Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi derketina qanûna çarçoveyê re qonaxeke nû destpê kir. Niha nîqaş li ser wê yekê tê kirin bê pêvajo çawa bê pêşvebirin û qanûn çawa bê bicihanîn. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar pêvajo ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku qanûn li gel kêmasiyên xwe jî deriyekî girîng vekiriye, lê belê derengketina bicihanîna wê cihê fikaran e.
Aydar di destpêka axaftina xwe de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî ku dema dawî şehadeta wan hate ragihandin û işaret bi berdêlên giran ê şerê salên dûr û dirêj kir. Aydar anî ziman ku divê ev mîrate di dema nû de jî bê aprastin û got, “Gel xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Ev gelekî girîng e. Têkoşîneke mezin hate dayin, şerekî demdirêj hate meşandin. Vî şerî berdêlên giran bi xwe re anî. Yek ji berdêlên herî giran jî şehadet e. Lewma weke gel em çiqasî xwedî li şehîdên xwe derkevin kêm e. Em dibînin ku di vê mijarê de gel bi rengekî gelekî cidî xwedî lê derdikeve. Lê belê mesele ne tenê bîranîn e. Divê mirov xwedî li temamiya nirxan, pêvajoyê û rêxistiniya xwe derkevin. Em bi vî rengî dibînin.”
‘EV DERENGKETIN RAST NÎNE’
Aydar diyar kir ku mekanîzmaya ji bo bicihanîna qanûna çarçoveyê hîn neketiye meriyetê û destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê rewş û statuya Rêber Apo diyarker e. Aydar ragihand ku divê qanûn tenê li ser kaxizê nemîne, gava destpêkê ew e ku pêşî li Rêber Apo bê vekirin ji bo karibe bi rengekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe û got, “Qanûna çarçoveyê derket, lê belê hîn jî bi cih nehate anîn. Divê ev qanûn bikeve pratîkê. Zêdeyî mehek e di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Heta niha desteya jorîn, desteya ser bi Serokkomariyê civînek lidar xist. Piştre jî gaveke din nehate avêtin, desteyên din jî ava nebûn. Ev derengmayineke gelekî cidî ye.
Desteya ku Rêber Apo lê aktîf be hîn nehatiye ava kirin. Rewşa xwe jî hîn neguheriye. Hîn kesek neçûye gel wî, di vê demê de pê re ti hevdîtin nehate kirin. Mirov dikare bibêje ku tecrîd lê hate ferzkirin. Halbûkî qanûn piştî ku hate weşandin diviyabû hevdîtinan destpê bikira.”
Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku ev dedreng ketin rast nîne, ku derengketin ji ber hikumetê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Diviyabû Rêber Apo heta niha karîbûya mêvan qebûl bikira, bi çapemeniyê re hevdîtin bikira, karîbûya peyam bida û yekser beşdarî pêvajoyê bibûya. Lê belê di vî warî de hîn guhertinek nîne. Lewma divê pêwîstiyên qanûnê tavilê bi cih bêne anîn. Ji aliyê me ve gava destpêkê guhertina rewşa Rêber Apo û afirandina wan mercan e ku karibe bi rengekî azad tevbigere, pêvajoyê jî bi pratîkî bimeşîne.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ew zanin ku gelek kêmasiyên qanûna çarçoveyê hene û got, “Li gel van kêmasiyan jî me got, ‘deriyekî vedike’ û girîng dît. Em ê pêwîstiyên wê bi cih bînin. Lê belê me hîn nedît bê qanûn wê çawa bikeve meriyetê. Beriya her tiştî divê deste bêne avakirin. Divê Rêber Apo li gel hevalên xwe û komîteya xwe di nava vê pêvajoyê de li pêş be, bê dîtin, di gavên bêne avêtin de bi roleke çalak rabe. Piştre di çarçoveya amadekariyên bêne kirin de li Desteya Ewlekariya Mîllî biryar bêne wergirtin û mekanîzmayên ku qanûn destnîşan dike bêne xebitandin. Girîng e pêvajo hîn bêhtir dereng nekeve. Ev derengketin rast nîne.”
