TevÇand Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojên dawî li hemberî hunermend Diyar Dersim kampanyayeke organîzekirî tê meşadin û di şexsê Diyar Dersim de têkoşîna azadiyê hedef tê nîşandan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê bê zanîn, ev ne cara yekê ye ku provokasyonên bi vî awayî organizekirî pêk tên. Berî wê bi rojek xwestin heman provokasyonê di konsera Hunermendê me Kawa de jî bikin. Îroj hevalê me Diyar eşkere kir bê çawa û kê ew lîstik kirine.
Di demeke wiha de ku di heman rojê de kongreya KNK’ê li hev civiya û banga yekbûna neteweyî hate kirin provokasyonên wiha tenê di xizmeta wan kesan de ne ku naxwazin yekbûnek neteweyî hebe.”
TevÇand Ewropayê ragihand ku provokasyonê sînorê medya dîjîtal derbas kiriye, hinek qenalên televîzyonê yên li Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekalî û bêyî rastiyê nîşan bidin tevlî kampanya reşkirinê bûne û destnîşan kir ku ev yek li gel xemgîniyê cihê gumanan e.
Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: “Di demeke wiha ku pêwîstiya me bi yekbûnê heye de divê bê zanîn ku huner jî hunermendîtiya Kurd jî xizmetê vê yekê dike û wê kesayet û hewldanên hesabên erzan vala derxîne. Carek din em bi tundî wan helwestan û eniyên provokasyonê û nêta wan a xerab şermezar dikin.”

