Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî qonaxên ji vir û şûnde yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pirsgirêkên qanûnên li Meclîsê derbas bûne, têkiliya navbera bêçekbûnê û gavên siyasî û hiqûqî û rola hêzên demokrasiyê ya di pêvajoyê de, ji ANF’ê re nirxandin kir.
Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi vî rengî ye:
Ji niha û pê ve pêvajo wê çawa bimeşe? Di vê çarçoveyê de nexşerêyek heye? Gelo gavên siyasî û bêçekbûn wê li gel ev bêne avêtin?
Qanûnek derket, lê belê nediyar e bê pêvajo çawa bimeşe. Dibe ku desteya ku Rêber Apo di nav de ye û desteya ku alîkarê serokkomar serokatiyê jê re dike nîqaş bikin û hin mijaran zelal bikin. Ji ber ku qanûn qanûneke welê ye ku pratîkbûnê zehmet dike; ji hin aliyan ve meqseda qanûnê dikare pûç bike. Ji ber ku qanûn endamên rêxistinê kategorîze dike, rêveberî û hejmareke girîng li derve dihêle, ev yek pêvajoyê tevlîhev dike. Weke ku bê gotin, ‘Bivir li lingê xwe bixe!’ Ev qanûn li gorî xwe bi hin gumanan ketiye nava rewşeke bi vî rengî. Bêguman pirsgirêkên ewlekariyê dikare li ber çavan bê girtin, lê belê eger kar ji burokrasiya ewlekariyê re bê hiştin wê rewşên xitimandinê bi xwe re bîne. Ji xwe ji ber ku heta niha bi nêrîn û esasê ewlekariyê nêzîkatî hate nîşandan pirsgirêk nehate çareserkirin. Berdêla vê yekê ji bo Tirkiyeyê jî giran bû.
Pêwîste nexşerê bi şêweyekî welê be ku bi ti awayî bêbaweriyê neafirîne. Ji bo pêvajo bi erênî bimeşe û çareserî pêk were pêwîstî bi vê heye. Nêzîkatiya me jî gelekî zelal û şênber e. Em ne di nava hewldaneke lîstikê yan jî qezençkirina demê de ne. Dewlet jî bi vê zane. Lê belê ji ber ku dewlet bi fikarên cuda di mijara rê û rêbazên bicihanîna nexşerê de dudil dibe, pêvajo bi lez nameşe. Serokkomar di daxuyaniya xwe ya dawî de gotibû, dirêjbûna dema pêvajoyê wê zemînê bide dijberên pêvajoyê. Di vê mijarê de helwesta me jî bi heman rengî ye. Rêber Apo ji bo pêvajo bi lez bimeşe bi taybetî gelekî hewl dide. Lê belê rê û rêbazên niha têne nîşandan li karakterê pêvajoyê nayê. Ji aliyekî ve qala bêçekbûna bi temamî tê kirin; li aliyê din jî hejmareke girîng li derve tê hiştin. Eşkere ye ku hem helwesta dervehiştinê hem jî rewşeke ku bi ti awayî rê û rêbazeke bê qebûlkirin pêşkêş nake, wê nikaribe pêşketinê bi xwe re bîne. Hem wê rêveberî û hejmareke girîng li derve bê hiştin, hem jî wê bê gotin ku bila filan filan tişt bêne kirin. Bi gotina herî sivik ev yek tê wateya nenaskirina tevgera ku zêdeyî 50 sal in pê re têdikoşe. Bi kurtasî nirxandina qanûnê bi nêzîkatiyeke şematîk û dogmatîk kar zehmet dike.
Di vê pêvajoyê de saziyek weke çavê 3’yemîn nîne. Rayedarên hikumetê bi vê yekê pesnê xwe didin. Bi rastî jî rewşeke girîng e ku bêyî pêwîstî bi vê bê dîtin pirsgirêk were çareserkirin. Lê belê divê pêvajo bi wan rê û rêbazan bê meşandin ku di pratîkên şer-çareseriyê de pêwîstiyê bi çavê sêyemîn nabîne. Nikare bê gotin ku niha ev yek bi baldarî tê kirin. Eger pirsgirêk ne pirsgirêkek e ku tenê bi danîna çekan wê bê çareserkirin, eger karakterê pirsgirêkeke sed salî cuda be, hingî gotina ‘bila çek bê danîn’ nabe nêzîkatiyeke rasteqîn.
