În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand
Rojava

YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

YPJˊê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand û got, "Em di kesayetiya hevrêyên xwe Koçerîn, Şîlan û Kînda careke din soza pekanîna armancên hemû şehîdên azadiyê nû dikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê şehadeta 3 hevrêyên xwe aşkera kirin û soza şopandina rêça wan heta serkeftinê û Kurdistana azad da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Şoreşa azadiyê, bi saya qehremanên ku hebûna xwe ji bo welat feda kirine, her roj mezin dibe û ber bi serkeftinê ve dimeşe. Dîroka azadiyê ya Kurdistanê, dîroka afirandina ‘Mirovê Azad’ û ‘Civaka Azad e’. Ji bo parastina nirxên civakî û mirovî şervanên azadiya welat herdem bi ked û azweriyeke bê hempa têkoşiyan. Hevrêyên me Koçerîn Lavînya, Şîlan Canfeda û Kînda Brûsk jî biryardariya azadiyê dane nîşandan û li hemberî planên kirêt canê kirin mertal. Bi rûhê xwe yê fedayî heta henaseya xwe ya dawiyê ber xwe dan, têkoşiyan û tevlî karwanên nemiran bûn. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber Apo re, malbatên hevrêyên xwe yên hêja û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Şervanên YPJ’ê, bi fedadakariyeke bêhampa bi helwest û keda xwe xwedî li tekoşîna jinên cîhanê û tevahî jinên kurd derketin. Di sedsala 21’emîn de ji bo bi destxistina azadiya civakî wêrekiyeke ku dane nîşandan serfiraziya civakên azadîxwaze. Jinan tu carî dagirkerî û destwerdana li ser xaka xwe qebûl nekirin û li hemberî wê jî xwe rêxistin kirin û serînetewadin. Jinan herdemê ji bo azadiya civakan berdelên giranbûha dan. Bi taybet bi Şoreşa Rojava re tekoşîna jinên azadîxwaz cardin rûh qezenç kir. Li hemberî polîtîkayên jinan tune dihesibîne û nasnameya jinan qebûl nake, YPJ xwedî helwest û biryardariyeke xûrt e.  Ji ber wê jî YPJ li hemberî her cûre êrîşên ku li ser azadiya jin û civakê tê kirin, bi rûhê Rindexan û Bêrîtanên demê têdikoşe. Di hema Çilê de di çarçoveya plangeriyeke xedar de li ser gelê Sûrî û Rojava êrîşn tune kirina îradeya gelan hate pêkanîn. YPJ jî di eniyên herî pêş de  ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jin çeper girt. Hesabên li ser herêmê hate kirin, rastî biryardariya parastina şervanên azadiya welat hat.

Nurcan Başak bi nasnav Koçerîn Lavînya di sala 1986 li Sêrt di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbata hevrê Koçerîn li herêmê ji ber sekna xwe ye welatparêziyê tê nasîn û di oxira doza azadiyê de gelek berdelên giranbûha didin. Tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê di têşe girtina kesayeta fermandar Koçerîn de dibe hemaneke giring û diyarker. Bavê hevrê Koçerîn di tekoşîna li hemberî pergala qirkirker de xwedan helwest bû û ji ber wê jî di sala 1992’an de ji aliyê pergala qirker ve tê hedef girtin û şehid dibe. Hem şahadeta bavê wê û hem jî bi tevahî welatparêziya herêmê li ser Fermandar Koçerîn bandorek mezin dike. Di sala 2007’an de hevrê Koçerîn ji bo azadiya gelê xwe bi avayekî çalak dest bi xebatan dike. Hilbijartina rêka azadiyê di jiyana hevrê Koçerîn de deriyên nû yên jiyanê vedike.

