Rêxistina Mafên Mirov ya Kurdistanê eşkere kir ku çalakvanên bi navên Neda Dedecanî û Setayeş (Behnoş) Sarabî yên xelkê navçeya Qurwe ya ser bi parêzgeha Sine ne, di dema xwepêşandanên meha çile de hatibûn binçavkirin.
Hatiye diyarkirin ku her du çalakvan ji aliyê Şaxa 102 ya Dadgeha Cezayan a Qurwe ve bi tometa ‘Têkdana ewlehiya giştî’ hatin cezakirin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku dadgeha rejîma Îranê bi giştî 6 sal cezayê girtîgehê, 4 sal cezayê sirgûnkirina bajarê Nişkehr yê parêzgeha Sîstan Belûçistanê û 62 qamçiyan li her du çalakvanan birî.