‘PIRSGIRÊKA KURD BI QANÛNEKÊ ÇARESER NABE’
Zubeyîr Aydar qanûna çarçoveyê ne weke çareseriya dawî, lê belê weke destpêkekê nirxand ku pêşî li sererastkirinên hîn berfireh veke û destnîşan kir ku ji bo çareseriya mayinde divê mafên Kurdan ên ziman, nasname, çand, rêxistinbûn û siyasetê bi hiqûqê werin ewlekirin.
Aydar got, “Qanûneke ewlekariyê ye. Divê ev qanûn weke gava pêşî bê dîtin. Pirsgirêka Kurd ne ew mesele ye ku bi qanûnekê karibe bê çareserkirin; pirsgirêkeke hîn mezin û berfireh e. Bendewariya me ew e ku bi destpêkirina Meclîsê re beriya her tiştî qedexeyên ku Kurdan asteng dike, nasname, ziman, çand û rêxistiniya Kurdan asteng dike bêne rakirin. Piştî vê jî divê nexşerêyek bê amadekirin û qonax bi qonax gavên pêwîst ên siyasî û hiqûqî bêne avêtin.
“Niha qanûn dibêje ku bila hêzên çekdar çekên xwe dînin û bên. Baş e, bila yên li derve vegerin. Lê belê jê û pê ve wê çi bibe? Gelo rewş û atmosferek heye ku yên vegerin Tirkiyeyê bi rengekî serbest karibin siyasetê bikin? Zemînek heye ku karibe bi rengekî serbest lê xwe bi rêxistin bikin? Vê gavê nîne. Lewma divê mercên ku bûne sedema rûdana têkoşîna çekdarî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve ji holê bêne rakirin ku pêvajo karibe bi rengekî mayinde bibe.
Ji bo vê jî divê nasnameya Kurd di nava hiqûqê de bê naskirin, ziman û çanda Kurd bê misogerkirin, mafê siyaset û rêxistinbûna serbest bê naskirin. Ev nebin piştî danîna çekan pêşîvekirina li siyaseta demokratîk nabe. Ji xwe di qanûnê de tê pêşbînîkirin ku deste sererastkirinên pêwîst divê pêşniyar bikin û li gorî vê yekê jî qanûnên nû bêne derxistin. Her kes bi vê zane. Ev nîqaş berê jî hatin kirin.
Bila kes meseleyê di çarçoveyeke teng de nenirxîne. Meseleya me pirsgirêka gelekî, miletekî ye. Gelê Kurd dixwaze bi nasname, çand û rêxistiniya xwe hebe. Em dixwazin vê yekê jî di nava aştî û hiqûqê de pêk bînin. Armanca me ya bingehîn ev e. Ji ber vê jî em dixwazin meselleyê di rojeva Meclîsê de nîqaş bikin, li gorî vê yekê qonax bi qonax gavan biavêjin û çareseriyê bikin. Divê mafên Kurdan hemû bi qanûn û hiqûqê bêne misogerkirin. Kurd di rewşa heyî de ew gel e ku hebûna wan di pratîkê de hatiye qebûlkirin, lê belê ji aliyê hiqûqî ve hîn tine tê hesibandin, tê înkarkirin. Divê ev rewşa pratîkî hiqûqî bibe ku qala çareseriya pirsgirêka Kurd bê kirin.”
‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE TIRKIYE DEMOKRATÎK NABE’
Aydar anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ji hev cuda nikare bê nirxandin, gavên bêne avêtin jî nabe ku tenê têkildarî mafên Kurdan be û got, “Pêwîstî bi veguherîneke hîn berfirehtir heye ku serweriya hiqûqê, dadgeriya serbixwe û welatîbûna wekhev misoger dike. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, nepêkan e ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Demokrasî ji her kesî re lazim e. Lê bellê heta ku pirsgirêka Kurd çareser nabe, nepêkan e ku demokrasî li Tirkiyeyê bi cih bê anîn, bê pêşvebirin û mayinde bibe.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku bi bidawîbûna têkoşîna çekdarî re ji aliyê siyaseta Kurd ve demeke nû ya têkoşînê destpê kiriye û destnîşan kir ku dînamîka bingehîn a vê demê jî siyaseta demokratîk û rêxistiniya civakî ye.

