Welatên giravî yên biçûk ên li Pasîfîkê di nava welatên ku piştgiriya dîplomatîk didin polîtîkaya Îsraîlê ya naskirina Qûdsê weke paytextê, xurt dike. Nauru destpêk vê mehê li Qûdsê sefaretxaneya bilind vekir û bi vî rengî hejmara welatên ku li bajêr xwedî sefaretxaneya bilind e bû 9.
Piştî Papau Nû Gine û Fiji, welatê Nauru jî li Qûdsê sefaretxaneya xwe ya bilind vekir. Samoa jî eşkere kir ku plan dike, sefaretxaneya xwe ya bilind vê salê bibe Qûdsê.
Ev biryar ji aliyê dîplomatîk ve xwedî girîngiyê ye. Ji ber ku beşeke mezin a welatên ku bi Îsraîlê re xwedî têkiliya dîplomatîk in, sefaretxaneya xwe ya bilind li Tel Avîvê ye.
STATUYA QÛDSE CIHÊ NÎQAŞÊ YE
Qûdd di şerê Îsraîl-Fîlîstînê de yek ji sernavên herî hesas e.
Di plana Neteweyên Yekbûyî de ya li ser parçebûna Fîlîstînê ku sala 1947’an hate qebûlkirin, ji ber girîngiya ji bo Yahûdî, Xiristiyan û Misilmanan statuyeke taybet û navneteweyî ji bo Qûdsê hatibû destnîşankirin.
Lê Îsraîlê ji Şerê 1967’an û vir ve dest daniye ser rojhilatê Qûdsê. Ev desteserkirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nayê nakirin.
Serokê DYE’yê Donald Trump sala 2018’an Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ji Tel Avîvê biribû Qûdsê. Piştre li gel Guatemala, Honduras, Kosova, Paraguay û Somalilandê, welatên Fiji û Papua Nû Gine jî gavên bi heman rengî avêtin. Bi gava dawî ya Nauru re hejmara welatên ku tevlî vê xetê bûne zêdetir bû.
GELO LI PIŞT VÊ PIŞTGIRIYÊ MOTÎVASYONA OLÎ HEYE?
Li gorî pisporên ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivîn, ev piştgiriya welatên Pasîfîk a ji bo Îsraîlê nkiare tenê bi berjewendiyên aborî û dîplomatîk bê vegotin.
Ji dîplomatên berê yên Fijiyê Salote Tagivakatini diyar kir ku Xiristiyanî hêmana esasî ya nêzîkatiya alîgiriya Îsraîlê ya li herêmê ye.
Tagivakatini bi bîr xist ku nêzî ji sedî 90 ê nifûsa şêniyên xwecihî yên li giravên Pasîfîkê xwe Xiristiyan pênase dikin û got, di nava hin civakan de gotinên li Încîlê ya li ser zarokên Îsraîlî gelekî bi bandor e.
Tê gotin, baweriya Evanjeyî ku di sedsala 19’an de mîsyonerên Xiristiyan li herêmê belav kirin û siyaseta îro ketine nava hev. Di destûra bingehîn a hin welatên Pasîfîkê de baweriya Xiristiyanê bi eşkere cih digire. Di nava hin civakan de jî bawerî bi kenahetên berê yên vegera Yahûdiyan li xaka Îsraîlê tê anîn.
Li Papua Nû Gine, Giravên Solomon û hin herêmên Fijiyê, hin civak hene ku îdîa dikin, ew ji qewmê ‘Kabîleyên winda’ yên Îsraîlê tên.
Her wiha rabirdûya olî ya şexsî ya hin lîderên herêmê jî bandorê li nêzîkatiya li Îsraîlê dike.

