Xwendekar û malbatên wan li bajarê Hesekê diyar kir ku pêwîstî bi pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanekî perwerdehiyê heye û tenê di hefteyê de 3 wane neyên dayîn.
Şênî, malbat û xwendekaran li Çerxerêya Cûdî ya taxa Kelasê li dijî biryara Wezareta Perwerdê ya perwerdehiya bi zimanê Kurdî wekî 3 waneyan di hefteyê de çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de pankartên “Zimanê me kevnar e, zimanê me azadî û hebûna me ye”, “Perwerdehiya bi zimanê Kurdî mafê me ye”, “Zimanê Kurdî zimanekî perwerdehî ne tenê zimanekî peywendiyê ye” hildan.
Piştî çalakiyê, şênî ji Çerxerêya Cûdî heta bi tevahî kolanên taxê meşiyan û piştre daxuyaniyek li ser navê şênî û xwendekaran hat dayîn.
Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Perwerdê hat redkirin û hat xwestin ku li biryarê vegerê û çareseriyeke adilane ku mafê Kurd ê perwerdehiay bi zimanê xwe yê dayîkê misoger bike bibîne û hat destnîşankirin ku bi hezaran xwendekarên li herêmê ji çend salan ve bi zimanê Kurdî dixwînin û guhertina pergala perwerdehiyê wê zirareke meizn bigihîne xwendekar û malbatên wan.