Bi pêşketina Şoreşa Rojava re hevrê Koçerîn berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û di sala 2015’an de di nava refên YPJ’ê de cihê xwe digre. Bi kesayeta xwe ye gêhîştî û xwedî sekin di demek pir kûrt de, di pîvanên azadiya welat û jin de xwe şareze kir. Kesayeta xwe li ser esasê ramanên Apoyî perwerde kir û di nava hevrê yên de bû çavkaniya morale. Koçerîn her kêliya jiyana xwe bi felsefeya jiyana azad jiya û weke milîtaneke pêşeng a xeta azadiya jinê di eniyên pêş de cih girt. Hevrêya me Koçerîn, her tim li dijî pergalên serdest ên ku cewherê mirov û civakê hildiweşînin, eniyeke herî radîkal a ramanî û bîrdozî pejirand. Ji roja ku gavên xwe yên yekem avêt nav refên şoreşê û vir ve, bi dilsoziyeke mezin, bi dildarî û bi rûkeniya xwe ya ku tu carî ji rûyê wê kêm nebû, di dilê her hevalekê de cîhekî mezin girt. Weke fermandareke jin di eniyên şer de bi rûhê qehremantiya serdemê rê neda êrîşên komên çekdar. Dema ku komen çekdar li Derhafir pey dek û dolaban bûn,  Fermandar Koçerîn û hevrêyên wê Şîlan û Kînda bi vîna ji pola û bi baweriyeke mezin bersiva êrîşên van komên çekdar dan. Eniyên şer, şahidiya hênaseya berxwedêr ya Fermandar Koçerîn kir. Wê li hemberî hemû bêbextiyan, xeta berxwedanê ya Apoyî parast û heta dilopa xwîna xwe ya dawî tawiz ji rûmeta gelê xwe neda. Fermandara me Koçerîn, mînak û pîvana mîlîtantiya demê ye. Hevrêya me Koçerîn Lavînya di dîroka 16’yê Çileya 2026’an ji bo ku nekeve destê çeteyan bi bombeya xwe çalakiya fedayî kir, tevlî karwanên nemiran bû.

Mihrîban Şorli bi nasnav Kînda Brûsk, li ser koka çand û berxwedana Serhedê, li Mûşê mezin bû. Wê ji zarokatiya xwe ve rastiya polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê ya li ser gelê xwe nas kir û li dijî vê sîstemê, biryara herî radîkal a jiyanê da. Ev pêngav, ji bo Heval Kinda tenê destpêka şerekî fîzîkî nebû; ew veguherînek bîrdozî û felsefî ya kûr bû. Hevrêya me Kînda, bi sekna xwe ya îdeolojîk nîşan da ku şoreşgerî di her şert û mercî de afirandina jiyana nû ye. Têkoşîna hevrê Kînda, di xeta îdeolojîk a tevgera azadiyê de xwedî taybetmendiyên herî pîroz û mînak e. Wê li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên ku dixwazin Kurdistanê bê nasname bihêlin, ala azadiyê her tim li ba kir û bû dildara herî mezin a azadiya welatê xwe. Heval Kinda di her qada ku lê ma bi taybetmendiyên xwe yên bi kedkar, durust û dilnizm hat naskirin. Ji bo wê, her wezîfe û erka şoreşgerî pîroz bû. Wê zor û zehmetiyên jiyanê bi kenê xwe yê şoreşgerî û vîna xwe ya pola parçe kir. Hevrêya me Kînda Brûsk di dîroka 17’ê Çileya 2026’an li Dêrhafirê di pevçûneke dijwar  a li dijî komên çekdar de bi lehengî şer kir û tevlî karwanên nemiran bû.

Em ê di rojên pêşiya me de di derbarê hevala xwe Şîlan Canfeda ku bi rûhekî qehremaniya serdemê,  ji bo nekeve destê dijmin bi bombe xwe ye çalakiya fedayî kir jî agahiyan ji civak û raya giştî re parve bikin.

Em di kesayetiya hevrêyên xwe Koçerîn, Şîlan û Kînda careke din soza pekanîna armancên hemû şehîdên azadiyê nû dikin. Em weke YPJ bi biryar in ku em ê bibin şopdarên hevalên xwe. Çeka ku wan li pey xwe hiştiye wê tu carî li erdê nemîne û ala têkoşînê ya ku wan radestî me kiriye, em ê heta serkeftinê bilind bikin.  Em ê ji bo Kurdistanek azad û Rêbertiya azad herdem têbikoşin ta ku serkeftina gelê me mîsoger be.


Nasnav: Koçerin Lavinya

Nav û paşnav: Nurcan Başak

Cih û dîroka jidayikbûnê  : 1/6/1986

Navê dayikê : Ayşe

Navê bav : Ali

Dîroka şehadetê : 16/1/2026 

Nasnav: Kinda Brusk

Nav û paşnav: Mihriban Şorli

Cih û dîroka jidayikbûnê  : 1/1/1998

Navê dayikê: Munasip

Navê bav: Mehmet Seid

Dîroka şehadetê : 17/1/2026.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karwana Dayikan a ku ji Heilbronnê derket rê li Darmstadtê hat pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bahçelî: Banga ku ji Îmraliyê hat ji serî heta binî girîng û hêja ye

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî banga Rêber Apo nirxand û wiha got, “Banga ku ji Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

13 kesên ku xespkirina îradeyê protestokirin hatin girtin

Li Wan û Bedlîsê di serdegirtina malan de kesên hatibûn binçavkirin, 13 kes bi hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

Huner serpêhatiya me ya herî bedew e (1)

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kamûran Reşîd: Polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan êrîşa li ser rûmetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Elmanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?