În, 7 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yenî Partî: Em ê tevî kêmasiyan piştgirî bidin pêşnûmeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyê hiqûqê vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Banga Birêz Ocalan banga aştiya Rojhilata Navîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fethî Yildiz ê MHP’î di komîsyonê de banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê xwend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme qanûna çarçoveyê li Komîsyona Edaletê tê nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ji nû ve vekirina doza Mûsa Anter serlêdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Bi gotinan pêvajo nameşe
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Bi gotinan pêvajo nameşe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Ji niha û pê ve pêvajo bi gotinên ji nêta baş nameşe" û ji bo qanûna çarçoveyê jî got, "Bendewariya me zelal e. Ev pêvajo divê derbasî meha Tîrmehê nebe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê, bûyerên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li dijî çepgiran da ku naveda wê Enqerê bû û heta niha 209 kes hatin binçav kirin û got: “Beriya civîna NATO’yê binçavkirina bi sedan kesan li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku civîneke NATO’yê pêk tê, Tirkiyeyê hemû dorpêç kirin e. Ji bo NATO bi rehetî civînê bike di seatên sibêhê de bi sedan kes hatin binçavkirin. NATO li ser navê emperyalîzmê li herême li gorî berjewendiyên xwe şer derdixe. Sosyalîst û şoreşger jî li dijî vê yekê îtîraz dikin. Ji ber vê îtîrazê hatin binçavkirin lê ew îtîraz bi binçavkirinê nayê bêdengkirin. Divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”

Tulay Hatîmogûllari di dewama axaftina xwe de ji ber wefata rojnamevan Bayram Balci sersaxî ji Çapemeniya Azad re xwest û got: “Bayram Balci hevrêyê Apê Mûsa bû. Salên dirêj di Çapemeniya Azad de kedeke mezin da. Serê gelê Kurd û Çapemeniya Azad sax be.”

Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku ew di meha Muharemê ku ji bo Elewiyan meheke taybet e de ne û wiha got: “Meha Muharemê ji Kerbelayê vir ve li dijî zilimkaran li cem kesên rastî zilme tên e. Meha Muharemê ya hemû Elewiyan pîroz be.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku wê li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên ji doza kumpasê ya Kobanê dilgirtînê re hevdîtin pêk aniye û wiha pê de çû: “Tevî hevalên me bi salane di girtîgehê de ne jî di têkoşînê de bi biryar in. Hevalên me jî girîngiya têkoşîna sosyalîst û welatparêz destnîşan kirin. Hemû hevalên me yên di girtîgehê de sepanên desthilatê qebûl nakin û li dijî van sepanan berxwedana xwe didomînin. Ayşe Gokkan ku me pê re hevdîtin kir 19 sal ceza lê hate birÎn. Em li aliyekî pêvajoyeke aştiyê bi rê ve dibin lê li aliyê din jî ceza li hevalên me dibirin. Ev ceza û 19 sal cezayê li Ayşe Gokkan hate birîn, nayê qebûlkirin. Her wiha derbarê doza Kobanê de biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî hene. Em li vir bang dikin ku demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk were û girtiyên siyasî bên berdan. Em ji hemû girtiyên siyasî re silavên xwe dişinin û dibêjin heta hûn werin berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser şer û êrişên li cîhanê û herêmê diqewimin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şer û pêvçûn li cîhanê zêde dibe. Burjuvazî, di vê serdemê de nirxên xwe yên demokrasî û hiqûqê jî binpê dike. Ji bo berjewendiyên aborî kî bi hêz be êrişan dike. Di vir de sermayedar tenê bi ser dikevin lê gel winda dike. Li dijî vê yekê ji bilî têkoşîneke hevpar a enternasyonalîst tu rêyeke me tune ye. Di serdemeke ku Amerîka û Îran hevdîtinan dikin de Îsraîl êrişên li ser Lubnanê didomîne. Heta niha 4 hezar welatiyên Lubnanê jiyana xwe ji dest dane û bi ser milyoneke welatî neçarî koçberiyê bûne. Divê êrişên li ser Lubnanê jî bi dawî bibin. Her wiha yek jî pirsgirêka dagirkeriya li ser Filîstînê heye. Divê dagirkeriya li ser Filîstinê bi dawî bibe û aştî û wekhevî li Rojhilata Navîn pêk were. Weke gelen herêmê em ji şer westiyan û pêdiviya me bi aştiyê heye. Em bang li dewleta Îranê dikin ku piştî van mudaxaleyan û êrişan divê aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne û mafên gelê Kurd, Belûç û hemû gelan pêk bîne. Her wiha divê maf û azadiya jinan jî bê naskirin. Divê dewleta Îranê guh bide daxwazên gel û zextên li ser welatiyên Îranê bi dawî bikin. Kurd daxilî şer nebûn û berjewendiya gelan esas girtin. Helwesta gelê Kurd şênber e; Li Tirkiyeyê muxatab Enqere ye, li Îranê Tahran e, li Iraqê Baxda ye û li Sûriyeyê jî Şam e. Divê ev her çar dewlet jî guh bidin daxwazên gel û ber bi demokratîkbûyînê, çareserî û aştiya navxweyî pêk bînin. Em di şexsa Jîna Emînî de silav ji hemû jin û têkoşeran re dişinin. Silav li yên ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li vê herême zindî kirin be.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser bûyerên li herêmê û axaftina xwe wiha dewam kir: “Welatî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Ji ber kêmbûna muçeya teqawîdbûnê kesên teqawîd nikarin debara xwe bikin. Sedema birçîbûn û xizaniyê polîtîkayên desthilata AKPê ye. Ciwan ji ber betaliyê neçar dimînin derkevin dervayî welat. Sedema vê yekê polîtîkayên desthilatê ne. Mamosteyên dibistanên taybet çend roj in li Enqereyê ji bo daxwazên xwe di grava birçîbûnê de ne. Mamoste ji ber daxwazên xwe rastî êriş û binçavkirinan tên. Parlamenterên desthilatê dengên sextê di Meclîsê de bikar tînin. Yên dengên sextê bikar tînin dê çawa ji daxwazên gel dabîn bikin û pêk bînin. Em weke DEM Partiyê xizmetên fermî bê pere û bi zimanê dayikê pêşniyar dikin. Em ê li dijî xizanî û betaliyê jî bi hemû ciwanan re têkoşîna xwe bidomînin.”

