În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî şehîd bi bîr anîn, soza dilsozî û biryardariyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye
Kurdistan

Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

Amadekariyên zivistanê yên li Amedê ku bi dawiya havînê re destpê kirin, ji ber zêdebûna buhayê zebzeyan kêm bû. Jinan anîn ziman ku li gorî salên berê wan gelekî kêm zebze kirî ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Îlon 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Amedê amadekariyên ji bo zivistanê dawiya mehên havînê destpê kir. Îsal ji ber zêdebûna buhayê zebzeyan zêde nikare bê kirin. Jinên ku îsot, bacanê reş û firingiyan hişk dikin, dixin qewanozan, an jî dibirêjin û ji zivistanê re hiltînin, anîn ziman ku li gorî salên beriya niha nekarîbû zêde zebzeyan bikirin. Jinan diyar kirin ku ew li bazarê geriyan û bi buhayekî guncaw tiştek nedîtine, lewma pereyê wan têrê nekiriye ku bazara xwe li gorî pêwîstiyên xwe bikin.

BUHAYÊ ZEBZEYÊ ZÊDE BÛ

Li Tirkiyeyê enflasyon her bilind dibe. Vê yekê bandor li bazarê jî kir. Li gorî daneyan, buhayê bacanê reş li marketê di 1’ê Adara 2025’an de 85,38 TL/kg bû, di 12’ê Sibata 2026’an de bû 116,79 TL/kg. Bi vî rengî buhayê bacanê reş di asta ji sedî 36,8 de zêde bû.

Îsota ji bo dagirtinê ku kîloya wê Tebaxa 2023’an 17,95 TL bû, di Tebaxa 2026’an de bû 150 TL û bi vî rengî ji sedî 736 zêde bû. Di heman demê de buhayê kîloyeke bacanê reş 13,95 TL bû, li hin deveran bû 500 TL.

‘ZEBZEYA KU BI KÎSAN DIKIRÎ, DAKET KÎSIKAN’

Şukran Yildenîz ku amadekariyê ji zivistanê re dike, anî ziman ku ji ber krîza aboriyê hêza wan a kirîna zebzeyan her sal kêm bûye. Şukran Yildenîz got, “Em her sal van mehan dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Meha Îlonê jî bi dawî dibe. Em zebzeyan hişk dikin, dixin qewanozê yan jî bacanê reş dibirêjin û bi vî rengî amadekariyê ji zivistanê re dikin. Em vî karî bi hev re dikin. Gel, an jî şêniyên taxê li hev kom dibin û alîkariyê bi hev re dikin. Zivistan bi xwarina van derbas dibe.”

Şukran Yildenîz diyar kir ku berê amadekariyên wan ên ji bo zivistanê bi hefteyan dewam dikir û got, “Berê me bi kîsan zebze dikirî. Bi taybetî îsot, bacanê reş û firingî. Ji ber krîza aboriyê kîsên ma daket kîsikan. Em li bazarê yek bi yek li dezgehan digerin û li ya herî erzan digerin. Ji bo me qurişek jî êdî girîng e.”

‘EM Ê ZIVISTANÊ JÎ BIKEVIN NAVA FIKARA HAVÎNÊ’

Şukran Yildenîz ragihand ku bihabûn ne tenê bi berhemên xurekê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ne tenê li bazarê, fatûreyên têne malê, pêwîstî, her tişt biha bûne. Em li zivistanê difikirin û vê dikin, zivistanê jî em dikevin nava fikara havînê. Sala bê wê hîn biha bibe. Ji ber vê jî dibe ku sala bê em ê hîn kêmtir çêbikin.”

‘PAR SÊ KÎ BÛ, ÎSAL DAKET KÎSEEKÎ’

Şukran Işik jî got, di amadekirina zivistanê de ew bi giranî îsot, bacanê reş û firingiyan dixin qewanozan û diyar kir ku buhayê zêde kir ku amadekariya wan a ji bo zivistanê kêm bibe.

Şukran Işik got, “Dema yek çêdike, jin hemû tên piştgiriya wê dike. Mirov gelekî diweste, karekî zehmet e. Em amadekariya xwe ya ji bo zivistanê her salê dikin. Lê belê ji ber ku her sal buhayê zebze zêde dibe, rêjeya amadekariya me jî kêm dibe. Mînak min par 3 kîs zebze kirî, lê îsal ji ber bihabûnê karîbû tenê kîsekî bikire.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?
Nûçeya Pişt re Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star: Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşve gavê neavêjin

Kongra Star endama rêveberiya Civata Jinê ya Zenûbiyayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Di her gaveke berxwedana Tişrînê de çîrokek cuda heye

Di tunelên berxwedanê yên li Tişrînê de, di her gavê de em dibin şahidê tecrube…

Ji aliyê Stêrk TV

Li DYE ji bo desteserkirina qesra Mesrûr Barzanî doz hat vekirin

Wezareta Edaletê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), ji bo desteserkirina qesra kurê serokê PDK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Amedê berxwedana li dijî projeya GES’ê: Nobed hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?