Piştî ku îrade û pratîka bêçekbûnê heta radeyekê hate nîşandan, hingî avêtina hin gavên hiqûqî wê pêvajoyê bi lez bike. Di vê mijarê de tevgera me ya azadiyê xwedî îrade ye; ev yek jî heta niha nîşan da, xwedî wê îradeyê ye ku ji niha û pê ve hîn bi zelalî nîşan bide. Lê belê li gel ku avêtina hin gavên qanûnî wê vê pêvajoyê bi lez bike jî di vê mijarê de nêzîkatiyeke ketûm û bêdeng heye. Meclîs weke îradeya gelê Tirkiyeyê tê dîtin. Vê meclîsê bi giranî destnîşan kir ku ev pirsgirêk bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe. Bi eşkere hate gotin ku pirsgirêk pirsgirêka Kurd e. Wê demê ji bo pêşvebirina pêvajoyê ev îradeya li meclîsê hate destnîşankirin divê li ber çavan bê girtin.
Pêwîstî bi nêzîkatiyeke welê nîne ku bêçekbûn û gavên siyasî li gel hev bêne avêtin. Lê belê bi avêtina hin gavên têkildarî bêçekbûnê re avêtina gavên siyasî û hiqûqî wê pêvajoya bêçekbûnê bi lez bike. Li gorî xwezaya pêvajoyê divê bi vî rengî be. Rêber Apo rê û rêbazek danî holê ku ji pratîkên şer-çareserî yên li cîhanê cudatir e. Di vir de rê û rêbaz cuda jî be çareseriya esasî ya pirsgirêkê esas e. Ev çareserî gav bi gav dikare pêk were, lê girîng e meqsed û armanca wê ji berê ve diyar be.
Diyar e pêvajoya pêş wê bi têkoşîna ji bo demokratîkbûnê û veguherîna komareke rasteqîn derbas bibe. Yanî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê du xusûs in ku weke goşt û neynûkê bi hev ve girêdayî ne. Gava ku mirov ji vî alî ve lê binihêrin, gelo nêzîkatiya hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê ya li têkoşînê divê çawa be?
Dema ku mirov polîtîkaya sed salî ya rastiya dewleta Tirk a li ser Kurdan binirxîne, hingî tê dîtin ku demokratîkbûna li Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ketine nava hev. Sed sal in bi hinceta ku Kurd wê sûdê jê werbigirin ji bo demokratîkbûnê gav nayê avêtin. Ev yek nîşaneya herî şênber a vê rastiyê ye. Eger pirsgirêka Kurd weke li devereke din a cîhanê lihevnekirina li ser zêdebûn an jî kêmbûna daxwazan bûya, pirsgirêk bêyî demokratîkbûnê jî dikarîbû bihata çareserkirin. Lê belê ji ber ku pirsgirêk pirsgirêka rakirina înkarê û qebûlkirina mafên bingehîn ên gelekî ye, ev yek tenê bi demokratîkbûnê dibe. Ji ber karaktera pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd di nava hev de tê dîtin. Yên ku vê fêhm nakin ne dikarin Tirkiyeyê demokratîk bikin ne jî dikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Lewma yên ku dibêjin ‘ma yekane pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e’ û hevrebûna demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd fêhm nakin û yên ku dibêjin ‘çi ji me re demokratîk bûn, mafên Kurdan tenê besî me ye’ herdu rûyê madalyonekê ne. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd perspektîfa herduyan jî nîne.
Eger demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd di zikhev de ne, eger weke goşt û neynûkê ne, wê demê hêzên demokrasiyê û sosyalîst hemû divê bikevin nava têkoşîneke demokrasiyê ku pirsgirêka Kurd dike rojev. Yan jî di dema têkoşîna demokrasiyê de divê nêzîkatiyeke welê nîşan bidin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re dikin esas. Li Tirkiyeyê demokratbûn jî sosyalîstbûn jî bi têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dibe. Kar û armanca sereke ya sosyalîstan jî demokratan jî divê demokratîkbûn be. Sosyalîstan beriya 100 salî gotibûn, ji bo xwegihandina sosyalîzmê pêwîstî bi şoreşa demokratîk heye. Yanî demokratîkbûn weke têkoşîneke sereke dîtin. Êdî fikrekî hevpar heye ku dibêje, sosyalîzm jî divê demokratîk be. Sosyalîzm jî bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye nikare demokratîk bibe. Yên ku dibêjin ‘nêrîna çînî, nêrîna çîn’ û girîngiyê nadin çareseriya pirsgirêka Kurd ew hêz û derdor in ku ne xwedî nêrîneke çînî ne. Yên ku dibêjin çîn û çîn, gelo çima tespîta ‘gelê ku hinekî din binpê dike bi xwe jî azad nîne’ ya Marks ji bîr kirine.
