Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku duh komeke pisporên Tirk di bin parastina hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê de gihîştin gundê Cebel Hemam a gundewarê Minbicê, dûre berê xwe da herêmên Xefse û rêya Cerablusê. Piştre wan li şûnwaran geriyan.
SOHRˊê da zanîn ku di 18ˊê Nîsanê de komek çekdar nêzî 250 kesî tevî aliyên îstîxbaratî yên girêdayî Tirkiyeyê û pisporên Tirk çûn bajarokê Til Eren ê piranî Kurd ku li rojhilatê Helebê ye û derdora cihekî ewlehî dorpêçeke ewlehî pêk anî, gule bi hewa de avêtin ku sivîl bi dûr bikevin.
Wan koman bi alavên nûjen cihê şûnwarî koland.
SOHRˊê destnîşan kir ku hin ji şêniyên herêmê ji derdora cih hatin bidûrxistin û li gelekan jî heqaret hat kirin.
Li gorî SOHRˊê kiryarên lêgerîna şûnwaran heta roja dîtir pêk hat û gelek sendoqên etîka tê de derxistin.
Şêniyan banga lêpirsîna bilez û hesabxwestinê kir û daxwaz kir ku cihên şûnwarî werin parastin.

