Li Mûş, Çewllîg, Gimgim û Kanîreşê, şêniyên ku li ber projeyên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) radibin, bi meş û mîtîngên girseyî daxwazên xwe bilêv kirin. Şêniyan diyar kirin ku li hemberî vê projeya ku wê bandorê li dehan gundan û bi hezaran mirovî bike, wê meha Gulanê li ber şîrketê rabin û dest bi çalakiya nobedê bikin. Şêniyan gotin, “Ji bo av û hewaya me ya paqij” û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê destnîşan kirin.
Ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê gelek kes beşdarî mîtîngan bûn û diyar kirin ku li hemberî xisara ku JES bide qadê wê têbikoşin.
‘EM Ê MEHA GULANÊ LI ŞÛNA XWE NESEKININ’
Ji şêniyan Serhat Aydin nerazîbûn nîşanî projeyê da û got, “Ev proje bi kêrî me nayê, berevajî vê yekê gelekî zerarê dide. Em naxwazin ku kes destê xwe bide xweza û jiyana me. Mirovên li vê derê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Bi vê projeyê re wê ev çavkaniya me ya debarê tine bibe. Ji ber vê jî em li dijî vê projeyê ne ku dixwazin xaka me tine bike û em ê destûrê nedin. Tesadufî nîne ku ev herêm hatiye hilbijartin; dixwazin xelkê vê herêmê bi zorê koçber bikin. Ev der herêma erdhejê ye, li hemberî rîska erdhejê tedbîran wernagirin lê belê destûrê didin vî karî ku dikare rîska erdhejê mezintir bike. Em ê li dijî vê projeyê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Şîrketa ku wê meha Gulanê bê, wê li têkoşîna me rast bê.”
‘LI ŞÛNA JES’Ê BILA DERFETÊN KAR BÊNE AFIRANDIN’
Elîf Unfal jî ragihand ku ew li dijî projeya JES’ê ne û got, “JES bi kêrî vê xakê nayê. Em zanin ku hewa, ava me qirêj dikin, çêrgehên me tine dikin. Ji ber vê yekê em vê projeyê li xaka xwe naxwazin. Îro li Tirkiyeyê her der pêşkêşî qada madenê kirine. Her der tê talankirin, dijminê xak û avê ne. Yekane derdê kapîtalîzmê qezenc e; armanca wan li vê derê rant e. Piştî ev proje pêk hat, zehmet e ku sewalkarî û çandinî bê kirin. Li vî welatî li gel biryarên dadgehê jî kar dewam dike. Li vir ya esasî wê têkoşîna me be. Em ê li Gimgimê dest bi nobedê bikin. Em ê kar û berxwedana xwe dewam bikin. Em ê xaka xwe biparêzin û di wê baweriyê de ne ku tekez bi ser bikevin. Em ê van dagirkeran ji her devera welatê xwe biqewirînin.”
‘EM NAXWAZIN BI NEXWEŞIYA KANSERÊ BIKEVIN’
Zarîfe Selçûk a ji Stenbolê beşdarî mîtîngê bû, nerazîbûn nîşanî projeyê da û got, “Ev sîstem wê zerarê bide me hemûyan. Bi vê projeyê re wê qadên jiyana xwezayî bêne tinekirin. Ji xwe li welêt cihekî çandiniyê nemaye, her der firotin. Sîstema ekolojiyê xera kirin. Niha qada talanê tê berfirehkirin. Îro Gimgim e, sibe wê Erzîrom be. Ne normal e ku berê xwe dane van herêman. Gel ne projeyên bi vî rengî, lê belê kargeh û kar dixwaze. EM naxwazin li vir bimirin. JES tê wateya kanser û nexweşiyê. Li herêma Derya Reş mirov ji ber vê projeyê jiyana xwe ji dest didin Bila destên xwe yên qirêj ji vir vekişînin.”
‘PROJE DIKARE BIBE SEDEMA ERDHEJÊ’
Mursel Beg jî bal kişand ser rîskên hawirdorê yên projeyê kir û got, “Ev der herêma erdhejê ye, destwerdanek li hevsengiya xwezayî li vê derê nayê qebûlkirin. Destwerdana li hewa, av an jî ba wê bibe sedem ku rîska erdhejê zêde bibe. Ji ber vê jî ev tê wê wateyê ku her zindî ji vir dûr bikeve. Ji xwe bi salan ji xaka xwe koç kirin, bi vê projeyê re wê herêm ji mirovan xalî bibe. Kes naxwaze ku destwerdan li avaniya ekolojîk bê kirin.”
‘EM DIXWAZIN BI HEWA Û XWEZAYA PAQIJ BIJÎN’
Fatma Çelîk ragihand ku jiyana wan a xwezayî bi gefê re rû bi rû ye û got, “Em bi derfetên xwe bi rengekî azad mezin bûn. Dayik û bavên me li vir in. JES wê zerarê bide xaka me.”
Fatma Çelîk diyar kir ku ew dixwaze bi hewa û xwezaya xwe ya paqij bijîn û got, “Ne ez ne dayika min, ne bavê min ne jî zarokê min vê JES’ê naxwazin. Li dijî vê gefê em ê têbikoşin. Ev rewş ji aliyê çandî ve me neçarî koçberiyê dike. Ji niha û pê ve weke jinên Gimgimî em ê destûrê nedin vê yekê.”

