Yek ji bajarên ji çandên cuda yên Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê, li gel salên dûr û dirêj hîn jî di bin zexta giran a şer û koça ji neçarî de ye. Peymana ku di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hate îmzekirin ji bo çareseriyê xwedî sernavên girîng e. Peymanê bi taybetî bal kişandibû ser bajarên Kurdan ên dagirkirî.
Yek ji xalên herî krîtîk ên vê peymanê ew bû ku li bajarên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî dawî li dagirkeriyê bê anîn û gel bi rengekî ewle li warê xwe vegere. Lê belê li gel dema di ser re derbas bûye jî ev xal hîn bi temamî bi cih nehatiye anîn.
Xelkê Serêkaniyê li benda wê rojê ye ku li bajarê xwe vegere.
Serêkaniyê yê li Kantona Cizîrê ye, cîranê navçeya Serêkaniyê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Di herikîna dîrokî de ji ber çavkaniyên xwe yên avê, xaka xwe ya berhemdar û rewşa xwe ya stratejîk a li ser rêyên bazirganiyê her tim bû cihekî girîng. Kurd di serî de Ereb, Ermen, Asûr-Suryan, Çerkez û Çeçen bi hev re lê diman. Bi vê avaniya xwe ya civakî xwedî dewlemendiyeke çandî bû.
Serêkaniyê di salên 2012-2013’an de li dijî El Nûsrayê, di salên 2014 û 20215’an de jî li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe da. Bajar di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin û ji hingî ve demografiya wê hate guhertin û hilweşîneke mezin lê bû. Binesaziya Serêkaniyê, Girê Spî û gundên wê bi giranî hilweşiya; xizmetên av, elektrîk û tenduristiyê bêkêr bûn. Bi taybetî li gundên ku piraniya nifûsa wan Kurd bûn mal hatin hilweşandin yan jî xisar lê bûn. Piştî koçberiya ji neçarî bi deh hezaran malbatên van herêman li kampên Waşokanî û Serêkaniyê yên li Hesekê hatin bicihkirin. Beşek ji wan jî li Kobanê û Til Temirê belav bûn. Hinek ji wan jî neçar man ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û li dibistanan bi cih bûn.
Li şûna şêniyên resen ên bajêr malbatên komên çete ji herêmên Gûta ya Rojhilat, Hûms, Dêrazor û Derayê hatina nîn û li gel hin malbatên Ereb li herêmê hatin bicihkirin. Piştî dagirkeriyê, di nava çend salan de ji nifûsa Kurdan a ji 70 heta 80 hezar kesî ya li Serêkaniyê tenê 45-50 hezar kes mane.
Raporên Rêveberiya Xweser û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî koçberiya bi darê zorê, girtinên bi kêfî, bûyerên revandinê û desteserkirina milkan radixe pêş çavan. Gelek kesên ku dixwazin vegerin malên xwe bi hinceta ewlekariyê nikarin, an jî pere ji wan tê xwestin.
Li aliyê din, her çend tê gotin ku hin komên çete yên weke “Ehrar El Şerqiye” û “Ceyş El Îslam” xwe ji Serêkaniyê vekişandine jî tê ragihandin ku hîn jî li herêmên ji baregeh û nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk hene. Her wiha tê gotin, hin komên çete jî tenê kincê xwe guhertine û di nava hêzên HTŞ (Heyet Tehrîr el Şam) de cih girtine.
Rêya Bejahî ya M4 a navneteweyî ya navbera Hesekê û Helebê, ku nêzî Serêkaniyê ye, bi koordînasyona Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê di 10’ê Adarê de jinûve li çûn û hatinê vebû. Piştî vekirina rêya bejahî tedbîrên ewlekariyê yên hevpar ketin dewrê. Ev gav ji bo amadekirina bingeha vegera gengaz weke qonaxeke krîtîk tê dîtin.
Di heman demê de ji bo birêxistinkirina vegera koçberan komîteyek ji aliyê Şamê ve hate avakirin ku ev yek nîşan dide, hewldanên dîplomatîk zêde bûne. Herî dawî di 21’ê Nîsana 2026’an de bi beşdariya Walî Nûreddîn Ehmed li Hesekê hevdîtinek hate kirin û mijarên li ser vegera bi ewle ya koçberan, ewlekarî, tenduristî, perwerde û çavkaniyên debarê hatin nirxandin.