Hêzên demokrasiyê hemû, bi taybetî jî sosyalîst eger piştgiriyê nedin pêvajoya heyî ya aştî û civaka demokratîk û ji bo pêvajo di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser esasê demokratîkbûnê bi pêş ve biçe nexebitin, hingî wê ji rojev û arena siyasî ya Tirkiyeyê qut bibin û bikevin rewşeke bêbandor.
Hinek dibêjin, ku AKP li ser desthilatdariyê ye û bi vê hincetê nêzîkatiyeke neyînî nîşanî pêvajoyê didin. Di rexneyên li AKP’ê de mirov nikare bibêje ku ne neheq in. Lê belê em hewl didin pirsgirêkê bi dewletê re çareser bikin. Pirsgirêka Kurd jî pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Em ji hêzên demokrasiyê hemûyan dixwazin ku têkoşîna demokratîkbûnê xurtir bikin. Girîng e ku di asta herî berfireh de kombûn çêbibe û têkoşîna demokrasiyê bê meşandin. Eşkere ye ku aliyê herî girîng ê vê yekê pirsgirêka Kurd e. Em bawer dikin ku sosyalîst û hêzên demokratîk dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Wê demê berpirsyariyeke dîrokî ya demokrat û sosyalîstan e ku vê pêvajoya çareseriyê xurt bikin û naveroka çareseriyê hîn demokratîk bikin.
Tevkariya hêzên demokratîk û sosyalîst, her wiha hunermend û rewşenbîran a li pêvajoyê çima girîng e?
Me ti carî demokratîkbûn weke rûniştina bindest û civakan a bi dewletê re nedît. Bêguman bi dewletê re dikare were rûniştîn û muzakere bê kirin. Lê belê li pişt vê axaftin û muzakereyê divê hêzeke civakî ya têkoşer û rêxistinbûyî hebe. Em demokrasiya li Ewropayê weke demokrasiya rastî nabînin. Lê belê hin pîvan û teamulên xwe yên demokratîk hene. Mafên bidestxistî hene. Ev hemû ew maf in ku bi têkoşînê hatine bidestxistin, ne ku ji aliyê serdestan ve hatine radestkirin.
Demokratîkbûna li welatekî bi têkoşîna hêzên demokratîk û sosyalîst a li gel civaka demokratîk a rêxistinbûyî dibe. Naveroka demokrasiyê bi têkoşînê diyar dibe. Eger li gel demokrat û sosyalîstan rewşenbîr, hunermend û derdorên entelektuel tevlî têkoşîna demokrasiyê nebin, ev yek wê nebe demokrasiya rasteqîn. Divê demokratên Misilman ên li Rojhilata Navîn jî beşdarî vê têkoşînê bibin. Demokratîkbûna rasteqîn tenê bi beşdariya van hemû hêzan li nava têkoşînê dibe. Bêguman gelê Kurd jî bi têkoşîna xwe ya ji dehan salan nirx û danheviyeke demokratîk afirandiye. Li ser vê bingehê lêgerîna xwe ya li çareseriya siyasî demokratîk ji destpêka salên 1990’î û vir ve dewam dike. Eger li Tirkiyeyê demokratîkbûn û pirsgirêka Kurd ketibin nava hev, wê demê tenê bi têkoşîna gelê Kurd demokratîkbûn pêk nayê. Lewma gelekî girîng e ku hêz û danheviya demokratîk a gelê Kurd û danheviya demokratîk a gelên Tirkiyeyê di nava têkoşîneke hevpar de bigihêjin hev. Dema me qala demokratîkbûna Tirkiyeyê kir, me ji xwe re kir armanc ku vê yekê bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re bike. Bi stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk em hêzên çep û demokratîk tenê weke hêzên ku piştgiriyê bidin têkoşîna me nabînin. Bi têkoşîna demokrasiyê ya hevpar re em ji xwe re dikin armanc ku di serî de demokratîkbûna Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan û pirsgirêka jinê, hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Em hunermendan û mirovên çandê weke ruhê vê çareseriyê dibînin. Mirov nikare qala çareseriyekî bê ruh bike.
Di vê dema krîtîk de ku meclîs ketiye dewrê û axaftin li ser gavên siyasî tê kirin hin notên hevdîtinê û metin hatin weşandin ku tê îdîakirin ên hevdîtina hin rêveberên tevgera we li Îmraliyê bi Rêber Apo re ne. Rêber Apo ev rewş weke komployek li dijî xwe pênase kir. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Kî bi kîjan armancê gavên bi vî rengî provokatîf diavêjin?
