Xelkê bajarê Girkê Legê û malbatên dîlgirtiyan bi xwepêşandanekê daxwaza berdana zarok û xizmên xwe kirin.
Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat bi tevlêbûna girseyî û bi hildana wêneyên dîlgirtiyan û pankartên banga berdana wan dikin dest pê kir.
Şênî li kolanên sereke geriyan û diruşmên berdana dîlgirtiyan û şermezarkirina berdewama dîlgirtina wan berz kirin.
Li Sûka Navendî xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Tevgera civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xense Hadî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bûyerên dawî yên rû dan û peymanên li gorî wê hêzên herêmê cihê xwe ji nû ve girtine hêzên hikumeta demkî û komên girêdayî wê pabend nabin.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber bûyerên dawiyê gelek şervan û sivîl hatin dîlgirtin, li gorî peymanê diviyabû heta niha dîlgirtî nebûna û tavilê bihatana berdan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev welatê hemûyan e, gelê herêmê di dirêjahiya dîrokê de bi hev re jiyand dike û tu kes nikare vê yekê înkar bike û tu hincetek jî ji bo berdewama dîlgirtina van kesan nîn e.
Di dawiyê de bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin ku bilez tevahî dîlgirtiyan berde.

