Ebû Leyla beriya 10 salan li asîmanê Kurdistanê bû stêrk. Kesekî pir baş bû, dirûst bû, dilsozê gelê xwe bû. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin mezin bû. Ji Şêxmeqsûd heta Kobanê, ji Tişrînê heta Minbicê mîna helbestekî jiya, mîna helbestekî şer kir û mîna helbestekî şehîd bû. Hevrêyên wî digotin, “Eger ew xwe bavêje agir, em kêliyekî jî nafikirin.” Fermandar Ebû Leyla li dijî êrîşên rejîma Baas, DAÎŞ û dewleta Tirk bê rawestan şer kir. Her kêliya ku di tarîtiya DAÎŞ’ê de hêvî tune dibû, bi gotina “Bijî Berxwedana YPG!” moral da hevrêyên xwe û gelê xwe.
Navê wî yê nasnameyê Feysel Ebdî Sedûn, lê her kesê ew bi navê “Ebû Leyla” nas dikir; bavê Leyla… Pir ji keçên xwe Leyla, Rehef, Serhildan û Xûnda hez dikir. Xeyala wî ew bû ku Leyla bixwîne û bibe bijîjk. Digot, “Leylaya min pir bi aqil e, wê bibe bijîjk.” Dema şehîd bû, Xûnda hîna 18 mehî bû.
ŞERVANÊ DESTPÊKÊ YÊ MALBATÊ: NEBO EBDÎ
Piraniya me navê wî bi hemleya rizgarkirina Minbicê ya ji DAÎŞ’ê, bihîst. Lê belê têkoşîna wî heya dema ku birayê wî yê mezin Nebo Ebdî Sedûn sala 1988’an tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, diçe. Ebû Leyla sala 1984’an li gundê Kararişke yê Kobanê di nava malbateke welatparêz a xwedî 12 zarokan de, tê dinê. Ebû Leyla dema 4 salî, birayê wî tevlî PKK’ê dibe û bi çîrokên lehengiyê yên birayê xwe û Apoyiyan mezin dibe. Nebo Ebdî Sedûn (Sîdar) jî di wan salan de li Lubnanê weke parêzvanê taybet ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wezîfe dimeşand.
BAVÊ LEYLA
Ebû Leyla di temenê zarokatiyê de ji bo alîkariyê bide debara malbata xwe, carna li sanaiyê carna jî li înşaetan xebitî. Bi malbata xwe re koçî Minbicê dike, lê jina ku jê hez dike Dîcle li Kobanê dimîne. Dîcle Ehmed Sedûn, xizma Ebû leyla ye. Bi hev re mezin bûn, pir ji hev hez kirin û sala 2008’an dizewicin. Keça wan a mezin Leyla sala 2009’an tê dinê. Li Minbicê her kes ji wê kêliyê û şûnde wî weke Ebû Leyla nas dikin.
SALA 2010’AN TEVLÎ XEBATAN DIBE
Sala 2010’an li Rojhilata Navîn dema Bihara Gelan destpê kir, Tevgera Azadiya Kurd li Sûriyeyê dest bi xebatên şoreşê dike. Li herêmên Heleb, Efrîn, Cizîr û Firatê rêxistinbûn destpê dikin, gel xwe ji şerê şoreşgerî re amade dike. Ebû Leyla jî li pey şopa birayê xwe Nebo diçe û biryar dide ku bi aktîf tevlî xebatan bibe. Ji ber zextên rejîma Baas xebatên veşartî dimeşîne. Digot, “Bila gelê min serî li ber ti kesê netewîne.” Timî gelê xwe difikirî. Destpêkê di yekîneya El Ekran (Kurdan) a Artêşa Sûriyeya Azad, piştre jî di Yekîneya Şoreşgerên Sûriyeyê de têdikoşe.
JI ŞÊX MEQSÛDÊ EBÛ LEYLA DERBAS BÛ
Sala 2011’an dema ku Kurdan li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo jiyaneke adil, demokratîk û azad xwepêşandan lidar xistin, rû bi rûyê êrîşên rejîma Baas man. Di wê demê de Ebû Leyla wezîfeya fermandariya eniyê dimeşîne û ji bo mezinbûna berxwedana gel, bi roleke girîng radibe. Sala 2012’an bi avabûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re bingehên şoreşê li Rojava û Sûriyeyê hîn saxlemtir dibin. Di eniyên cuda de yekîneyên cuda tên avakirin. Ebû Leyla jî sala 2014’an Tabûra Şems El Şemal yanî “Tabûra Roja Bakur” ava dike. Dema ku DAÎŞ’ê di meha Îlonê ya heman salê de êrîş bir ser Kobanê, Ebû Leyla û şervanên wî jî bi YPG û YPJ’ê re mil bi mil dest bi berxwedanê dikin.
ÇAWA KU BIRÎNÊN WÎ BAŞ DIBIN, YEKSER DIÇE ENIYÊ
Hevjîna wî Dîcle jê pirs dike, “Gelo Kobanê wê bikeve?” Ew jî vê bersivê dide, “Hingî em hebin, Kobanê ti carî nakeve.” 29’ê Mijdara 2014’an bi giranî birîndar dibe, lê piştî tedawiyê car din çeka xwe hildigire û diçe çeperên herî pêş. Dîcle vê carê jê re dibêje, “Eger tu şehîd bibî, çar keçên min hene em ê çawa bijîn, ez bi tena serê xwe nikarim.” Dîcle jî ya ku wê demê dayikek ciwan bû, ji tarîtiya DAÎŞ’ê ditirsiya. Ebû Leyla vê carê dibêje, “Tu mîna şêrî, tiştek jî li min nayê, ez şehîd nabim. Lê eger şehîd bibim jî serbilind be.” Dibêje, ew ê kêliyekî jî dest ji têkoşînê bernede.
