Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan
Jin

Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

Desthilatdariya AKP'ê di nava 24 salan de polîtîkayeke êrişê a bi rêk û pêk li dijî mafên jinan meşand. Ev polîtîka ne tenê vekişandina serererastkirinên qanûnî bû; her wiha afirandina hişekî civakî bû û têkildarî kuştina jinê çanda necezarkirinê kûr kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

AKP ku ji sala 2002’an û vir ve li Tirkiyeyê desthilatdar e, li qada ewlekariya jiyanê û mafên jinan polîtîkayeke paşketinê ya bi rêk û pêk meşand. Li gorî daneyên rêxistinên civaka sivîl, di navbera salên 2010 û 2025’an de herî kêm 4 hezar û 155 jin hatin kuştin, 2 hezar û 436 jin jî bi gumanbarî mirin. Ev pêvajo bi tasfiyekirina garantiyên qanûnî, biryarên vekişîna yekalî ji Peymana Stenbolê û gotinên zayendîperest ên rêveberên dewletê işaretê bi krîzeke binyadî dike. Li Tirkiyeyê ji sedî 61 ê jinên hatin kuştin li mala xwe hatin qetilkirin. Her wiha polîtîkaya veşartina daneyan a saziyên fermî jî tê zanîn.

LI GORÎ SALAN STATÎSTÎKA KUŞTINA JINAN

Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) û Anit Sayaç’ê, di dema desthilatdariyên AKP’ê de kuştina jinan qat bi qat zêde bû. Saziyên fermî daneyên li ser kuştina jinan bi rêk û pêk qeyd nakin û bi raya giştî re parve nakin. Wezareta Karên Hundir jî ji sala 2021’ê û pê ve eşkerekirina daneyên li ser kuştina jinan sekinand. Lê belê li gorî daneyên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji sala 2002’an û vir ve rewş bi vî rengî ye:

HEJMARÊN KRÎTÎK

Di navbera salên 2010 û 2025’an de bi giştî 4 hezar û 155 jin hatin kuştin, 2 hezar û 436 jin jî bi gumanbarî mirin. Ji sala 2024’an û pê ve ku hingî qeydkirina daneyan destpê kir, 394 jin hatin kuştin ku bû sala herî zêde jin lê hatin kuştin.

Sala 2011’an ku Peymana Stenbolê hate îmzekirin, di nava 15 salan de yekane sal bû ku herî kêm jin lê hatin kuştin. Di wê salê de 121 jin hatin kuştin. Piştî ku Tirkiyeyê di sala 2021’ê de xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, di sala 2022’an de kuştina jinan ji sedî 20 zêde bû û gihîşt 334’an. Hejmara mirina bi guman a jinan jî di navbera salên 2017 û 2023’an de ji sedî 82 zêde bû.

Ji sedî 61 ê jinên hatin kuştin li mala xwe, ji sedî 57 jî bi çekê hatin kuştin. Di sala 2025’an de 23 jin ji ber ku biryara parastina wan bi cih nehate anîn hatin qetilkirin. Heman salê 17 jin ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kuştin.

Daneyên ku li jorê hatin dayin radixin pêş çavan ku di dema desthilatdariyên AKP’ê de kuştina jinan ne tenê “pirsgirêkeke civakî” ye, lê encamek ji polîtîkaya bi rêk û pêk e.

MIRINA BI GUMAN

Ji sala 2020’î û pê ve mirina bi guman a jinan bi rêk û pêk zêde bû. Sala 2020’î 171 jin bi gumanbarî mirin, sala 2025’an ev hejmar bû 297. Li gorî daneyên KCDP’ê, piraniya van mirinan nehate ronîkirin. Di hin bûyerên hatin ronîkirin de eşkere bû ku bûyer kuştina jinan e. Rêxistinên jinan dibêjin, di hin dosyayan de bûyer weke ‘xwekuştin’ an jî ‘qeza’ hatin nirxandin û ji ber vê jî lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin. Di navbera salên 2017 û 2023’an de hejmara mirina jinan a bi guman ji sedî 82 zêde bû. Ev dane nîşan dide ku manîpulasyoneke daneyan a bi rêk û pêk û polîtîkaya necezakirinê heye.

PROFÎLA KIRYAR Û NECEZAKIRINÊ

Li gorî rapora KCDP’ê ji sedî 39 ê kiryarên kuştina jinan berê qeyda wan a sicîla edlî hebû. Di çarçoveya Paketa Dadgeriyê ya 11’emîn de bi hin guhertinên înfazê re hin kiryar zû hatin berdan. Mînak, Okay Gur ê ku Rojda Yakişikli qetil kir, di çarçoveya guhertina di înfazê de hatibû berdan. Rêjeya kuştina jinan a bi çekê di sala 2021’ê de ji sedî 48 bû, di sala 2025’an de bû ji sedî 57. Ev rêje nîşaneya wê yekê ye ku biçekbûna şexsî nayê kontrolkirin û tundiyê yekser zêde dike.

ÎFLASA BIRYARÊN PARASTINÊ

Di sala 2025’an de 23 jin li gel biryara parastina wan hebû jî hatin qetilkirin. Ev yek jî nîşan dide ku di parastina jinan de li nava mekanîzmayên dewletê pirsgirêkên cidî hene û biryarên parastinê di pratîkê de bi cih nayên anîn. Desthilatdariya AKP’ê êriş bir ser mewzûata navxweyî û peymanên navneteweyî yên ku mafênn jinan ewle dikirin; ev mekanîzma lawaz kir an jî ji holê rakir.

