Teqîna ku dikeve 30 kîlometreyê başûrê La Paz, li gorî saeta herêmî 14.30’an pêk hat.
Piştî teqîna tund, dûyeke reş bilind bû, camên malên li derdorê şkestin û bi bandora teqînê re parçeyên enkazê belavî derdor bûn.
Berdevkê polîsan Albay Roger Roca diyar kir ku li cihê bûyerê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di nava 59 birîndaran de ji xeynî sivîlan leşker jî hene. Polîsan her wiha ragihand ku 7 kes jî winda ne.
Wezareta Parastinê ya Bolîvyayê diyar kir ku malzemeya teqiya, ji fîşekên hewayî ya ji bo saziya leşkerî dihat bikaranîn, pêk dihat.
Serokê Dewletê Rodrigo Paz jî ji bo diyarkirina sedemên bûyerê, ferman da ku lêpirsîneke “teknîk û zelal” were meşandin.
Paz got, divê were diyarkirin ku ka protokolên ewlekariyê hatine bicihanîn yan na û eger berspirsyar hebin divê bên diyarkirin.

