Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Erzînganê dihate ragirtin û berdana wê beriya niha bi 3 caran bi rengekî nehiqûqî hate taloqkirin, piştî ragirtina ji 31 salan çend roj berê hate berdan. Çeşme di Mijdara 1994’an de li Amedê hatibû binçavkirin, piştre Dadgeha Ewlekariya Dewletê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê birî bû.
Çeşme anî ziman ku di nava 31 salên ragirtinê de li gelek girtîgehan hate sirgûnkirin û diyar kir ku polîtîkaya zextê ya dewletê ya li ser girtiyan hîn jî dewam dike. Çeşme ragihand ku girtî jî li hemberî polîtîkayên dewletê berxwedana xwe dewam dikin û got, li gel pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li zindanan hîn jî pêşketinek nîne, zext û zilma li girtiyan dewam dike. Çeşme anî ziman ku bi destpêkirina pêvajoyê re weke girtî bala wan li ser daxuyaniyên Rêber Apo bû û bi bîr xist ku di nava vê pêvajoyê de gelek bûyer li Rojhilata Navîn qewimîn, şerê Îranê destpê kir û got, “Ji ber şerê li Rojhilata Navîn diqewime ev pêvajo gelekî girîng e. Ji ber vê jî divê em pêşiya xwe gelekî baş bibînin. Li zindanê firseta me hebû ku van bûyeran bi rengekî objektîf binirxînin.
Dibe ku ji aliyê wergirtina agahiyan ve derfet kêm bû, lê belê pêvajo hîn baştir dihate nirxandin. Beriya destpêkirina pêvajoyê daxuyaniyên Bahçelî weke her kesî em jî matmayî hişt û me zêde jê bawer nekir. Lê belê piştî ku peyama Rêbertî hate weşandin, me got herhal pêşketinek heye. Li zindanê her kes gelekî ji Rêbertî bawer dike. Em piştrast û bawer in ku eger Rêbertî pêvajoyek dabe destpêkirin wê tiştekî şaş neyê kirin. Ji ber ku bandoreke gelekî mezin a Rêbertî heye. Moral û motîvasyona hevalan bi vî rengî gelekî baş bû. Bêguman li zindanan polîtîkayên durû têne meşandin. Lê belê êdî her kes polîtîkayên dijmin ên li hemberî girtiyan baş zanin, ev êdî teşhîr bûne.”
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ZEXTÊ BERXWEDANA GIRTIYAN DEWAM DIKE
Çeşme diyar kir ku dewlet heta roja dawî jî pirsa ‘Tu poşman e yan na’ li girtiyan dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Em jî dibêjin, ‘Piştî mayina bi dehan salan li zindanê eger em bi du gotinan bibêjin poşmanim, tu yê bawer bike? Dibêjin ‘Na’. Ew jî zanin ku piştî wê demê êdî derdê kesî nîne ku çend rojan zû derkeve derve û ji bo vê jî her tiştî qebûl bike. Karê dewletê teslîmgirtin e, wezîfeya girtiyan jî berxwedan e. Di kevneşopiya me de berxwedana zindanan ji Mazlûman heta niha dewam dike, wê dewam bike. Ji ber ku hebûna me bi berxwedanê çêbû, li girtîgehê, li derve bi vî rengî bû. Eger îro gelê Kurd li hev kom dibe, dikare dirûşmeyekê biqîre, bila her kes zanibe ku ev yek bi xwîna şehîdên me pêk hat. Ne tiştên welê hêsan e, bi berdêlên giran hate afirandin. Giraniyeke vê heye.
Girtiyên li zindanan ji xwe her tim vê giraniyê hîs dikin. Ji ber ku ew cih ji salên 1980’î û vir ve bû cihê berxwedaneke bê eman û mezin a hevalan. Her çend niha pêvajoyek hebe jî têkoşîna me dewam dike. Mesele ne tenê çek e. Mînak niha demokrasî nîne ku her tişt normal be, her kes rehet be. Rewşeke bi vî rengî nîne. Her kesên ku tevlî têkoşînê bûne vê zane li aliyekî mirin, li aliyekî zindan, li aliyê din jî jiyan heye. Niha em li ser van 3 nuqteyan jiyana xwe dewam dikin. Dema mirov bi wateya vê zanibin hîn xurt dibin, hîn zane dibin. Em li Rêbertî dinihêrin, jê hêz û moralê werdigirin. Em zanin ku heta Rêbertî hebe em ê tengav nebin. Em ê karibin pirsgirêkan çareser bikin.
Bi dîtina min divê kes aqil nede gel. Mînak her kes dibêje, em ji gel re vê dibêjin ku bike. Divê gotinên bi vî rengî neyên bikaranîn. Mesela Rêbertî dibêje di mijara polîtîka pratîkê de hûn kêm dimînin. Ya ku pêwîstiya me pê heye ev e; dema tu heman tiştî timî ji zarokekî re dibêje ew wê nake, li nêzîkatiya te dinihêre û dike. Ya ku divê em bikin jî ne ew e ku şîretan li gel bikin, bibêjin filan tiştî bikin. Divê em destpêkê bi xwe bikin. Ji xwe dema ku me kir, ew ê jî bide dû me. Ji ber vê jî divê têkoşîn û ked bi sebir bê meşandin. Pêvajo pêvajoyeke bi vî rengî ye.”