‘TU DÊ BI BAVÊ XWE SERBILIND BÎ’
Sala 2015’an dema birîndar dibe jî li ser sandalyaya xwe dirûne û hîn jî di şer de cih digire. Ebû Leyla di dema şerê Kobanê de ji keça xwe Leyla re ya ku pir jê hez dike, nameyekî dinivîse. Her hevokeke wê nameya ku beriya 11 salan hatî nivîsandin, çîroka lehengiyekê ye. Di nameyê de ji keça xwe re wiha dibêje, “Rêya me wiha ye. Parastin û xebat wezîfeya me ye. Ez ê ji bo te û zarokên mîna te şer bikim. Ji bo zarokên li ser vê xakê siberojeke hîn baştir û azad bijîn, em ê singê xwe li dijî hemû xeteriyan bikin mertal. Dema hûn mezin bûn, da ku hûn nebêjin te ji bo me tiştek nekir. Min pir bêriya te kiriye Leyla. Ez bijîm jî, şehîd bibim jî tu dê bi bavê xwe serbilind bî.”
JI SIRÎNÊ HEYA ŞEDADÊ
Çileya 2015’an piştî rizgarkirina Kobanê, dora herêmên din tê. Ebû Leyla li Sirîn, Girê Spî, Tişrîn, Hol û Şedadê di hemleyên rizgarkirina ji DAÎŞ’ê de cih digire. Di hemû şerên beşdar bûyî de, herî kêm 7 caran birîndar dibe. Tevî vê yekê jî wezîfeya xwe bi moral û baweriyeke mezin didomîne. Êdî dora rizgarkirina Minbicê tê.
LI MINBICÊ BÛ NEMIR
1’ê Hezîrana 2016’an “Hemleya Rizgarkirina Minbicê” destpê dike. Di meha Nîsanê ya heman salê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê avakirin. Endamê vê meclîsê û Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal Ebû Leyla li gundê Xefiet Ebû Qelqel 3’yê Hezîranê di encama topa hewanê de bi giranî birîndar dibe. Ji bo tedawiyê destpêkê dibin Qamişlo, piştre dibin bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê. Ebû Leyla 5’ê Hezîranê tevlî karwanê şehîdan dibe…
CARA DESTPÊKÊ Û DAWÎ XATIR XWEST
Dîcle Ehmed Sedûn ew pêvajo ji ANF’ê re vegot: “Tevlî kîjan şerî biba, ti carî xatir ji min nedixwest. Min jî qet bawer nedikir, wê şehîd bibe. Lê rojek beriya ku hemleya Minbicê destpê bike, cara destpêkê xatir ji min û zarokan xwest. Rojek piştre min zanî birîndar bûye, lê min hîs kiribû. Mirov hîs dike. Her çendî ku mirov bêje wê bi demê re derbas bibe jî, pêvajoyeke giran bû. Şehadeta wî ji bo min, zarokên min, malbata wî û gelê wî pir giran bû.”
BI HEZARAN BÛN EBÛ LEYLA
Agahiya şehadeta Ebû Leyla di nava demek kurt de belavî Rojava û hemû Kurdistanê bû. Her çendî ku hevrêyên wî li hemberî şehadeta Ebû Leyla xemgîn bûn jî, sond dixwin ku xeyala Ebû Leyla pêk bînin. 7’ê Hezîranê bi hezaran kes cenazeyê Ebû Leyla li Pakrawangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê dispêrin axê.
DAÎŞ BIRAYÊ WÎ YÊ MEZIN DIREVÎNE
Birayê mezin ê Ebû Leyla, Yûsif Ebdî Sedûn li pakrawangehê diyar dike ku ew ê çeka birayê xwe li erdê nehêle û sond dixwe ku têkoşîna wî bidomîne. Piştî nêzî du hefteyan birayê wî Yûsif ê ku ji bo şer diçe eniyê, ji aliyê DAÎŞ’ê ve tê revandin. Cilên bi rengê pirteqalî li Yûsif dikin, wî teşhîr dikin û dîmeneke wî diweşînin. Di dîmen de li ser rû û guhên Yûsif, birîn xuya dikin. Û tevî ku 10 sal derbas bûne, ti agahî jê nayê wergirtin. Malbata Sedûn wê rojê ne tenê Ebû Leyla, Yûsif jî winda dike…
HEVRÊYÊN WÎ SOZA XWE BI CIH ANÎN
Hevrêyên wî ji bo bîranîna têkoşîn û mîrateya wî, navê hemleya Minbicê weke “Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla” diguherin. Gelek şervan jî navê “Ebû Leyla” li xwe dikin û heta azadkirina bajêr li ber xwe didin, li hemû bajêr navê Ebû Leyla belav dibe. Li ser navê wî Akademiya Şehîd Ebû Leyla tê vekirin.
Dîcle diyar kir ku dema wê agahiya rizgarkirina Minbicê bihîst, pir kêfxweş bû û got, “Bi rastî jî ez pir kêfxweş bibûm. Erê, Minbic niha di destê dijmin de ye, lê wê demê ez kêfxweş bibûm. Min gotibû, Ebû Leyla û hevalên wî bi ser ketin.”
TEMSÎLA BAWERÎ Û HÊVIYÊ
Îro di sala 10’an a şehadeta Ebû Leyla de, têkoşîna wî sekneke li dijî qirkirina Kurdan e. Şehadeta wî di dîroka Şoreşa Rojava de temsîla bawerî û hêviyê ye. Ebû Leyla bi salan li dijî tarîtiyê li ber xwe da û tevî birînên xwe jî ji eniyê dûr neket. Ew weke lehengekî di bîra gelê xwe de ye.

