divê em van destkefiyên jinan biparêzin.”
Fermanar Sarya Efrîn bal kişand ser rewşa dawîn a şer li Sûriyeyê û wiha axivî: “Jinan têkoşînek mezin da meşandin, hêviya jinan da me ku em têkoşîna xwe bidomînin. Em li beramberî dayîkên şehîdan û kesên hatine dîlgirtin xwedî nêzîkatiyek rexnedayînê ne. Niha mijara entegrasyonê di nîqaşê de ye, QSD ketiye vê pêvajoyê. Em jî beşek ji QSD’ê ne û me plan kir em jî beşdarî entegre bibin. Lê mixabin hikumeta demkî erênî li vê temaşe nekir. Ji bo em di nava vê pêvajoyê de cih bigirin xebat hene û em di pêvajoya têkoşînê de ne. Em hişmendiya hikumeta niha dizanin. Dixwazin em ferdî beşdar bibin û vê jî bihelînin. Em têkoşîna xwe didomînin. Dibêjin divê jin nekeve nava artêşê. Divê em israra xwe bidomînin, em ne bendewar in ku kes maf bide me, em ê bi têkoşînê mafên xwe bigirin. Di qadên xwe de di parastinê de cih bigirin, ne tenê li qadên me li tevahî Sûriyeyê parastina jinan bikin. Ji bo vê em ê têbikoşin.”
Sariya Efrîn bi domdarî got: “Em yekîneyek wisan in ku li hemberî DAIŞ’ê mirovahî paras. Em ê di parastina Sûriyeyê de jî cihê xwe bigirin. Em ji hikumeta demkî ne bendewar in, em bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest bixin. Sûriye dê bê jin nebe. Divê em di tevahî qadên leşkerî, civakî û siyasî de ji xwe bawer bin ku bibin mînak ji tevahî Sûriyeyê re. Sekna jin a li Kurdistanê û cîhanê jî hêviyek mezin da YPJ’ê. Projeya me bi vî awayî ye. Bi hêza em ji jinan digirin berpirsyariyek mezin dide ser milê me.”
Piştî axaftina Fermandar Sarya Efrîn beşdarvanan li ser piyan dirûşmên “Bijî Berxwedana YPJ û Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Piştî axaftina Sarya Efrîn, Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî.
Foza Yusif diyar kir ku welat di nava agir de dijî û wiha axivî: “Yê herî zêde di nava vî agirî de bişewite jin in. Em di erdnîgariyekî de ne ku hişmendiya mêr serwer e û hêzên derve yên tên herêmê jî bi aqilê zilam tev digerin. Ev ne tenê bi Sûriyeye re sînordar e. Her ku tevlîhevî çêdibe bi me dest pê dike, lê piştre derbasî pêkhateyên din dibe. Mixabin hîn jî di herêma me de fikra em bi awayekî adil pirsgirêkan çareser bikin tune ye. Pergalên heyî ji bo jin û gelên xwe zordar in, ji bo destwerdanên derve vekirî ne. Li Sûriyeyê piştî 15 sal çi hat guhertin? Gelê Sûriyeyê çima rabû şoreşê. Sûriyeyê gelek şehîd dan. Bi milyonan mirov penaber bûn. Sûriyeyê êşeke mezin kişand. Daxwaza wan azadî û wekhevî bû. Lê mixabin şoreş hat istismarkirin. Ji bo wê jî şoreş bi dawî nebûye, heta armanc pêk neyê dê şoreş bidome. Mixabin di cîhana me ya îro de armanceke hêzên hegemon tune ye ku jin û gel azad bibin. Em weke gel û pêkhate divê em çawa mafên xwe biparêzin li ser rawestin. Tiştên di meha çileyê de pêk hat, destpêka tofana Rojhilata Navîn bû. Çima ji me dest pê kir, ji ber ev herêm bibû modeleke demokratîk. Ji bo wê jî ji vir dest pê kir. Vir ji bo jinan û gelan bibû hêvî. Xwestin vê hêviyê têk bibin. Me dixwest pirsgirêkan bi awayek demokratîk çareser bikin, lê ji bo Îranê eceleya wan hebû. Divê em jin vê pêvajoyê baş binirxînin, divê em çi bikin em baş bizanin. Çi kêm bû, divê em rexne bikin û rexnedayîn bidin. Xwestin hêviyên jinan û gelan di vir de bifetisînin. Berxwedanek mezin li dijî vê hat meşandin. Encama vê berxwedanê roleke mezin lîst. Vê hişt ku rê li komkujiyan bê girtin. Eger me li ber xwe nedaba, gelê Kurd ranebûya me wê mîna li Şengalê çêbûb, dûbare biba. Berxwedana hevalên me hişt ku gelê Kurd rabe ser piyan.”
