Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan îro li Girtîgeha Mezinan ya Hewlêrê serdana rojnamevan û çalakvan Şêrwan Şêrwanî kir. Desteyê têkildarî serdanê daxuyaniyek da û ragihand ku rêveberiya girtîgehê du daxwazên Şêrwanî red kiriye.
Daxuyaniya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan wiha ye;
“Şêrwan Şêrwanî du daxwazên sereke ji tîma desteya me kir ku ew jî wiha bûn; Li gorî qanûn û rêbernameyan destûr were dayîn ku ew biçe serdana malê bike. Ger daxwaza yekem neyê bicîhanîn, wî daxwaz kiriye ku wî veguhezên Girtîgeha Mezinan ya Silêmaniyê. Her wiha gotiye tîma me ku eger ev daxwazên wî werin bicihanîn ewê dawî li greva birçîbûnê bîne.
Rêveberiya girtîgehê û aliyê yasayî yê Girtîgeha Mezinan ya Hewlêrê daxwaza wî ya ku ‘ew bi destûr biçe malê’ red kirine. Derbarê veguhestina wî bo Girtîgeha Mezinan ya Silêmaniyê de, rêveberiya girtîgehê got ku veguhestin dê li gorî cihê rûniştinê yê malbatê be. Ji ber ku mala mehkûm li Hewlêrê ye, ne li Silêmaniyê. Lewra daxwaza wî ya veguhestinê ji aliyê komîteya peywendîdar ve hat redkirin.
Wekî erkekî mirovî û pîşeyî, emê vê dozê û hemû dozên din yên li navendên girtîgehan ji nêz ve bişopînin, da ku bicîhanîna qanûnê û parastina rûmet û mafên bingehîn yên mehkûman misoger bikin. Emê bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Rêveberiya Girtîgehan re di nav têkiliyan de bin heta ku em bigihijin encamek qanûnî ya rast.”

