Ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê jî hat silavkirin. Di civînê de Hevserokê Otonomiya Kurd a Rûsyayê Ferhat Patev axivî û got, Şoreşa Rojava îradeya gelê Kurd, jin û ciwanan xurt kir.
Patîev bal kişand ser wate û giringiya berxwedana Zindana Amedê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û got, “Rewşa niha ya li her çar parçeyên Kurdistanê, pêwîstiya yekîtiya neteweyî û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurd bû îlhamek. Di heman demê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Şoreşa gelan e. Ev şoreş bi saya berxwedana keç û xortên Kurd, YPJ û YPG’ê ava bû.”
Derbarê rewşa li Kurdistanê û bi taybetî jî ya Rojavayê Kurdistanê nîqaş hatin kirin.
Civîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namin” û “Bijî Şoreşa Rojava” bi dawî bû.

