Karkerên ku li Santrala Termîk a Yunus Emre ya di bin bunyeya Doruk Madencilik a girêdayî Yildizlar SSS Holding de dixebitin, ji bo başkirina şert û mercên kar û bacên wan bên dayîn, ber bi Enqereyê ve meş dan destpêkirin. Meşa karkeran di roja 2’yan de rastî êrîşa polîsan hat.
Karkeran armanc dikir ku ji Oguzkentê bigihijin Ayaşê.
Li gorî daxuyaniya sendîkayê, dema karkeran li stasyona sotemeniyê ya lê bêhna xwe vedidan, xwestin meşê bidomînin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Li ser israra karkeran a ji bo dewamkirina meşê, polîsan bi gaza îsotê êrîş kir. Ji bo karkeran ambulans sewqî herêmê hatin kirin.
Di dema êrîşê de Serokê Giştî yê Enerjî-Sen a DÎSK’ê Suleyman Keskîn û Sekreterê Giştî Emîn Atsiz hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku polîsan piştre hewl daye karkeran ji herêmê dûr bikin, karkeran jî diyar kiriye ku ew belav nabin û hîn jî li stasyona sotemeniyê ne.