Lê belê li pêşiya vegerê astengiyên cidî hene. Qadên mayinkirî, avahiyên hilweşiyayî, valahiyên ewlekariyê û pirsgirêkên milkiyetê ji astengiyên sereke ne. Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya Rêveberiya Xweser bi taybetî destnîşan dike ku divê rê bêne ewlekirin û herêm ji mayinan bê paqijkirin.
Perwerde, tenduristî, stargeh û derfetên kar ji bo dewamiya vegerê mijarên diyarker têne dîtin.
Li Serêkaniyê çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk xwe ji in avahiyên fermî yên li navenda bajêr vekişandine, lê belê li bajêr hîn jî nuqteyên leşkerî yên Tirkiyeyê hene. Hin hewldanên yekîneyên Ewlekariya Giştî ya Sûriyeyê hebe jî tê gotin ku serweriya bajêr hîn bi temamî neketiye bin destê rêveberiya Şamê.
Mirovên ku dixwazin serdana xizmên xwe yan jî xaka xwe bikin ya têne astengkirin yan jî têne binçavkirin. Beriya niha di encama hewldana Rêveberiya Xweser de hin kes hatin berdan.
Li gorî agahiyan, mal û zeviyên hatine desteserkirin ji komên cuda re hatine firotin û ji xwediyê mal û milkan re yên dixwazin vegerin tê gotin, “Eger hûn naxwazin ku mala we bi temamî hilweşe 5-6 hezar dolarî divê hûn bidin” û gef li wan tê xwarin.
Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku piştî êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê derdora bajêr û qadên bejahî (Heta bi Zirgan û Til Temirê) ji sê aliyan ve hatine mayinkirin.
Zehra Semo anî ziman ku di hevdîtina dawî de hate ragihandin ku divê herê bi lez ji mayinan bê paqijkirin, rêyên Dirbêsiyê-Serêkaniyê û Til Temir-Serêkaniyê bêne vekirin, ‘kesên biyanî yên ne ji herêmê’ tavilê ji bajarê dagirkirî bêne derxistin û bajar ji xwediyê xwe re bê hiştin.
Endama komîteyê ragihand ku li gel vegera koçberan her wiha mijarên weke perwerde, tenduristî, kar û ewlekarî hatin nirxandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; “Ji bo vegera bi ewle ya gelê koçberbûyî em demeke dirêj e dixebitin. Bi taybetî di dema dawî de bi navbeynkariya Waliyê hesekê hevdîtinên me yên bi heyeta Şamê re zêde bûn. Di van hevdîtinan de em ji tenduristiyê heta bi perwerdeyê gelek mijaran dinirxînin.”
Zehra Semo bi bîr xist ku malbatên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê li Serêkaniyê dimînin û işaret bi biryara “Divê koçber hemû li xaka xwe vegerin” a hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir û got, “Divê biyanî êdî ji bajêr bêne derxistin. Gelê resen li bajar û xaka xwe vegere. Bajar ji aliyê çandiniyê ve cihekî naskirî ye. Erdnîgariya xwe bedew e. Ji her rengê û çandê mirov lê hene.”
Zehra Semo bal kişand ser zor û zehmetiyên xelkê Serêkaniyê yê li kampên WaşokanÎ û Serêkaniyê û anî ziman ku ji ber konên kevnbûyî nexweşî li nava gel zêde bûne.
Zehra Semo got, “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me timî hewl dan, bang li saziyên mafên mirovan kir. Di dema şer de û piştî şer bajar û gundên li derdorê hilweşiyan. Gelek gund bi temamî xera bûne. Ji bo vegera gel pêwîstî bi xizmeteke mezin heye. Xelkê Serêkaniyê dixwaze tavilê vegere. Divê vegereke komî û bi ewle pêk were.”
Ji şêniyên Serêkaniyê Kurdistan Xetîp Silêman ku ji dagirkeriyê û vir ve heft sal in li kampa Waşûkanî dimîne got, “Em dixwazin bêtirs vegerin. Ne yek bi yek, em dixwazin bi hev re vegerin.”
14 HEZAR MALBATÎ JI BO VEGERÊ QEYDA XWE ÇÊKIRIN
Li gorî Komîteya Koçberan a Serêkaniyê heta niha nêzî 14 hezar malbatî ji bo vegerê qeyda xwe çêkirin. Lê belê nediyar e ku ev malbat wê kengî û di nava kîjan şert û mercan de vegerin. Ewlekarî, derfetên kar, perwerde û xizmetên tenduristiyê yên piştî vegerê pirsgirêkên sereke ne ku li benda çareseriyê ne.

