Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de nirxand.
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser qanûna çarçoveyê û wiha axivî: “2 sal in pêvajo tê nîqaşkirin. Niha jî qala qanûna çarçoveyê tê kirin. Heyeta me di 20’ê Tîrmehê de bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di 21’ê Tîrmehê de birêz Numan Kurtulmuş serdana me kir û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê qanûn wê were rojeva meclisê. Divê ew qanûn teng neyê nirxandin. Divê hemû partiyên siyasî ji bo pirsgirêka sed salî çareser bibe bi berpirsyariyê rabin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de girîngiya bingeha qanûna çarçoveyê tînê ziman û dibêje; Divê teng û bi nîqaşên rojanê neyê nirxandin û bibe destpêka rûpeleke nû û demeke nû. Her wiha birêz Ocalan ji hemû gelên me re silav şandin. Ew nêzîkatiya birêz Ocalan ji bo çareseriyê pir bi wate ye. Çareserî bi bingeheke hiqûqî li ser wekheviyê pêkan e. Kurd her tim hatin înkarkirin lê îro Kurd û dostên wan ji bo avakirina aştiya civakî têdikoşin û muzakereyeke xurt dimeşînin. Divê veger bi awayekî teng neyê nirxandin.”
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyê li ser lihevkirine pêk were û ev tişt anî ziman: “Veger ew ê ku yên derketinê sirgûnê bigihêjin welat, yên di girtîgehan de bigihêjin malbatê, yên ji kar hatine dûrxistin bigihêjin kar. Di qanûna çarçoveyê de bendewarî ew ê ku misogeriya demokratîkbûyînê pêk bînin. Divê di vê qanûnê de şert û mercên birêz Ocalan bi cih werin û bikaribe bi awayekî azad pêvajoyê bi rê ve bibe. Bikaribe bi hemû beşên civakê re hevdîtinan bike. Divê weke mutabakata dawî qanûn derbikeve. Divê qanûn bi mutabakatê pêk were ku li ser erdê pêk were. Heta îradeya gelan neyê naskirin demokrasî pêk nayê. Heta edalet ji bo hemû kesan wekhev nebe komar nikare demokratîk bibe. Qanûna çarçoveyê di vê çarçoveyê de dikare bibe bingehek û destpêkek. Ji bo wê jî divê em têkoşîna hevpar hîn bi xurt bi rê ve bibin. Rizgariya hemû gel û baweriyên hatine înkarkirin jî di vir de derbas dibe.”
Di dirêjahiya axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser pirsgirêka cotkaran jî û ev tişt vegot: “Cotkar nikarin debara xwe bikin. Cotkar nikarin heqê xwe derxînin. Desthilat şûna çareseriyê bigere îhtalatê dike. Desthilata her tim qala netewperestiyê dike Tirkiye ji aliyê çandiniyê ve giredayî derveyê kiriye. Ew çawa netewperesti ye. Karkerên demsalê her sal ji bo kar li welatên xwe yan bi aliyê Behra Reş ve diçin an jî Behra Spî ve. Lê tevî van zehmetiyan jî nikarin debara xwe bikin. Ew polîtîkayên wê yên aboriyê çareseriyê nayne. Ji bo cotkar di vê rewşê de derbikevin divê piştgiriya hilberînê bê kirin, kooperatif werin avakirin, deynên cotkaran werin jêbirin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serkeftî encam bigire ew yek jî pir girîng e. Cihên hatine qedexekirin ji welatiyan re bê vekirin û welatî bikaribin çandiniyê bikin. Her wiha karkerên bi muçeya asgarî nikarin debarê xwe bikin û kesên ji bêkar re dibêjin; Ew pergal wisa naçe û guherandina vê pergala kedxwar di destê me de ye. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku di doza Gulistan Dokû de 6 sal in li pêşiya edaletê diwar hatine hunandin û wiha pêdê çû: “Şûna ku edaletê pêk bînin delîl hatine tarî kirin. Walitiyê Dersîmê Tuncay Sonel ne tiştek ji rezê ye. Hemû jî berhemên berdewama dema Suleyman Soylu ye. Divê ew dem were lêkolînkirin. Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin encama hişmendiya zilam e. Heta qetilkirina jinan neyê ronîkirin û edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gulistan Doku ku li Dersîmê hat qetilkirin yek jî encama bişaftin û zextan e. Li Dersîmê ku Kurd û Elewî ne polîtikayên bişaftinê li ser civakê hatiye ferzkirin. Di encama van polîtikayan de çete li wir hatine bicihkirin. Saziyên dewletê jî piştgiriya vê dikin. Êşên hatinê jiyîn hê jî di bîra me de ne. Keçên Dersîmê yên winda niha jî di şaxse Gulistan Doku de careke din pêk hatiye. Em li vir dibêjin; demildest destê xwe ji Dersimê bikişînin.”
Tulay Hatîmogûllari têkildarî qanûna ji bo zarokan ku li meclisê tê nîqaşkirin jî ev tişt anîn ziman: “Şûna pirsgirêkên zarokan çareser bikin ceza dikin. Sûc ne takekesî ye civakî ye. Zarok li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Bi xizaniyê re rû bi rû ne. Şûna vê pirsgirêkê çareser bikin û sedemên zarok sûcan dikin ji holê rakin ceza dikin. Weke DEM Partî me jî pêşniyarek ji meclisê kir ku Wezareta Zarokan ava bibe û mafê zarokan bê parastin. Em hêvî dikin ew qanûna zarokan ku dê were Civata Giştî bi vî awayî derbas nebe û pêşniyarên me cih bi cih bînin.”
Her wiha Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser kongreya partiya xwe û diyar kir ku amadekariyên wan ên kongreyê berdewam dike û wiha bi dawî kir: “Ji bo kongereyê konferansên me yên bajaran qediya û konferansên herêman berdewam dikin. Em ê bi vê nexşerêya xurtkirina têkoşana hevpar a demokratik biçin kongreyê. Ji bo bi beşên cuda re jî nîqaş bên kirin komxebatên me jî didomin. Ji bo kongreyê berpirsyarî dikeve li ser milê me hemûyan. Ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

