Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku Kongreya Asayî ya 5'emîn a DEM Partiyê ji bo guherînê asteke girîng e û got, "Di vê demê de ku meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bûye, siyaset bi amûrê berê nayê meşandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

DEM Partiyê Kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 5’emîn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê lidar dixe. Ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek delege tev li kongreyê bûn. Li eywana kongre tê lidarxistin pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina dîvanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê deqeyek rêz hat girtin. Di rêzgirtinê de girsğ dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.

Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari bi Erebî û Kurdî xêrhatina beşdaran kir û wiha axivî: “Silav ji kedkaran re, silav ji hemû karkerên vî welatî, xîzanên vî welatî re. Silav ji Kurd, Suryanî, Tirk, Ereb û hemû gelan re. Silav jinên pêşeng ên vê têkoşînê, silav ji Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê re. Silav ji jinên fesfeya Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê re da nasandin. Silav ji kedkarê aştiyê Sirri Sureyya Onder re. Silav ji hevalên sirguniyê ne. Di şexsê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokhan û hemû hevalên girtî re. Silav ji birêz Abdullah Ocalan re.”

Di axaftina xwe de dema Tulay Hatîmogûllari silav ji Rêber Apo re şand girseya li eywanê bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.

Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe de Hevşeredarê Agiriyê Mehmet Akuş ku doh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji malbatê re sersaxî xwest.

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku kongreya vê di heman demê de muhasebeya 3 salan e û wiha got: “Li dinyayê gelek guherîn pêk hatin. Civak diguherî. Em jî diguherin. Di vê kongreyê de jî ji bo guherîn û ji nû ve avakirinê nîqaşan bikin. Em ê nîqaşan bikin; gelo me karî daxwazên kedkarên di nav xizaniyê de hewl didin debara xwe bikin bînin ziman, me karî hewcedariyên têkoşînê bi cih bînin. Em dikevin rêyeke ji nû ve avakirinê. Derfetek mezin jî derketiye holê. Tirkiye careke din qala çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Berpirsyariya me ya hemûyan e ku vê pêvajoyê misoger bikin û ji bo serketina wê bixebitin. Em ji xwe bawer in, em ji gelên xwe bawer in. Ji bo wê jî teqêz em ê bi ser bikevin.”

Di axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime, budçeyên ku ji bo şer tên xerçkirin û ev tişt anî zman: “Hezên emperyal dixwazin bi şer û pêvçûnan Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Budçeya şer her ku diçe zêde dibe û cîhan di bin xetereya nukluerî de ye. Sûriye hê jî di hewldanên xwe ji nû ve avakirinê de ye. Rojava bi destkêftiyên nû rêya xwe didomîne. Dinya di bin bandora nîjadperest a otorîter de ye. Tirkiye jî van geşedanan ji dûr nîn e. Ew şer bandor li Tirkiyeyê jî dike. Di rewşên wisa de xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye. Pirsgirêka Kurd a sed salan ji bo çareser bibe divê ew derfetan baş bikar bînin. Tirkiye nikare vê mijarê taloq bike û neçare çareser bike.”

Tulay Hatîmogullari banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vê bangê bûyerên girîng rû dan. Li vî welatî bîra civakî hîn zindî ye. Faîl ne diyar, valakirina gundan û qirkirin. Ciwanan jiyana xwe ji dest da. Hîn jî li Kurdistanê bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dane tên kirin. Ez ji hemû dayikên Kurd re sersaxiyê dixwazim. Her wiha dayikên leşkeran jî zarokên xwe windakirin. Em ji wan re jî sersaxiyê dixwazin. Ji bo wê jî weke DEM Partî em dibêjin; teqez em ê aştiyê diyarî hemû welatiyên vî welatî bikin. Aştî bi destxistina mafê kedkaran e, azadiya jinan e, rabûna qeyûman e, azadiya fikir û remanan e. Her wiha perwerdehiya fermî ya Kurdan e, azadiya baweriyan e. Di baweriya Elewiyan de rizatî heye. Li gor vê jiyana bi hev re li ser esasê rizatiyê dibe. Ji bo wê jî îradeya birêz Ocalan a 27’ê Sibatê pir girîng e. Niha şûn vê ketina qanûna çarçoveyî ji meriyetê pir girîng e. Piştî vê qanûnê divê qanûnên demokratîk jî bên çêkirin. Aştiyê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, jin, ciwan, Elewî, hemû gel, bawerî, welatparêz û sosyalîst û hemû civak wê ava bike. Ji bo wê jî werin em aştiyê bi hev re ava bikin.”

Her wiha Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku demokratîkkirina komarê bi têkoşîneke hevpar pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her tim li rex daxwazên Elewiyan bûn. Hem welatiya wekhev bi qastî Kurdan ji bo Elewî û hemû welatiyan e. Yên pêvajoyê rexne dikin re jî dibêjin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin û hevdû tenê nehêlin. Heke em wisa bikin em dikarin aştiyê misoger bikin. Avakirina civaka demokratîk bi têkoşîneke hevpar a demdirêj pêkan e. Em ê bi yekgirtinê bi ser bikevin. Ev kongreya me jî kongreyeke destpêk û vexwendinê ye. Em amadekariya veguherineke nû dikin. Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin.”

Tulay Hatîogûllari destnîşan kir ku bi tecrûbeyên dema derbasbûyî ew xwe ji bo veguherîneke mezin amade dikin û got, “Ne ji bo dubarekirina xwe, lê ji bo nûkirina xwe em li vê derê ne. Her ku em xwe nû bikin em ê karibin bibin namzet ji bo avakirina rêveberiyeke demokratîk. Bi guherînê em ji rêvebirinê, ji avakirineke bi edalet, wekhev, azad û demokratîk re amade ne. Dema ku civak diguhere weke partî em nikarin weke berê bimînin. Bi guherîna zimanê aştiyê re em nikarin zimanê berê bi kar bînin. Di demekê de ku meseleya Kurd derbasî qonaxeke cuda dibe, em nikarin siyasetê bi amûrên berê bimeşînin. Em zanin ku demeke hêsan li pêşiya me nîne. Pêvajoya aştiyê bi astengiyan dagirtî ye, pêwîstî bi kedê heye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE’yê li peravê Ekvadorê keştiyeke din jî noqî avê kir
Nûçeya Pişt re Dibistanan destpê kir: Xwendekaran biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xwendekarên Kobanê neketin dersan û daxwaza xwendina bi zimanê dayikê kirin

Xwendekarên Kobanê di roja destpêkê ya dewamiya sala xwendinê de li ber biryarnameya hikumeta demkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan cara duyemin êrîşî Nexweşxaneya Şehîd Xalif Fecir kirin

Çeteyên hikumeta demkî ev cara duyemîn e êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa…

Ji aliyê Stêrk TV

Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

Nivîskar û rojnamevan Latîf Fatîh Ferec anî ziman ku komkujiyên mîna Enfal û Helebceyê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?