Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed îro du biryar dan. Di birayran de nivîsgehên demkî yên rêveber ên meclisên bajarên Qamişlo û Serêkaniyê ava kirin û nûnerên wan destnîşan kirin.
Li gorî biryara 735’an, Berîn Samî El Mihemed wekî serokê Nivîsgeha Demkî ya Rêveber a Meclisa bajarê Qamişloyê hatiye diyarkirin, Mihemed Cuma Sakir jî wekî cîgerê wî, her wiha Raîda Abid Hemûd, Şamîr Mîşel Tûma, Emîne Murad Omer, Ebdurezaq Nûrî El Asî, Ebdurezaq Ehmed Hemê, Dr. Ridwan Seîd Mihemed û Hesen Elî Mihemed jî wekî endamên Nivîsgeha Rêveber a Meclisa Qamişloyê hatin diyarkirin.
Di biryara 734’an de jî Enwer Mihemed Mele Meter wekî serokê Nivîsgeha Demkî ya Rêveber a Meclisa bajarê Serêkaniyê hatiye diyarkirin, Feysel Îbrahîm Ebdulhey jî wekî cîgirê wî, Mistefa Mihemed Xêr Elî, Rayîha Îsamîl El Ehmed, Mahir Ebdulletîf El Nûrî, Amir Mehmûd Îbrahîm û Selahedîn Subhî Xidr jî wekî endamên nivîsgehê hatin diyarkirin.
Biryar di çarçoveya jinûve birêxistinkirina karên meclisên xwecih û birêvebirina kar û barên bajaran hatine dayîn ta hilbijartinên nû pêk werin.