Di demekê de ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye, balkêş e ku li ser Îmraliyê spekulasyonên bi vî rengî têne kirin. Provokasyonek e ku ji aliyê dijberên pêvajoyê ve hatiye kirin. Eger bê dîtin, bê kî û kîjan derdor di nava vê spekulasyonê de ye, wê rewş baştir were fêhmkirin. Yên ku ji berê ve dijberiyê li Rêber Apo û PKK’ê dikin di navenda van spekulasyonan de ye, lewma rewş tê fêhmkirin. Bêguman derdorên dijminê Kurdan ên li Tirkiyeyê ku xwe bi neteweperestiyê bi nav dikin, van spekulasyonan sor û gur dikin. Bi navê rêveberiya tevgera azadiyê me daxuyanî dan û diyar kirin ku ya hatiye kirin provokasyonek li dijî pêvajoyê ye.
Di destpêka pêvajoyê de di navbera Rêber Apo û hevalên me de bi rêya teknîkê hevdîtinek hatibû kirin. Ji xwe hevdîtinên bi Heyeta DEM Partiyê re têne kirin digihêjin me, em jî nêrînên xwe radigihînin. Di heman demê de ji bo nirxandina hin mijarên pratîkî yên rêveçûna pêvajoyê rayedarên dewletê û hevalên me dem bi dem hevdîtinê dikin. Pirsgirêka heyî biçûk nîne, rêxistina heyî biçûk nîne. Lewma pêkhatina hevdîtin û têkiliyên piralî li gorî xwezahiya pêvajoyê ye. Yên li dijî pêvajoyê ne wê li dijî van jî bin. Lê belê ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, tiştê herî xwezayî ye ku tevgera me bi Rêber Apo û dewletê re hevdîtinê bike. Ev yek normal e, pêwîst e û rast e. Nabe ku bê gotin, ku dijberên pêvajoyê tiştên bi vî rengî bi kar tînin, lewma divê neyê kirin. Em dixwazin hem bi dewletê re, hem jî bi Rêber Apo re rû bi rû hevdîtinê bikin. Eger wê pirsgirêka 100 salî bê çareserkirin, ev divê bê kirin. Dijberên pêvajoyê bêguman tiştên bi vî rengî naxwazin. Ji ber ku ew naxwazin, nabe ku mirov xwe ji van têkilî û hevdîtinan vegirin. Yên ku dixwazin pirsgirêk were çareserkirin û hêzên demokrasiyê hemû divê bixwazin ku Tevgera me ya Azadiyê bi Rêber Apo û dewletê re hevdîtinan bike.
Spekulasyon, provokasyon ji bo sabotekirina pêvajoyê ye. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin jî divê Rêber Apo karibe hevdîtinê bi rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar û hin saziyên demokratîk re bike. Eger nêrîn yekser ji Rêber Apo bê werirtin, wê pêşî li spekulasyonên bi vî rengî bê girtin. Ji ber ku nêrînên Rêber Apo wê ji çavkaniyên ji raya giştî vekirî bê hînbûn. Dema ku rojnamevan, rewşenbîr, nûnerên saziyên demokratîk û siyasetmedaran hevdîtin bi Rêber Apo re kirin wê ne tenê pêşî li van spekulasyonan bê girtin; di heman demê de raya giştî ya Tirkiyeyê wê nêrînên Rêber Apo jî hîn bibe û bi vî rengî piştgiriya civaka Tirkiyeyê ya ji bo pêvajoyê wê zêde bibe.
Herî dawî Tevgera Azadiyê ev pêvajo weke ‘pêvajoyeke têkoşîn û muzakereyê’ pênase kir. Lê belê feraseta ku ji dewletê hêvî dike hîn jî serwer e. Di vê pêvajoyê de kîjan berpirsyarî û wezîfe dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê?
Rêber Apo dema ku ev pêvajo da destpêkirin qala hebûna peymanekê nekir. Dewletê jî Tevgera me ya Azadiyê jî rawestandina şer rast dît. Bi nîqaşên ji niha û pê ve re wê diyar bibe bê pêvajo wê ber bi ku ve biçe. Rêber Apo ji xwe re dike esas ku bi têkoşîna siyasî demokratîk pirsgirêkê çareser bike. Di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an de hincetên vê yekê bi cewherî hate destnîşankirin. Rêber Apo ji aliyekî ve bi navê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ev gav avêt. Ji xwe rêberê Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Lewma xwediyên vê gavê ku bi navê wan ji bo serketina pêvajoyê gav avêt, divê bi nêrîn û çalakiyên xwe yên demokratîk tevlî pêvajoyê bibin. Rêber Apo muzakerevanê sereke yê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye. Dema ku bi vê rola xwe rabû bêguman wê nêrîn û helwesta gelê Kurd li ber çavan bigire. Wê bixwaze ku piştgirî û helwesta hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiyê li kêleka xwe bibîne. Eger bê gotin ku Rêber Apo wê bi tena serê xwe bi nîqaşên li dora maseyê pirsgirêka Kurd çareser bike, ev nêzîkatî wê bê wateya fêhmnekirina ji siyasetê û têkoşîna siyasî.
