Li Swîsreyê, di 14ê Hezîranê de referandûma bi navê “Bila nebe welatekî 10 mîlyon kesî” wê were lidaristin. Pêşniyara ku ji hêla Partiya Gel a Swîsreyê ya populîst a rastgir ve tê piştgirîkirin, armanc dike ku pêşî li nifûsa welêt bigire ku heta sala 2050’an 10 milyonî derbas nebe.
Li gorî metnê, dema ku nifûs nêzîkî 9,5 milyonî bibe, ji bo koçberiyê sînordar bike wê hikûmet tedbîran bigire .Di vê çarçoveyê de di qadên wekî koçberî û yekbûna malbatê de wê sînorkirin tpkeve rojevê.
ÎDÎAYA KU ‘KONTROL HATIYE WINDAKIRIN’
Piştgirên hewldanê diyar dikin ku koçberî bi salan e “bê kontrolî” zêde bûye û ev jî zextê li ser welat çêdike. Qerebalixî, krîza xaniyan, tengaviya veguhastinê û lêçûnên civakî di nav argumanên sereke de ne.
Her wiha tê îdîakirin ku zêdebûna nifûsê hewcedariya koçberiyên nû çêdike û “çerxek bêsûd” diafirîne.
HEKE KOÇBERÎ RAWESTE ÇI DIBE?
Tevî parlamento û hikûmeta Swîsreyê gelek partiyên siyasî û aboriyê li dijî vê hewldanê derdikevin. Li gorî rayedaran, aboriya welat bi taybetî jî di aliyê hêza kar de bi koçberiyê ve girêdayî ye.
Li gorî şîroveya li ser medyaya RTS ya Swîsreyê, koçberî tenê nifûsa Swîsreyê zêde nake, di heman demê de pîrbûnê jî hêdî dike. Heke koçberî nebûya hejmara mirovên ku li welat dixebitin wê pir kêm be û hejmara teqawîdbûyan jî wê pir zêdetir be; ev rewş wê rasterast bandorê li ser AVS û prîmên sîgortaya tenduristiyê bike.
Heke ev hewldan were pejirandin, peymana tevgera azad a bi Yekîtiya Ewropayê re wê bikeve xetereyê û ev yek wê peymanên din ên dualî jî bixe xetereyê.
Derdorên aborî hişyarî didin ku ev yek wê rê li ber mezinbûna pirsgirêka hêza kar, zêdebûna burokrasiyê û hêdîbûna mezinbûnê veke.
ENCAMÊN NE DIYAR
Li gorî pisporan heke hewldan were pejirandin tedbîrên ku wê werin bicîhanîn hîn ne diyar in. Lê di nava encamên gengaz de wê polîtîkayên koçberiyê tundtir bibin û di têkiliyên bi Ewropayê re gengeşî derkevin holê.

