Rapora ku komîsyona li meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade kir, li qada siyasî zemîneke nîqaşê ya girîng ava kiriye. Lê belê ji ber ku ev nîqaş venaguhere gavên şênber, bi taybetî jî desthilatdarî xwe ji sererastkirinên qanûnî vedigire, li ser samîmiyet û cidiyeta pêvajoyê fikar rû didin.
Bi taybetî bang li dewletê tê kirin ku statuya Rêber Apo bi şênberî diyar bike û rexne lê tê kirin ku gavên divê ji bo pêvajoya çareseriyê biavêje dereng dixîne.
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
‘BENDEWARIYA GEL MEZIN E, JI DEWLETÊ DENG NAYÊ’
Yilmaz Hûn anî ziman ku ji bo rêveçûna pêvajoyê aliyê Kurd berpirsyariya xwe bi cih aniye, lê belê dewlet hîn jî li ser polîtîkaya “bisekine-bibîne” israr dike û got, “Piştî 27’ê Sibatê hin bûyer qewimîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên şênber avêt. Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe ya ji dest hat, kir. Birêz Abdullah Ocalan ji bo bingeha vê yekê amade bike û bi pêş ve bibe, çi ji destê wî hat, bi cih anî. Bêguman li aliyê dewletê, gavên dihate hêvîkirin nehate avêtin. Gavên şênber hîn nehatine avêtin. Ji bilî komîsyona li meclîsê hate avakirin pêşketineke şênber nebû.”
‘DIVÊ FIKRÊN BIRÊZ OCALAN YEKSER BIGIHÊJE CIVAKÊ’
Hûn destnîşan kir ku Rêber Apo mîmarê çareseriyê ye, dewlet jî vê rola wî di asta muxatabiyê de qebûl dike û diyar kir ku pêvajoyek eger di nava tecrîdê de bê meşandin wê bixitime. Yilmaz Hûn got, “Yê ku ev pêvajo ava kir, paradîgmaya vê pêvajoyê afirand Birêz Ocalan e ku li nava gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê cihê xwe diyar e. Piştî têkoşîna 54 salan dewletê ev yek dît; ji ber ku muxatab wergirt. Gelê Kurd di wê baweriyê de ye ku bi tecrîdkirina Birêz Ocalan an jî bi hin hevdîtinan ev pêvajo nikare bê meşandin. Divê fikrên Birêz Ocalan karibe yekser bigihêje civakê. Pêwîste karibe yekser bi civakê re nîqaş bike; bi rojnamevanan, felsefevanan, zanyaran, bi muxatabên xwe yên li nava dewletê re nîqaş bike. Girîng e ew tecrîda qismî ya li ser wî bê rakirin. Şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe lê bi hêsanî bixebite û pêvajoyê bi pêş ve bibe, pêwîstî ye, jiyanî ye.”
‘DIVÊ ŞAŞITIYÊN RABIRDÛYÊ NEYÊN DUBAREKIRIN’
Hûn bi bîr xist ku pêvajoya diyalogê ya navbera salên 2013 û 2015’an ji ber nebûna zemîna qanûnî têk çû û destnîşan kir ku çareserî tenê bi çarçoveyeke hiqûqî ya mayinde dikare pêk were.
Yilmaz Hûn got, “Divê daxwazên gelê Kurd hemû di çarçoveyeke qanûnî û destûra bingehîn de bêne garantîkirin. Ne bi gotinên devkî yan jî demkî; lê mafên nasname û paşerojê divê bi qanûnî û destûra bingehînî bêne garantîkirin. Di vê nuqteyê de ku em gihîştinê her tişt bi de facto dibe. Hevdîtin têne kirin; baş e, heyetên me diçin, dewlet hevdîtinê dike lê belê statuyeke qanûnî ya van hevdîtinan nîne. Di pêvajoyên beriya niha de jî heman tişt qewimî bû; di salên 2013, 14 û 15’an de. Piştre jî weke ku qet pêvajoyek tine bû nêzîkatî hate nîşandan. Ji ber ku di wê pêvajoyê de garantiyên qanûnî tine bûn.”
‘JI BO MÎSYONA BIRÊZ OCALLAN ÇARÇOVEYA QANÛNÎ ŞERT E’
Yilmaz Hûn ji bo garantiya pêvajoyê işaret bi “zelalî” û “statuya qanûnî” kir û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Ji bo garantiya pêvajoyê, ji bo avakirina wê divê rewşa Birêz Ocalan di çarçoveyeke qanûnî de bê bicihkirin. Hemû hevdîtinên dike, sîstema ku ava dike li raya giştî vekirî û zelal be. Ji ber ku civak vê dipejirîne. Rol û mîsyona Birêz Ocalan gelekî mezin e. Yê ava dike ew e û ji bo pêşvebirina wê jî divê Birêz Ocalan xwedî derfetên karkirinê yên hêsan û garantiya qanûnî be.”