Rêber Apo bêguman di nîqaşên li Îmraliyê de rê û rêbazên demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd datîne holê. Bingehên dîrokî yên vê çareseriyê û pêwîstiyên rojane datîne holê û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş dike. Hêzên demokrasiyê û gelê me bi nêrîn, rêxistinî, daxwaz û çalakiyên xwe yên demokratîk divê van tezên Rêber Apo xurt bikin, piştgiriyê bidin pêvajoyê û ji bo serketina vê pêvajoyê bi rola xwe rabin.
Gelê Kurd bêguman ji Rêber Apo bawer dike ku muzakerevanê sereke ye. Rêber Apo jî bi rengê herî baş vê baweriyê temsîl dike. Lê belê gelê Kurd di vê mijarê de ku yekser wê eleqedar dike, nikare temaşeker û pasîf bimîne. Ev yek li rastiya gelekî welê nayê ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne. Hêzên demokrasiyê jî zanin ku demokratîkbûn tenê bi têkoşînê pêk tê. Wê demê divê bi rengekî aktîf û rêxistinbûyî tevlî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibin. Rast nîne ku pêvajoyeke ewçend girîng tenê bê rexnekirin. Bêguman rexne dibe. Ev dikare bê ser ziman, lê belê eger li gel piştgiriya bi têkoşîna ji bo serxistina pêvajoyê be hingî bi wate dibe.
Gelê Kurd xwedî asteke hesteyarî, berpirsyariyê ye û hin çalakiyan dike. Lê belê kêm e; têkoşîn û rêxistiniyek li gorî pêwîstiya pêvajoyê nîne. Ne ji bo daxwazeke di mijarekê de yan jî helwesta li ser zextekê têkoşîn tê meşandin. Pêvajoyek heye ku çareseriya pirsgirêka Kurd û paşeroja me eleqedar dike. Lewma pêwîstî bi rêxistinbûneke xurt û têkoşîneke daîmî heye. Girîng e gel bi xurtî tevlî bibe. Eger di asta diyarkirina çareserî û paşeroja me de çalakî û rêxistinî tine be, hingî pêvajo wê nehatibe fêhmkirin. Ne karê şoreşger, demokrat û têkoşerên azadiyê ye ku ji dewletê hêvî bike. Hêvî û bendewariya ji dewletê tê wateya cihgirtina li nava hegemonay îdeolojîk a mejiyê dewletperest. Feraseta bendemayina ji dewletê hîn ji destpêkê ve tê wateya qebûlkirina koletiyê; teslîmbûna li rewşa heyî. Dewlet û civak 2 hêman in ku bi hev re ne. Di navbera wan de ne tenê lihevkirin heye, her wiha têkoşîn jî heye. Dema ku pêwîstî pê çêbû ev têkoşîn dikare dijwartir jî bibe. Di herikîna dîrokê de di navbera dewlet û komînê, yanî di navbera dewlet û civakê de timî nakokî çêbûn, têkoşîn hate meşandin. Lihevkirin demkî ye, lê têkoşîn daîmî ye. Divê mirov vê têkoşînê ne tenê weke têkoşîneke hişk û çekdarî bibîne. Civak bi esasî dema bi rêxistin bû dikare bibe xwedî hêza têkoşînê. Qada têkoşînê ya ku civak lê herî zêde xurt e, qada têkoşîna demokratîk e. Eger civak vê qada têkoşînê karibe bi rengekî rast bi kar bîne, wê qada demokrasî û azadiyê berfireh bike.
Gel di têkiliya bi dewletê re divê ne li benda dewletê be, jê hêvî neke. Divê xwe bi rêxistin bike û pirsgirêkên xwe hemûyan bi xwe çareser bike. Lewma Rêber Apo girîngiyê dide rêxistiniya komîn. Rêxistinbûna komîn, rêxistinbûna yekîtiya komînan tê wateya rêxistinbûna civakê xwe bi xwe û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî, çandî û siyasî. Eger pirsgirêkeke giran a 100 salî ya weke pirsgirêka Kurd wê bê çareserkirin, hingî divê civak li benda dewletê nemîne, xwe bi rêxistin bike, têkoşîna demokratîk bilind bike û xwe veguherîne hêza çareseriya rasteqîn.

