Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê nû yê Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ma cihê girtiyên nexweş hucre ne?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterê DEM Partiyê çû serdana girtî Evîn Zapsû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê operasyona dewleta Tirk a li hemberî siyasetmedarên Kurd şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji Karavana Gelan heya sînorê Kobanê: Ji bo şkandina dorpêçê em bi rê ketin
Rojane

Ji Karavana Gelan heya sînorê Kobanê: Ji bo şkandina dorpêçê em bi rê ketin

Zozan û Magda yên ku di piştevaniya enternasyonalîst a ji bajarên cuda yên Ewropayê heya Pirsûsê de cih girtin, wiha gotin, “Jiyana hevpar a li Rojava, mînaka şênber a paradîgmaya Rêber Apo ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pêkhateyên Peoples’ Caravan (Karavana Gelan) ku ji bajarên cur be cur ên Ewropayê bi rê ketin û li Pirsûsê heya sînorê Kobanê çûn, hem li dijî êrîşên li ser Rojava hem jî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dengê xwe bilind kirin. Aktîvîstên enternasyonalîst Zozan û Magda yên ku di karwanê de cih girtin, ji ANF’ê re axivîn.

‘ME XWEST DORPÊÇA LI SER KOBANÊ BIŞKÎNIN’

Endama Tora Jinên Siberojê Dihûnin (Network of Women Weaving the Future) û pêkhateya Karwanê Gelan, Zozan sedemê tevlîbûna xwe ya karwanê bi van gotinan anî ziman:

“Ji ber rewşa li Rojava, bi taybetî jî ji ber rewşa li Kobanê em tevlî Karwanê Gelan bûn. Mirovên li wir zêdeyî 25 rojan bê elektrîk, bêav û bêxwarin bûn. Bi rastî jî di şert û mercên pir zehmet de jiyan dikirin. Gelek mirov neçar man ji derve bimînin. Lewma me xwest dorpêça li ser Kobanê bişkînin.”

Zozan diyar kir ku ji Elmanya, Fransa, Îtalya, Sirbistan û Yewnanistanê aktîvîst hatin ba hev û ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ketin û gihiştin Pirsûsê.

‘ME XWEST BER BI DÎROKÊ VE GAVEK BAVÊJIN’

Magda ya ji Parîsê tevlî bû jî, destnîşan kir ku rêwitiya wan ne tenê mirovî, xwedî berpirsyariyeke dîrokî jî ye û ev tişt got:

“Em gihiştin Stenbolê, piştre çûn Pirsûsê. Em gihiştin sînor û bi biryar bûn ku derbasî Kobanê bibin. Di dîroka mirovên ku ji bo tevlîbûna vê şoreşê û parastina gel hatine ba hev de, me jî xwest gavekî bavêjin.”

Magda diyar kir ku tevî xeteriya girtinê jî, ew bi biryardarî bi rê ketin û got, “Dîsa jî em pir nêz bûn.”

‘ROJAVA MÎNAKA ŞÊNBER A JIYANA BI HEV RE YE’

Zozan û Magda dema bi Karwanê re vegeriyan, tevlî meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu’ ya li Strasbourgê bûn. Her du enternasyonalîst têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin, yek ji sedemên tevlîbûna çalakiyên li Strasbourgê jî azadiya Rêber Apo ye. Zozan got, “Rêber Apo sala borî banga aştî û civaka demokratîk kir. Got, bi dewleta Tirk re, bi gelên Tirkiyeyê re û hemû gelên li wir dijîn re jiyaneke demokratîk a bi hev re pêkan e. Rewşa li Rojava mînaka vê ya şênber e. Sûriyeyî, Elewî, Êzidî, Kurd, Ereb, Durzî bi hev re dijîn. Ev paradîgmaya Rêber Apo ye. Lewma em azadiya wî dixwazin. 27 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye.”

‘LI EWROPAYÊ ÎRADEYA JIYANA BI HEV RE MEZIN DIBE’

Magda jî anî ziman ku ji Kurdistanê heya Ewropayê mirov li dora îradeya jiyana hevpar seferber bûne û got:

“Li Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û Strasbourgê mirov ji bo xwesteka jiyana bi hev re ketin nava liv û tevgerê.”

Pêkhateyên Karavana Gelan li dijî dorpêça li ser Rojava û tecrîda li ser Rêber Apo, ji bo mezinkirina piştevaniya navneteweyî bang kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê
Nûçeya Pişt re 30 roj in Kobanê di nava dorpêçeke giran de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê êrîşa çekdarî: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ragihandin ku di encama êrîşeke çekdarî ya li ser xaleke…

Ji aliyê Stêrk TV

Konvoyeke nû ya gel ber bi Tişrînê bi rê ket

Li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Pira Qereqozaxê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara qurbaniyên şerê Yemenê 120’î derbas kir

Li Yemenê di pevçûnên ku roja Pêncşemê di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de qewimî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê û Amûdê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wêneyê nû yê Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?