Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê
Rojane

Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Li bajarên Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê çalakî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji destpêke sala nû ya xwendinê (6 Îlon) ve gel û xwendekar li hemû bajarên herêma Cizîrê bi rêya çalakiyan qebûlnekirina xwe ya biryara 493’an Wezareta Perwredeyê ya hikumeta demkî tîne ziman û dibêje ew dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bi sedan xwendekaran ji Çerxerêya Qermûtî dest bi meşê kir, di meşê de pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Em mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî dixwazin”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê xwendinê”, “Zimanê me çand û hebûna me ye” û “Me bi kurdî dest pê kir, em ê bi kurdî berdewam bikin” hilgirtin.

Xwendekar heyanî avahiya Gerînendetiya Herêma Qamişloyê meşiyan û gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam bi wan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kir ku ew qebûl nakin mîna zimanê biyanî li zimanê kurdî binêrin û tenê 3 saetan bixwînin.

Cîhan Hesam jî got ew ê daxwaza wan bigihînin aliyên têkildar.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê gel li pêşiya Dibistana Yûsif El Ezma kon veda û anî ziman ku dê çalakiya wan a kon 3 rojan bidome.

Di roja yekem a çalakiyê de bi dehan xwendekar û malbatên xwe tev li çalakiyê bûn. Li pêşiya konê xwepêşandanê xwendekar Esma Îsam daxuyaniyek bi navê însiyatîfê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikumeta demkî bi vê biryarê zimanê kurdî sînordar dike û ev yek binpêkirina mafên mirovan e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe bi salan tê dikoşe û bi Şoreşa Rojava re zimanê kurdî bi pêş ket, gelê Rojava tu carî dev ji deskeftiyên xwe bernade. Her wiha daxwaz kir ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.

AMÛDÊ

Şêniyên Amûdê ji bo zimanê kurdî li Çerxerêya Jina Azad xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî daxuyanî xwend û got: “Biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina zimanê kurdî bi 3 saetan ne li gorî taybetmendî û çanda gelê Kurd e, gelê Kurd bi salan tê koşiya da ku zimanê xwe bixwîne û bi pêş bixe. Heyanî daxwaza me ya hemû wane bi zimanê kurdî werin dayîn, qebûl bikin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

ÇILAXA

Li bajarê Çilaxa xwendekar û malbatên xwe dibistan girtin û çûn navenda perwerdeyê. Xwepêşandêran pankartên “Zimanê kurdî mafê me yê qanûnî û siyasî ye” û “Ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin” rakirin û dirûşmên “Em zimanê xwe dixwazin” berz kirin.

Li pêşiya avahiya navenda perwerdeyê daxuyanî ji aliyê Henîfa Reşîd ve hate xwendin, di daxuyaniyê de got ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin, xwendekar ev bûye 14 sal, ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî dixwînin, ji mafê wan e ku bi zimanê kurdî biaxivin û bixwînin.

Xwendekar û malbatên wan ji rêveberiya navenda perwerdeyê ya Çilaxayê daxwaz kir ku xwesteka wan bigihînin Wezareta Perwerdeyê û biryara hatiye girtin, rawestîne.

Di dawiya de dirûşme “Bijî zimanê kurdî”, “Zimanê kurdî nasname, hebûn, rûmet û dîroka me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bilind kir.

TIL TEMIR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û xwendekaran ji bo zimanê kurdî daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî li parka Meclisa Malbatên Şehîdan û li Dibistana Meyselûn hate dayîn.

Di daxuyaniyê de anî ziman ku zimanê kurdî nasname û mafê wan ê çandî ye, mafê zarokên Kurd e ku ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînin û ji hikûmeta veguhêz daxwaz kir ku li vê biryarê vegere.

Her wiha diyar kirin ku dê bi rê û rêbazên aştiyane daxwaza xwe ya xwendina bi zimanê kurdî bînin ziman.

Di dawiyê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hollandayê alarma vîrûsa Nîl a Rojava: 3 kes mirin
Nûçeya Pişt re Li Çînê agir bi keştiya bar ket: Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Daraza Tirk biryara berhevkirina du romaman da

Derket holê ku daraza Tirk di sala 2022’yan de derheqê du romanên ji Weşanên Aryenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana rojnamevan Alî Bariş Kurt hat taloqkirin

Berdana rojnamevan Alî Bariş Kurt li ser rapora ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê amadekiriye ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl dixwaze dagirkeriya xwe ya li Lubnan, Sûriye û Xezeyê dewam bike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ji Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Pete Hegseth re ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?