Foza Yusif qala Peymana 29’ê Çileyê kir û wiha domand: “Ev tifaqa ku çêbû ne ku em jê razî ne, lê êriş pêk hat. Mezinbûyîna tofana çêbûyî, me xwe ji komkujiyê parast. Em bikarin xwe careke din birêxistin bikin û têbikoşin, ji bo vê derfetek e. Em ê bi rêbazên siyasî û hiqûqî têkoşîna xwe bidomînin. Entegrasyon têkoşîneke ji bo parastina maf e. Dikarin vê têkoşînê derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bikin. Pirsgirêka jin, demokrasî, azadî û edaletê pirsgirêka tevahî Sûriyeyê ye. Xalên entegrasyonê mijarên rawestandina şer, vegera koçberan, ziman, perwerde û leşkerî bû. Hinek ji van pêk hat. Lê hinek jî aloz e û pêk nehatiye. Yê pêk hat bi qismî leşkerî ye. Gel kesê ji bo rêvebirina Kobanê hatî diyarkirin, napejirîne. Divê ev kes ji aliyê gel ve bê diyarkirin. Hinek tayîn çêdibin bê ku agahiya parêzgarê Hesekê pê hebe. Mijara din jî ya jin mijarek sereke ye û pirsgirêkek pir mezin e. Heta niha yek jin nehatiye tayînkirin. Ya din vegera koçberan e, ya yekemîn çû lê koma duyemîn rawestiya. Em ê jî ji aliyê xwe de hewl bidin zû çareser bike. Divê gelê Serêkaniyê jî vegere, niha xebat tê kirin ku ew jî vegerin. Mînaka nasname bidin kesên biyanî ew jî neketiye meriyetê.”
Foza Yusif bal kişand ser wateya entegrasyonê û got: “Entegrasyon tê wateya beşdariya du aliyan. Nayê wateya aliyek tenê beşdar bibe, wê demê dibe bijşaftin. Divê dewlet jî xwe biguhere. Destûra hatî diyarkirin pir kêm e. Mînak divê gelê herêmê bi zimanê xwe bixwîne. Ev mafeke rewa ye. Mijara din jî mijara xwebirêvebirinê ye. Ev ne tenê ji bo herêmên Kurdî, ev ji bo tevahî Sûriyeyê pêwîst e.
Foza Yusif diyar kir ku hikumet di mijara jin de dibêje hinek sazî gel wan tune ye û wiha berdewam kir: “Wê demê divê ez sazî bên avakirin û yên li vir jî bidomin. Divê teqez wezareta jin çêbibe. Jin li vî welatî bi tundiyê re rû bi rû ne, mafê jin ê ji bo zarokan tune ye. Ji bo jin qanûnên pir paşketî ye. Ji bo wê jî mijara jin pirsgirêkeke civakî, exlaqî, aborî, siyasî ye. Mijara din a sereke jî YPJ’ê ye. Jin bê parastin nabe. Niha hikumeta demkî dibêje we karê xwe pêk anî û vegerin malên xwe. Gelo mîsogerî heye careke din êrişî jinan nekin. DAIŞ li herêmê êriş dike. Cîhan di nava agir de ye, em jin çima dest ji xweparastinê berdin. Em jî zindî ne û di cîhanê de tu zindî bê parastin nîne. Ne girêdayî pêvajoyan e. Em neçar in tedbîrên xwe bigirin, em nikarin xwe bikin berxê qurbanê. Di aliyê hiqûqî de, ji bo YPJ’ê, em qiyametê rakin. Em naçin mala xwe, dema me şoreş dest pê kir em ji bo azadiyê beşdar bûn. Her wiha saziyên jin li vir hene û divê ev jin xebatên xwe bidomînin û têbikoşin. Di rêveberiyê de divê hejmara jin bibe nîvî. Divê tevahî jin xebatên xwe xurt bikin. Bê têkoşîn kes li me guhdar nake. Ez pêşniyar dikim ku komîsyonek derkeve û nexşerêyekê diyar bike. Em ji bo saziyên jin, civakî, siyasî, YPJ’ê çi bikin xebatê bimeşînin.”
Piştî axaftina Foza Yusif nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin kirin. Hat diyarkirin ku divê tevahiya saziyên jin rûxseta fermî bigirin. Divê xebatên weke vê konferansê bidomin. Dayîkên ku beşdarî konferansê bûne gotin dayîk jî YPJ’ê ne. Jinên koçber jî diyar kirin ku ew nikarin bi van hêzên hikumeta demkî re bijîn, divê jin saziyên xwe ava bikin.
Wê konferans bi encamnameyê bi dawî be.

