Yekşem, 7 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe
Kurdistan

Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe

Di weşangeriya Kurdî de pirtûk û cihêrengî zêde dibe, lê belê hejmara xwendevanan kêm dibe. Weşanger û nivîskar gotin, j ibo pirsgirêkên weşanxaneyên Kurdî bêne çareserkirin û pirtûkên Kurdî hîn bêhtir bêne xwendin, işaret bi girîngiya statuya Kurdî kirin

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

“Rojên Pirtûkê” destpê kir ku ji aliyê Baroya Mêrdînê ve tê lidarxistin û wê sê rojan dewam bike. Çalakiyê li avahiya xizmetên baroyê destpê kir û parêzer, nivîskar, weşanger, nûnerên partiyên siyasî jî di nav de gelek kes tevlî bûn.

Li Fûara Rojên Pirtûkê ku 28 weşanxaneyên Kurdî û weşanxaneyek Suryanî tevlî bûn, nêzî 3 hezar pirtûk pêşkêşî xwendevanan hate kirin. Li fûarê ku xwendekarên dibistana seretayî yên dersên hilbijartî yên Kurdî eleqeyeke mezin nîşan dan, nivîskar û weşangeran li ser pirsgirêkên ku weşanxaneyên Kurdî bi wan re rû bi rû dimînin, eleqeya xwendevanan, nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê û bandora neyînî ya vê yekê li ser Kurdî ji ANF’ê re nirxandin.

PIŞTGIRIYA JI BO WEŞANXANEYÊN TIRKÎ, ASTENGIYA LI PÊŞIYA WEŞANXANEYÊN KURDÎ

Damezrînerê Pirtûka Kurdî û koordînatorê wê Bawer Berşev anî ziman ku weşanxaneyên Kurdî li gorî weşanxaneyên Tirkî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne û diyar kir ku kêmbûna hejmara xwendevanên Kurdî yek ji pirsgirêkên herî girîng e.

Berşev ragihand ku li Bakurê Kurdistanê hejmara xwendevanên Kurdî 10 hezar kesî derbas nake û got, “Ev hejmar, bi taybetî di pêvajoya destpêkê ya çareseriyê de bi eleqeya ciwanan a ji Kurdî re her sal zêde dibû. Lê belê salên dawî ev eleqe kêm bû. Pirsgirêka me ya destpêkê ev e. Pirsgirêka me ya duyemîn jî aborî ye. Beriya darbeyên qeyûman şaredariyên li Kurdistanê gelek fûar lidar dixistin, derfetên cuda diafirandin. Karên gelekî serketî jî kirin. Lê belê şaredarî niha xwe vedigirin û piştgiriyê nadin. Qanûnên hatin derxistin jî li pêşiya şaredariyan dibin asteng.

Li aliyê din qeyûmê li Wanê ji kaseya şaredariyê ji weşanxaneyên Tirkî milyonek pirtûk kirî û belav kir. Şaredarî jî dikare bikire û ji pirtûkxaneyan re bişîne. Lê belê ev piştgirî ji bo weşanxaneyên Kurdî nayê kirin.”

Berşev diyar kir ku pirtûkên ji aliyê weşanxaneyan ve têne çapkirin di nava gel de belav dibin û bi demê re vediguherin zimanê wî gelî û got, ji bo Kurdî bibe zimanê xwendinê yê gel pêwîste statu ji Kurdî re bê dayin.

Berşev got, “Dema ku Kurdî bû xwedî statu û veguherî zimanê bazarê, hejmara weşanxaneyên Kurdî ku niha derdora 30-40 e wê 100’î derbas bike. Zêdebûna hejmara xwendevan û weşanxaneyên Kurdî bi statuya Kurdî ve girêdayî ye.”

‘ZEXTA DEWLETÊ JÎ BANDORÊ LI WEŞANXANEYÊN KURDÎ DIKE’

Nivîskarê romana “Avrîn” Rohat Bûlût jî anî ziman ku weşanxaneyên Kurdî bi zehmetiyên cidî yên aborî re rû bi rû ye.

Bûlût got, “Weşanxaneyên Kurd ji aliyê fînansekirina xwe ve zor û zehmetiyan dikişîne. Sedema wê jî maliyeta çapkirinê û kaxizan e. Li aliyê din kêmbûna eleqeya xwendevanan jî rewşeke din e ku zorê dide weşanxaneyan. Ji ber ku Kurdî ne zimanê perwerdeyê û zimanê fermî ye, xwendevan jî zehmetiyan dikişîne. Ji ber vê jî xwendevanên têne fûarê zêde eleqeyê nîşanî pirtûkên Kurdî nadin. Ev pirsgirêkên bingehîn ên li pêşiya weşanxaneyan e.”

Bûlût bi bîr xist ku pirtûkên ji aliyê hin weşanxaneyan ve têne weşandin roman, bîranîn û wêjeya zindan û çiyê ye, ev pirtûk jî ji aliyê dewletê ve têne qedexekirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ji ber ku weşanxane nikare van berheman bigihîne ber destê xwendevanan, hem bi xwe hem jî xwendevan bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Li aliyê din, divê weşanxane organîzasyonên ku nivîskar û xwendevanan digihîne hev dewam bikin.”

‘HEJMARA PIRTÛKÊN KURDÎ ZÊDE DIBIN, LÊ HEJMARA XWENDEVANAN KÊM DIBE’

Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralp jî ragihand ku ji ber maliyeta zêde weşanxaneyên Kurdî neçar dimînin ku polîtîkaya xwe ya weşanê biguherînin û got, “Kalîteya pirtûkeke Kurdî çiqasî baş jî be, eleqeya pêwîstî nabîne. Sedemeke vê ew e ku Kurdî ne zimanê bazarê ye. Her wiha mirov dikare bibêje ku hejmara nivîskarên Kurd ji hejmara xwendevanên Kurd zêdetir bûye. Yanî hejmara pirtûkên Kurdî zêde bûye, lê hejmara xwendevanan kêm bûye.”

Li gorî Delîl Zengeralp, eger Kurdî bibe zimanê perwerdeyê wê hejmara xwendevanan jî zêde bibe.

‘PAŞEROJA WEŞANGERÊN KURD BI XWEDÎDERKETINA GELÊ KURD A LI ZIMANÊ XWE VE GIRÊDAYÎ YE’

Hevseroka Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) Asya Genim jî anî ziman ku pirsgirêka herî mezin asîmîlasyon û oto asîmîlasyon e û got, ev yek jî bandoreke cidî li hejmara xwendevanên Kurdî dike.

Asya Genim diyar kir ku civakek bi zimanê xwe neaxive, dayik û gavên ku bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re neaxivin eleqeyê nîşanî pirtûkên Kurdî jî nadin û got, “Em jî karekî civakî dikin. Eger civaka Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeve ev rewş wê bandoreke erênî li me weşangeran jî bike; eger xwe jê vegire, ev yek wê bandoreke neyînî bike.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pîranê 4 kes hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Pîran a Amedê, 4 kes binçav kirin ku Hevserokê Navçeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efxanistanê êrîşa DAÎŞ’ê: 3 mirî

Li bajarê Kandahar yê li Başûrê Kurdistanê di êrîşa xwekujî ya ku li ber bankeyekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Hevdîtin têrê nake, divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari got, "Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin û şert…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê li pêşiya Parlemantoyê çalakiya “Qanûn û Rûmet”

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê bi nûnera Rêxistina Bijîşkên Bêsînor re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?