Binpêkirina li hemberî girtiyên li girtîgehên Tirk her roj zêde dibe. Mercên giran ên tecrîdê, astengkirina mafê tenduristiyê, kiryarên xerab û êşkence dewam dikin, girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn bi biryarên kêfî yên Desteya Çavdêrî û Îdareyê (DÇÎ) nayên berdan. Ji bo dawî li van kiryarên kêfî û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bê anîn, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyariyê rabin.
Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Rihan Gok li ser binpêkirina li girtîgehan ji ANF’ê re axivî.
Rihan Gok bal kişand ser serlêdanên li baroyê hatine kirin û anî ziman ku pirsgirêkên li girtîgehan her roj zêde dibin. Rihan Gok got, “Gelek serlêdan li komîsyona me ya Baroyê têne kirin. Serlêdan herî zêde ji ber binpêkirina mafê ewlekariya hiqûqî azadiya mirov e.
Rihan Gok anî ziman ku pirsgirêkên li girtîgehan êdî kronîk bûne, astengkirina berdana girtiyan bandoreke cidî li girtiyan dike û got, “Li gorî me, hêvî û baweriya bi guhertina kiryar û mercên li girtîgehan kêm dibe. Bi sedan girtî hene ku berdana wan tê astengkirin. Mirov li benda roja azadiya xwe ne, lê belê bi kiryarên dûrî ji hiqûqê li girtîgehên têne ragirtin. Lİ gel vê yekê li girtîgehan polîtîkayên sansurê jî dewam dikin. Girtî nikarin bi hêsanî xwe bigihînin agahiyê, hilberîna fikrî û çandî.”
‘PIRTÛK Û WEŞAN BI HINCETÊN KÊFÎ TÊNE ASTENGKIRIN’
Her wiha işaret bi kiryarên li ser weşanên li girtîgehan kir û anî ziman ku sansur li gelek qadan dewam dike. Rihan Gok axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Girtî nikarin pirtûk û organên weşanê bi têrkerî bi dest bixin. Li gelek girtîgehan tenê qenalên televîzyonê yên ji aliyê rêveberiyê ve hatine destnîşankirin tê temaşekirin, qenalên din ên neteweyî ji girtiyan re nayên vekirin. Di mijara rojname û kovaran de jî rewşeke bi heman rengî heye. Gelek rojname û kovarên ku biryara komkirina wan nîne û bi temamî qanûnî ne, ji girtiyan re nayê dayin.
Di heman demê de hin pirtûkên bi naveroka dîroka çandê û felsefeyê ji aliyê yekîneyên perwerdeyê ve ‘bi guman’ têne dîtin û ji girtiyan re nayê dayin.”
‘MAFÊ AXAFTINA BI DÎMEN JI GIRTIYÊN SIYASÎ RE NAYÊ DAYIN’
Parêzer Rihan Gok diyar kir ku girtiyên siyasî nikarin bi dîmen bi malbata xwe re biaxivin û got, “Yek ji kiryarên ku li dijî pîvana wekheviya di înfazê de ye, mafê axaftina bi dîmen e. Mafê axaftina bi dîmen ku ji girtiyên edlî re tê dayin, ji girtiyên polîtîk re nayê naskirin. Ev kiryara antî demokratîk bi mewzûata heyî nikare bê rewakirin. Ev rewş hem li dijî pîvana wekheviyê ya destûra bingehîn e, hem jî binpêkirina mafê hurmeta li jiyana malbatî û taybet e. Mafê agahî wergirtinê yek ji mafên bingehîn ên mirovî ye. Ne karê îdareyê ye ku biryarê bide kî xwedî vî mafî be kî jê bêpar be. Têkiliya mirovan a bi malbata xwe re yek ji mafên gerdûnî û herî xwezayî ye.”
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ JI BO JIYANÊ LI BER XWE DIDIN’
Rihan Gok destnîşan kir ku yek ji binpêkirinên herî giran ên li girtîgehan di mijara mafê tenduristiyê de diqewime û li ser rewşa girtiyên nexweş ev nirxandin kir: “Li girtîgehan krîza mafê tenduristiyê dewam dike. Li gel serlêdana bi hezaran carî û daxwaza tê kirin jî krîza mafê tenduristiyê nehatiye çareserkirin. Niha hîn jî zêdeyî hezar girtiyên nexweş hene ku ji bo jiyanê li ber xwe didin. Mercên nebaş ên fîzîkî yên li girtîgehan, nebûna xwarineke têrker, astengkirina pêvajoya tedawiyê, veneguhestina girtiyan li nexweşxaneyê û astengkirina berdana girtiyên nexweş her roj encamên hîn girantir bi xwe re tîne.
Halbûkî dema ku mirov derfetên teknolojîk û zanistiyê yên vê serdemê tînin bîra xwe, dibînin ku ev pirsgirêk dikarin bi hêsanî bêne çareserkirin. Li gel vê yekê jî gavên pêwîst nayên avêtin û xemsariyeke bi zanebûn li ser mafê jiyanê heye. Nayê qebûlkirin ku mafê tenduristiyê weke amûreke cezakirinê bê bikaranîn.”
‘DESTEYA ÇAVDÊRÎ Û ÎDAREYÊ KIRYAREKE NEREWA YE’
Rihan Gok destnîşan kir ku kiryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên li hemberî girtiyên siyasî dûrî bingeha hiqûqî ye û got, “Ev deste di sala 2020’î de hate avakirin. Lê belê ji ber avaniya xwe antî demokratîk e û ne rewa ye. Dema cezakirina kesekî ji aliyê dadgehan ve hatiye diyarkirin û di dawiya vê demê de divê ew mirov azad bibe. Lê bellê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê bi nirxandinên sûbjektîf berdana mirovan asteng dikin.
Nirxandina neşênber a li ser ‘rewşa baş heye yan na’ nabe ku encamên ku bandorê li azadiyê dike bi xwe re bîne. Erka astengkirina azadiya kesekî tenê ya dadgehê ye. Ti desteyeke îdarî yan jî merceke îdarî bêyî biryara dadgehê nikare azadiya mirovan asteng bike.”
‘DI ÎNFAZÊ DE DIVÊ WEKHEVÎ HEBE, GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ BÊNE BERDAN’
Li ser gavên ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan divê bêne avêtin jî Rihan Gok got, “Divê mercên girtîgehê bigihêjin pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî. Kiryarên weke Desteyên Çavdêrî û Îdareyê divê ji holê bêne rakirin ku ji aliyê hiqûqî ve rewabûneke xwe nîne. Girtiyên nexweş û yên bi temen divê bi lez bêne berdan.
Girtîgeh divê ji aliyê heyetên ji doktorên serbixwe, parêzer, endezyar û psikologan ve bi rêk û pêk bêne kontrolkirin. Divê bê kontrolkirin ku xizmetên tenduristiyê li gorî exlaqa tibî tê kirin an na. Li gel vê yekê di bicihanîna ceza de divê pîvana wekheviyê bi cih bê anîn û di vê mijarê de guhertina pêwîst a qanûnî bê kirin.”

