Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku divê zemîneke qanûnî yê pêvajoya muzakereyê hebe û got: “Ji bo ev muzakereye rast bimeşin, divê xwedî zemîneke yasayî bin.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Temellî, ji ewil îşaret bi çalakiya karkerên madenê yên li Parka Kurtuluşê kir û êrişa polîsan şermezar kir. Temellî xwest ev tundî bi dawî bibe û heqên karkeran bên dayin.
Bi domdarî Temellî bal kişand ser çalakiyên li dijî madenên li Gimgim a Mûşê û Kanîreş a Çewligê. Temellî, got ev projeyên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) zirarê didin qadên çandiniyê, qadên jiyanê, navendên baweriya Elewîtiyê û rê li ber xetereya erdhejê vedikin. Temellî, xwest rûxsetên van projeyên JES’ê bê betalkirin.
TUNDIYA LI DIBISTANAN
Temellî, behsa êrişên dibistanan ên li Mereş û Rihayê jî kir û weke “komkujî” pênase kir. Temellî, got ku çareseriya pêşîlêgirtina tundiyê ne tenê tevdîrên ewlehiyê ne û divê tundî ji dibistanan bê dûrxistin.
‘GEL LI BENDA QANÛNÊN PÊVAJOYÊ YE’
Temellî, îşaret bi paketên darazê yên li Meclisê kir. Temellî, anî ziman ku li daristanan 109 hezar kes bi ser kapasîteyê dimînin, şert û mercên hîjyenê nebaş in, di paketa darazê ya 12’an de gelek ceza hene lê tu bendewariyên civakê tê de nînin.
‘DI PÊVAJOYÊ DE GAVAN BIAVÊJIN’
Sezaî Temellî, qala verastkirinên qanûnî yên diviyabû di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihatina kirin û got: “Lê hêj jî tu amadekarî nehatine kirin. Beriya Cejna Remezanê gotin dê piştî cejnê bên Meclisê. Vaye Cejna Qurbanê tê. Ev kar tenê bi gotin û hêviyan nabe. Êdî divê qanûna taybet beriya cejnê were derxistin. Li hêla din divê di di qanûna înfazê, ya TMK û TCK’ê de jî guhertinên pêwîst bên kirin.
HEWCEHÎ BI ZEMÎNEKE QANÛNÎ HEYE
Hewceye hevdîtinên di navbera birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de veguherin zemîneke demokratîk û hiqûqî. Ji bo muzakere bikarin baş pêş bikevin, divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan baş bin. Şertê ewil ê muzakereyên baş jî ev e. Ew bi xwe muxatab e, sermuzakerevan e û muxatabê siyasî ye. Divê teqez bingeha vê ya zagonî hebe. Qanûna din a tê xwestin jî qanûna bingehîn, qanûna kod, qanûna taybet, qanûna mustaqîl êdî çi nav lê tê kirin divê zelal bibe. Divê ev qanûn êdî were Meclisê. Divê were amadekirin.”

