Bi hezaran kes li dijî talankirina ekolojîk daketin qadan. Mîtîng bi dirûşma “Em xwedî li xweza, av û xaka xwe derdikevin” pêk hat. Beriya mîtîngê meşek bi beşdariyeke berfireh hate lidarxistin.
Di meşê de ku ji xaçerêya Belavkirina Elektrîkê ya Gola Wanê (VEDAŞ) heta pasaja şaredariyê hate lidarxistin, dirûşmên “Bijî berxwedana Gimgimê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrîn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîsta TJA’yê Sabahat Tûncel, parlamenterên ji partiyên siyasî yên cuda, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek parêzvanên hawirdorê tevlî meşê bûn.
PEYAMA JI BERXWEDANA AKBELENÊ
Di Mîtîngê de nameya berxwedêra Akbelenê Esra Işik hate xwendin ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê ragirtî ye. Esra Işik di peyaman xwe de işaret bi girîngiya piştevaniyê kir û ji bo mezinkirina têkoşîna ji bo xwezayê bang kir.
DBP: GIMGIM WARÊ BERXWEDANÊ YE
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku xelkê Gimgimê xwedî li xwezaya xwe derdikeve û got, “Ev der warê têkoşîn û berxwedanê ye. Em ê nehêlin ku Gimgim ji me bê standin.” Gulistan Kiliç Koçyîgît nerazîbûn nîşanî projeya Santrala Elektrîkê ya Jeotermal (JES) da û got, wê li ber radestkirina qadên xwezayî ji şîrketan rabin.
EMEP: GIMGIM ÎRO BÛYE NAVÊ BERXWEDANÊ
Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca jî destnîşan kir ku têkoşîna li dijî projeyên maden û enerjiyê tê meşandin li seranserê welêt mezin bûye û got, “Gimgim îro bûye navê berxwedana li dijî şîrketa enerjî û madenê.”
SAKIK: EM Ê BI SER BIKEVIN
Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik peyama yekîtiyê da û got, “Yekîtiya me li çar aliyên cîhanê şewq dide. Silav ji berxwedêran re. Berxwedana me wê bi ser bikeve, em ê bi ser bikevin.”
TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz destnîşan kir ku pêwendiya têkoşîna ekolojîk bi têkoşîna azadî û civaka demokratîk re heye.
Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû jî anî ziman ku talankirina xwezayê û tundiya li hemberî jinan berhemê heman mejî ye.
Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Kezban Konûkçû jî nerazîbûn nîşanî projeyên şîrketên biyanî da û diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo xwezayê dewam bike.
Aktîvîsta TJA’yê Sabahat Tûncel jî ragihand ku têkoşîna li dijî hilweşîna ekolojîk wê dewam bike û got, “Em ê xwedî li xweza, nasname û qadên xwe yên jiyanê derkevin. Em ê jiyaneke ekolojîk û azad bi hev re ava bikin.”
Piştî axaftinan mîtîng bi stran û govendê bi dawî bû. Girseya gel bi dirûşma “Bijî berxwedana Gimgimê” ji qadê çû.

