Gerînendeyê Têkiliyên Giştî ya Desteya Giştî ya Gumrik û Dergehan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Mazin Elûş da zanîn ku cenazeyên 76 welatiyên Sûriyeyî yên li Lubnanê dimane ku di êrişên Îsraîl û Hizbullahê de hatine qetilkirin gihîştin Sûriyeyê.
Elûş ji SANAˊyê diyar kir ku ji destpêka Adarê ve 180 cenaze derbasî Sûriyeyê bûne, di nav wan de 76 Sûriyeyiyên ku di êrişên êrişên Îsraîlê û Hizbullahê de hatine qetilkirin. Ji wan cenazeyan 37 di deriyê Cidêdit Yabos û 39 jî di deriyê Cosiyê re hatine derbaskirin.
Di çend hefteyên borî de, ji ber tevlêbûna Hizbullaha Lubnanê di şerê navbera îsraîl-Amerîka û Îranê de êrişên dijwar li dijî Lubnanê pêk anîbûn.

