Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ISIG) “Rapora Cînayeta Kar” a Tebaxa 2026’an eşkere kir. Li gorî raporê, meha Tebaxê herî kêm 226 karker dema li ser kar bûn ji ber qeza û cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 15 jê jin, 15 jê zarok û 16 jê jî karkerên penaber bûn.
Li gorî daneyên ISIG’ê di nava sedemên mirina karkeran de di rêza destpêkê de qezayên trafîkê hebû.