ROLA AKP’Ê YA DI BÛYERÊN KUŞTINA JINAN DE

Desthilatdariya AKP’ê rola xwe ya di zêdebûna kuştina jinan de hem yekser hem jî neyekser timî li xwe girt.

Polîtîkaya necezakirinê: Li gorî daneyên Freedom Houseyê, ji her 100 jinên ku tundî li wan hate kirin, tenê 7 ji wan serî li polîsan didin. Jis edî 29 ê jinên serî li polîsan didin jî hewl tê dayin ku wê bi hevjînê wê re bidin lihevkirin, ji sedî 13 ji wan jî ti hewldan ji bo wan nayê kirin. Li gorî heman daneyan, ji her 100 jinên ku rastî tundya fîzîkî yan jî zayendî tên, tenê 4 ji wan ji bo dozgerên komarê hêjayî şopandina rewşa wan tê dîtin. Têkildarî dosyayên ku vediguherin dozê jî tenê têkildarî ji sedî 49 ê kiryaran biryara mehkûmiyetê tê dayin.

Veşartina daneyan û manîpulasyon: Wezareta Karên Hundir ji sala 2021’ê (Dema Suleyman Soylû) û pê ve eşkerekirina daneyên li ser kuştina jinan bi temamî rawestand. Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî piştî sala 2022’an parvekirina daneyan bi dawî kir. Ev yek dihate wateya bidawîkirina zelaliyê. Hewl hate dayin ku kuştina jinan bi bahaneyên weke ‘xwekuştin’, ‘qeza’, ‘ketina ji bilindahiyê’ bê nixumandin. Di sala 2025’an de 19 jinên jiyana xwe ji dest dan, nehate tespîtkirin bê di nava kîjan mercan de jiyana xwe ji dest dan.

Bicihneanîna biryarên parastinê: Di sala 2025’an de 23 jin li gel ku biryara parastina wan ji aliyê dewletê ve hatibû dayin, hatin kuştin. Têkildarî 258 jinan jî zelal nebû ku biryara parastina wan hebû yan na. Vê yekê nîşan da ku di mekanîzmayên dewletê de ji aliyê parastina jinan ve pirsgirêkên cidî hene û biryarên parastinê bi cih nayên anîn. Polîs û leşkeran li qereqolan ji jinên mexdûrên tundiyê re gotin, ‘Hûn ê serî li dadgeha malbatê bidin’ û serlêdanên wan vegerandin. Ev yek jî li gel ku bi şênberî li dijî xala 8’emîn a Qanûna bi Hejmara 6284’an bû, bi giranî hate ferzkirin.

Helwesta li dijî wekheviya zayendî ya civakî: AKP’ê têgeha wekheviya zayendî ya civakî red kir û sedemên esasî yên kuştina jinan ji nedîtî ve hat. Bi ragihandina ‘Sala malbatê’ re jin bi rola li nava malê hate pênasekirin. Serxwebûna aboriyê ya jinan ji nedîtî ve hat. Hejmara jinên ku tevlî hêza karkirinê nebûn gihîşt 6 milyon û 345’an (Heta bi sala 2025’an). Têkoşîna mafên jinan bû hedef. Têgeha wekheviya zayendî ya civakî weke ‘dijminatiya li malbatê’ hate pênasekirin.

Desthilatdariya AKP’ê hewl da ku jinan bi rêk û pêk ji qada cemaweriyê vekişîne û di ser têgeha ‘malbatê’ jinan kontrol bike. Ev polîtîka jî bû bingeha civakî ya kûr a zêdebûna komkujiyên jinan.

KÊMKIRINA TEMSÎLA SIYASÎ

Temsîla siyasî ya jinan hate kêmkirin. Rêjeya parlamenterên jin hate kêmkirin, hejmara wezîrên jin hate kêmkirin. Guhertina navê Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr, guhertina têgehên ‘wekhevî’ û ‘wekheviya firsendê’ nîşaneya wê yekê bû ku dewletê dest ji berpirsyariya xwe ya cudahiya pozîtîf a ji bo jinan berda.

Polîtîkayên jinan ên desthilatdariya AKP’ê di bin navê ‘parastina malbatê’ de veguherî avaniyeke welê ku mafên şexsî yên jinan, xweseriya bedenî û mafê jiyanê desteser kir.

TÊKILIYA NAVBERA GOTINÊ Û TUNDIYÊ

Gotina ‘Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim’ a Serokkomar Erdogan, her wiha peyamên wî yên bi rengê ‘jin a ku dayikbûnê red dike kêm e’, ‘her kurtajek weke Qilabanekê ye’ ew gotin bûn ku serweriya mêr a li ser jiyan û bedena jinê rewa dikir. Gotin her tim bingeha fikrî ya tundiyê datîne. Tundiya gotinê polîtîkaya necezakirinê ye ku vediguhere tundiya fîzîkî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrikê bîranîna 146 şehîdan

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê 146 şervanên azadiyê yên ku mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were

Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Paketa Darazê ya 10’emîn sibe tê nirxandin

Paketa Darazê ya 10'emîn sibe li Civata Giştî ya Meclîsê tê nirxandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?