Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgeha Yezîd a Îranê û zextên Îranê raporek belav kir.
Di raporê de hate ragihandin ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a cezayê heta hetayê lê hatî birîn, tevî sê girtiyên siyasî yên din Perîsa Kemalî, Dr. Hemîd Qerehesenlû û Hecet Elîzadgan ê di girtîgeha Yezidê de xirab e û rê nadin ku werin tedawîkirin.
Hate diyarkirin ku her diçe rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan ku girtiya jin a siyasî ya herî kevin e, xirabtir dibe. Zeyneb Celaliyan ji sala 2007’an ve di girtîgehê de ye û bi salane bi nexweşiyên giran re têdikoşe.
Malperê da zanîn ku têkiliya girtiyan a bi malbatên wan re hatiye qutkirin, zextên ewlehiyê zêde bûne, pêşveçûna doza hinek ji wan bi hinceta windabûnê di rewşeke nediyar de hatiye hiştin ku ev rewş jî jiyana wan xistiye metirsiyê.

