Di demêm dawî de piştî daxuyaniyên Altan Tan û Kemal Ozkîraz nîqaş destpê kirin û piştre daxuyaniyên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê yên derbarê civaka Elewiyan de hatin berovajîkirin. Êrîşên piştî ‘Nîşeyên hevdîtinê’ yên ku ji hêla Şandeya Îmraliyê ve hatin derewandin, li ser Rêber Apo, Tevgera Azadiyê destpê kirin û vê carê hewl dan ku Tevgera Azadiyê wekî li dijî Elewiyan e nîşan bidin û her wiha hewl dan ku wekî ku dinavbera civaka Elewî û Tevgera Azadiyê de rageşî heye nîşan bidin.
‘DIVÊ DEV JI HIKUMKIRINA LI SER NASNAMEYÊN HEV Û AXAFTINA NEFRETÊ BERDIN’
Pîrê Elewiyan ê Dergeha Garîb Dede û parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat, derbarê nîqaşan de ji ANF’ê re axivî. Fırat diyar kir ku biryardana ka kî Elewî ye mijarek cuda ye û got, “Berî her tiştî, divê du tiştan ji hev cuda bikin. Divê her rexneyê wekî gotinên nefretê neyê dîtin. Gelek kes dikarin Elewîtiyê, saziyên Elewîtiyê û gotinên me rexne bikin. Îtîraza ti kesî li ser vê tineye. Lê nabe ku civakekê li ser baweriyê wê tasnîf bikin, biryardsyîna ku bê kî “Elewiyê rast e”, bê kî “Elewiyê li ser gotinê ye” destpê bike wê gavê derbasî qadeke din dibin.
Îtîraza min a sereke li ser gotinên Altan Tan ên “Elewîtiya siyasî” û “Elewîtiya bêyî Elî” ne. Pîvana Elewîtiyê ji bo Elewiyan çi ye û wê kî bipîve? Elewiyek bibe sosyalîst, bibe muhafezekar û demokrat be, an jî nêzîkî tu nêrînek siyasî nebe nayê wê wateyê ku nasnameya wî ya olî divê di bin kontrol û destwerdana yên din de be.
Gotinên Kemal Ozturk ên li ser Elewiyên Ereb de bikar tîne hîn girantir e. Nikarin civakekê bi temamî bi sûcên ku ji hêla rayedarên desthilata dewletê ve ku tê îdîakirin bê darizandin û mehkûmkirin. Tew nabe ku meseleyê bînin asta ku komkujiyên wan rewa bikin. Ji ber ku tiştê ku tê îdiakirin ku li wir qewimî ne encama civaka Elewiyan e, lê ya polîtîkayek dewletê ye. Nabe ku bawerî û nasname bibin hinceta sûcdariyê. Li gorî min li vir meseleyek ji xwendina niyetên mirovan girîngtir e: Berhema ev zimanê sûc çi ye?
Bîra dîrokî ya Elewiyan li Kerbela, Koçgirî, Dersim, Mereş, Çorum û Sêwas heye. Ji ber vê yekê, dizane zimanê ku civakekê bi tevahî sûcdar dike bê digijêje ku derê û vê yekê bi jiyanê fêr bûye. Ev ziman hem civakê kategorîze dike û hem jî tovên nefretê diçîne, zemîna pevçûn û komkujiyên bê kirin rewa dike. Ji ber vê yekê, ev ziman nayê qebûlkirin. Tiştê ku îro divê were kirin ne afirandina tirsên nû ye, lê vî zimanî ji aliyê demokratîk ve were lêpirsînkirin. Ger Tirkiye behsa aştiyeke civakî ya nû bike, divê em pêşî dev ji serweriya hikumkirina nasnameyan û zimanê nefretê berdin.”
‘ELEWÎ NE TEMAŞEVANÊN VÊ AŞTIYÊ NE’
Firat anî ziman ku naskirina cemxaneya Elewiyan ji mizgefteke Sunnî ti tiştî kêm nake û wiha berdewam kir: “Ermeniyek, Suryanîyek an Erebek bi nasnameya xwe bibe hemwelatî mafên Tirkan kêm nake. Ger em vê yekê fêm bikin, em ê aştiyê bi awayekî cuda biaxivin. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Ya girîng ew e mirov piştî bêdengkirina çekan çawa li hev dinêrin. Ger di dawiya pêvajoyekê de Kurd xwe ewletir hîs bikin lê Elewî bitirsin, li wir kêmasî heye. Ger Elewî mafên xwe bi dest bixin lê Sunnî xwe di bin gefê de hîs bikin, dîsa kêmasî heye.
Bê guman, em ê bîra dîrokî ya Elewiyan biparêzin. Em ê Mereşê ji bîr nekin, em ê Çorumê ji bîr nekin, em ê Sêwasê ji bîr nekin. Lê em ê ji wê bîrê dijminatiyên nû neafirînin. Ji ber ku peywira bîrê ne afirandina dijminên nû ye, divê nehêle ku ev êş bi serê kesên din were. Ez vê yekê wekî berpirsiyariyeke dîrokî li pêşiya Elewiyan dibînim.
Elewî ne temaşevanên vê aştiyê ne. Divê Elewî di avakirina Tirkiyeyeke demokratîk de ku Kurd, Tirk, Sunnî, Ermenî, Suryanî û Ereb hemû hemwelatiyên wekhev bin û xwedî gotin bin. Tişta ku em ji aştiyê fêm dikin ev e: divê ti kes dev ji nasnameya xwe bernede, ti kes neşibe yên din, lê her kes li ber hiqûqê wekhev be. Di aştiyeke wisa de ti kes winda nake. Ji ber ku aştî ne tawîzek e ku ji hêla aliyekî ve tê dayîne, hiqûqa welatekî ku mirov bi hev re bijîne.”

