Piştî ku entegerasyona sivîl û leşkerî ya Rêveberiya Xweser a li Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) temam bû, nîqaş ji entegrasyonê wêdetir li ser destketiyên bi salan ên Kurdan, mafên destûra bingehîn û paşeroja statuya siyasî ya li herêmê hate kirin.
Hunermendê TEV-ÇAND’ê Xelîl Xemgîn pêvajoya nû ya li Rojava ji ANF’ê re nirxand û bi bîr xist ku Kurd zêdeyî sed sal in li erdnîgariyeke di nava çar dewletan de hatiye parçekirin li polîtîkayên zext û tinehesibandina çandî re rû bi rû man. Xemgîn anî ziman ku bûyerên niha diqewimin divê di nava dewamiya vê pêvajoya dîrokî de bê nirxandin.
Xelîl Xemgîn diyar kir ku Kurd ji bo parastina nasname û hebûna xwe salên dûr û dirêj berdêlên giran da û raperîn û têkoşînên dema derbasbûyî bi şêweyên cuda li çareseriyê geriyan. Xemgîn anî ziman ku Kurd li şûna siyaseteke ku ya berê dubare dike, divê mercên heyî bixwînin, perspektîfeke çareseriyê ya ku parastina ziman, nasname, çand û hebûna civakî esas digire, biafirînin.
Hunermend Xelîl Xemgîn dema nû ya li Rojava nirxand ku bi entegrekirina avaniya civakî û siyasî ya bi salan a li Rojava derkete holê destpê kir. Xemgîn anî ziman ku destketiyên Kurdan û paşeroja statuya wan a li herêmê nikare ji hevsengiyên herêmî û helwesta hêzên navneteweyî cuda bêne nirxandin.
Rê û rêbaza têkoşîna dema pêş ji bo paşeroja Kurdan girîng nirxand û got, “Kurdên li Rojava ji bo nasname, hebûn û parastina xwe têkoşîneke mezin meşandin. Berdêlên gelekî giran dan. Ev berdêl ne tenê Kurdan dan, bi gelên cuda re jî berdêl dan. Hêzên navneteweyî jî di vê pêvajoyê de cih girtin. Di serî de Emerîka hêzên navneteweyî piştgirî dan têkoşîna li Rojava. Lê belê gelê Kurd jî ji bo nasname, hebûn û ewlekariya xwe têkoşiyan. Di serdema heyî de divê em nîqaş bikin bê kîjan rêbaz li konjonktura heyî tê û guncaw e. Divê gelê Kurd vê rastiyê ji nedîtî ve neyê. Ji ber ku siyaseta cîhanê, hevsengiyên herêmî û rewşeke niha li Rojava heye ku girêdayî hev in.”
‘ENTEGRASYON NAYÊ WÊ WATEYÊ KU KURD DEST JI NASNAMEYA XWE BERDIN’
Xelîl Xemgîn bal kişand ser nîqaşên têkildarî entegrasyona QSD’ê û got, “Ya ku divê bi esasî bê nîqaşkirin ne ew e ku Kurd tevlî dewleta Sûriyeyê bibin an na; ya esasî ew e ku di kîjan mercan de, bi kîan mafan û bi parastina nasnameya xwe bibin parçeyek ji vê avaniyê.”
Xelîl Xemgîn destnîşan kir ku entegrasyon divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin û ragihand ku pêwîste Kurd bi parastina ziman, çand û saziyên xwe yên civakî beşdarî damezrandina Sûriyeya nû bibin. Xemgîn got, “Armanca me ya esasî parastina nasname, çand û zimanê xwe ye. Weke milet û civakên din em jî dixwazin bi ziman û çanda xwe hebûna xwe dewam bikin. Yek ji rêyên van jî ew e ku li gorî konjonktura heyî xwe di nava dewleta Sûriyeyê de îfade bikin. Di pêvajoya damezrandina nû ya vê dewletê de divê em jî çalak bin. Divê bibin şirîkê wê. Entegrasyon nayê wateya destberdana ji ziman, nasname û hebûna xwe. Berevajî vê yekê tê wê wateyê ku bi parastina hebûna xwe cihê xwe di nava wê dewletê de bigire, saziyên xwe yên çandî û civakî ava bike. Di vir de ya girîng ew e ku Kurd bêyî xwe winda bikin bi nasnameya xwe tevlî wê avaniyê bibin.”
‘SÛRIYEYA NÛ DIVÊ NEBE EW SÛRIYE KU KURDAN ÎNKAR BIKE’
Hunermend Xelîl Xemgîn destnîşan kir ku jinûve avabûna Sûriyeyê ji bo Kurdan dikare firsendeke dîrokî bi xwe re bîne û diyar kir ku ev yek jî tenê bi terikandina polîtîkayên înkarê yên berê dibe.
Di vê çarçoveyê de işaret bi para civakî, çandî û dîrokî ya Kurdan a li damezrandina Sûriyeyê kir û got, “Divê Kurd di nava Sûriyeya nû de ne tenê weke civakeke ‘hatiye entegrekirin’ bê dîtin, divê di damezrandina dewletê de weke yek ji wan gelan bê dîtin ku xwedî mafê axaftinê ye.”
Xelîl Xemgîn axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Kurd piştî Ereban gelê duyemîn ê herî mezin e. Hem ji aliyê dîrokî ve hem jî ji aliyê çandî û berdêlên ku me dane, di avabûna vê dewletê de para me heye. Kurd û Ereb û gelên din tevlî avabûna vê dewletê bûn. Niha jî ya girîng ew e ku ev yek bi rengekî rast bê parastin. Em dixwazin Sûriyeya nû ava bibe. Bi her awayî divê em bibin şirîkên wê dewletê. Ne dewleteke weke ya berê li ser înkarê bê avakirin û Kurdan tine bihesibîne; divê bibe dewleteke welê ku gav bi gav ber bi normalbûyînê ve diçe, adîl e û di nava xwe de cihêrengiyan diparêze. Di nava dewleteke bi vî rengî de em Kurd dikarin hebûna xwe biparêzin û bi pêş ve bibin.”

