Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, têkildarî koça dawî ya merceyê bilind ê olî Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyameke sersaxiyê weşand.
KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya kesayetiya Şêx Mihemed û ev tişt diyar kir: “Koça dawî ya vî kesayetiya mezin a zanistî û olî, ji bo Medreseya Zanistî ya Necefa Eşref û tevahiya ummeta Îslamê windahiyeke mezine. Ev yek ji ber cihê wî yê diyar a olî û mîrata wî ya dewlemend a fikrî ye. Ev mîrat wê weke meşaleyekê ji bo nifşên pêşerojê yên zanyar û xwendekarên zanistên olî bimîne.”
Di dewama peyamê de, Şêx Mihemed weke ‘minareya piralî ya naskirinê, dengê hîkmet û nermbûnê’ hate pênasekirin û hate gotin ku ew yek ji stûnên bingehîn ên Hewzeya Zanistî ya Necefê bû ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina ol, zanist û civakê derbas kir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di dawiya peyama xwe de, sersaxî ji Medreseya Zanistî ya Necefê, malbat, şagirt û hezkiriyên wî re xwest.