Tulay Hatîmogûllari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha axivî: “Di serdemeke ku li herêmê şer û pêvçûn heye de divê Tirkiye pêşengiya aştiyeke demokratîk bike. Li herêmê gel ji me re dibêje; ‘PKKê çekên xwe şewitandin lê Tirkiyeyê tu gav neavetin’. Ji me dipirsin dibêjin, ‘Gelo dewlet pevçûne dixwaze an?’ Ev ne pirsa me ye pirsa gel e. Ev pêvajo bi gotinan nabe. Divê çarçoveya qanûnî demildest bê rojeva Meclîsê. Divê beriya meha Tîrmehê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê. Em ê helwesta, ‘negihîşt vê mehê û piştî Meclîs vebibe, em ê bînin rojevê’ qebûl nekin. Mafê kesî tune ye hêviyên gel ên aştiyê bişkîne. Li cihekî ku çek bêdeng bûbûn divê çarçoveya qanûnî bingeha demokrasî û hiqûqê xurt bike. Pêdiviya Tirkiyeyê bi tirsê tune ye bi avakirina siberojek nû heye. Weke DEM Partiyê em her tim dibêjin aştî û girîngiya aştiyê tînin ziman. Ji aliyê din ve jî ji bo aştî civakî bibe têkoşîna xwe didomînin. Aştî tenê ne bi Kurdan bi hemû gelên vî welatî pêkan e. Em di vê ferqê de ne û xebatên vê yekê didomînin. Ya ku muzakereyê xurt dike têkoşîn e.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew ê li Mêrsîn, Wan, Amed û Stenbolê mitîngên azadiyê li dar bixîn û wiha got: “Ji bo ev pêvajo bigihîje serkeftinê û şert û mercên azad ên sermuzakerevanê vê pêvajoyê birêz Ocalan bê başkirin, em ê daxwaz û peyamên xwe bidin. Em dev jî vê rêya xwe bernadin. Rêya me rêya aştî, edalet û demokrasiyê ye. Rêya me vekirî be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê
Nûçeya Pişt re Demîrtaş daxwaza Kiliçdaroglû ya ji bo hevdîtinê red kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tebaxa 2025’an bû sêyemîn Tebaxa herî germ

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Copernicus a Yekîtiya Ewropayê (YE) Tebaxa sala 2025’an bûye sêyemîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Şîrketa Lafarge li Sûriyeyê bi tewanbariya ‘fînanskirina terorê’ tê darizandin

Rûniştina doza der barê şîrketa Lafarge ya Fransayê û rêveberên wê yên berê de ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de ye

Girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê Îsmaîl Yuzun tevî nexweşiyên xwe yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Yenî Partî: Em ê tevî kêmasiyan piştgirî bidin pêşnûmeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyê hiqûqê vedibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Banga Birêz Ocalan banga aştiya Rojhilata Navîn e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fethî Yildiz ê MHP’î di komîsyonê de banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê xwend

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?