Çarşem, 19 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Ramazan Ocalan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Togan: Dixwazin Îrfan Yilmaz ê ji sedî 96 astengdar bi mirinê re rû bi rû bihêlin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Tekîn Goyî bi fedakariya xwe dihat nasîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baluken: Mercên Birêz Ocalan yek ji sernavê stratejîk ê çareseriyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bertek nîşanî êrîşên çeteyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê 42’yemîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kaysî: Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin
Kurdistan

Kaysî: Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin

Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî got, "Di serî de gelê me em bang li her beşên civakê dikin ku li ber xwe bide û têbikoşe. Roj roja xwedîderketina li îrade û şaredariya xwe ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a li Amedê ve bi 6 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê hate cvezakirin. Piştî cezayê ku li Sofya Alagaş hate birîn, Şaredariya Sêrtê hate desteserkirin û li şûna hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kayîs, Waliyê Sêrtê Sîîrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hate tayînkirin.

Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî Mehmet Kaysî têkildarî desteserkirina îradeyê ya li Sêrtê ji ANF’ê re axivî û got, “Em hemû bêne şahid, ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevşaredara me Sofya Alagaş hate birîn. Êdî baweriya me bi dadgehan jî nayê, li gorî kêfa xwe ceza dibirin. Piştî ku ceza li hevşaredara me hate birîn, me li ber şaredariya xwe dest bi nobedê kir. Serê sibehê saet di 06:00 de weke ku welatekî dagir bikin ketin hundirê şaredariya me. Dest danîn ser şaredariya me û qeyûm tayîn kirin. Ji xwe amadekarî kiribûn û şaredariya me dagir kirin.”

GELÊ KURD DARBEYÊ QEBÛL NAKE

Kaysî diyar kir ku desthilatdariyê îradeya gelê Sêrtê tine hesibandiye û got, “Qeyûm ji bo me tê wateya talan û diziyê. Sê dem in qeyûm datînin ser îradeya Sêrtê. Qeyûman bi ti awayî xizmet ji vî gelî re nekirin. Vî gelî kedeke mezin da û xwedî li vê şaredariyê derket. Lê belê ew bi rengekî bê exlaq tevgeriyan û îradeya vî gelî tine hesibandin. Ev yek bê hiqûqî ye. Bila vê yekê baş zanibin, sê carên din jî qeyûm tayîn bikin jî ev gel wê desteserkirina îradeya xwe qebûl neke. Gelê Sêrtê serî li ber van netewand, wê serî li ber wan netewîne. Çi dibe bila bibe wê bi diziyê bi ser nekevin. Ji ber ku gelê Kurd vê darbeyê qebûl nake. Ev sîstem nikare bi qeyûman bê meşandin. Gelê Sêrtê îradeya xwe radestî me kir, lê belê wan nekarîn xwe li vê îradeyê rabigirin. Di dema hilbijartinê de 8 hezar hilbijêrên bê ûsil anîn vê derê, lê belê li gel vê yekê jî di hilbijartinê de winda kirin. Ev gel êdî vê qebûl nake, ji ber ku bi kêrî gelê Kurd nayên. Heta ku em wan careke din bişînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

DEMA XWEDÎDERKETINA LI ÎRADEYA XWE YE

Kaysî bang li partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl kir ku bi berxwedanê bersivê bidin desteserkirina îradeyê û got, “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ê şaredariyê ji wan re nehêlin. Ya ku wan kir bê hiqûqî ye, em vê bê hiqûqiyê qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe dewam bikin. Di serî de gelê me em bang li hemû beşên civakê dikin ku li ber xwe bidin û têbikoşin. Roj roja xwedîderketina li îrade û şaredariya xwe ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÊRT

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Çiyayên azad silav da Bendava Tişrînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK’ê li dijî desteserkirina îradeya gel nerazîbûn nîşan da

Konseya Rêveber a KNK’ê, li dijî desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Elyas: Polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas diyar kir ku dewleta Tirk a qirker dixwaze…

Ji aliyê Stêrk TV

Hollanda qanûna penaberiyê dijwar dike

Hikûmeta nû ya Hollandayê aramanc dike ku li Ewropayê qanûna herî dijwar a penaberiyê derxe.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?