Li eyaleta Belûcistan a Pakistanê otobusa rêwiyan wergeriya zinarê û di encamê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan ji paytexta Belûcistan Kettayê ber bi bajarê Peşaver ê eyaleta Hayber Pahtunhva ve diçû. Otobus li rêya çiyayî ya li herêma Dana Sar ji ber sedemeke ku hîna nehatiye diyarkirin, ji kontrole derket û wergerî zinarê.
Di encama qezayê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneyên li derdor. Rayedaran diyar kir ku ji birîndaran rewşa 3 kesan giran e.

