Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Feysel Ebdî yê ku 18‘ê Çileya îsal li ser rêya Ebyet şehîd bibû, îro bi merasîmekê hat veşartin.
Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ve li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir hat lidarxistin. Di merasîmê de endamên saziyên sivîl, endamên Asayîşê û gelek şênî amade bûn.
Girseyê wêneyên şehîd, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Asayîş, YPJ û YPG‘ê hildan. Merasîm, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdurehman Enter axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Enter, di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan dubare kir û got: “Di şexsê şehîd Fayîz de em ê berxwedanê bidomînin heta hemû komplo û êrîşên li ser herêmên me têk diçin.”
Li ser navê Kongra Star Nûra Hesen, jî anî ziman ku bi saya keda şehîdan e bi rûmet û ewle li ser axa xwe dijîn. Her wiha got, fedakariyên şehîdan dê jêdera hêzê û îradeya domandina têkoşînê bimîne.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Li ser daxwaza şehîd cenazeyê wî birin gundê Dîkê û li wir hat veşartin.

