Hate ragihandin ku hêzên dewleta Îranê serê sibehê bi droneyan êriş birine ser kampa Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyeyê.
Li gorî agahiyan, ji ber êrişa ku bi sê droneyan hate kirin agir bi hin xaniyan ketiye, lê belê tiştek bi kesî nehatiye.

