Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin
Kurdistan

PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

PJAK'ê bi wesîleya salvegera 4'emîn a şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bang li gelan kir ku qadan veguherînin qadên têkoşînê, peyama yekîtiyê bidin û dilsoziya xwe ya bi şoreşê re nîşanî tevahiya cîhanê bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera 4’emîn a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“16’ê Îlona 2026’an salvegera çaremîn a raperîna berfireh û şoreşgerî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi wesîleya vê roja dîrokî, Partiya Jiyana Azadiyê ya Kurdistanê (PJAK) hemû şehîdên vê şoreşa mezin ên ku canê xwe yê giranbiha di oxira azadî, rûmeta mirovahiyê û rizgariya gel de feda kirin bibîr tîne. Xwîna paqij li ser kevirên kolanên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rijandin ku çiraya ronahiya paşerojeke azad, demokratîk û ekolojîk neyê vemirandin. Nav û bîranîna van şehîdan wê her tim di bîra dîrokî ya hemû gelan de zindî bimîne û girêdanbûna me ya bi rêya wan, pîvana ku tu carî nayê jibîrkirine.

Çar sal berê, di 16’ê Îlona 2022’an de, qetilkirina Jîna Emînî ya hovane ku ji aliyê hêzên rejîma desthilatdar ve, bû şewqeke ku agirê hêrsa bi salan a gelên Îranê gur kir. Eşkere ye ku ew sûc ne tenê qetilkirina keçeke ciwan a Kurd bû, lê belê sembola tevahiya dijberiya jinê, bêedaletî, cudakarî, serkutkirin û komkujiyên ku li ser bedena civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine ferzkirin bû. Gel ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava daketin kolanan û bi dirûşmeya dîrokî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ragihandin ku ewê êdî zextê qebûl nekin. Ev serhildana şoreşgerî, bi lez bû tevgereke berfireh ku sînorên erdnîgarî, neteweyî û çînî derbas kir. Di heman rêveçûnê de, serhildanên Kanûna 2025’an bi heman ruhê berxwedanê û vîna giştî pêk hatin û careke din îspat kirin ku şoreş berdewam dike. Di wan rojan de gel careke din li kolanan sekinî û tevî komkujî û herikîn xwînê, îradeya xwe ya azadiyê nîşan da.

Ev komkujî her çend bi êş û giran bûn jî, nekarîn agirê şoreşê vemirînin. Berevajî, ew kûrtir û bireh kirin. Îro, 4 sal piştî wê roja dîrokî, em bi yekdengî radigihînin ku ev şoreş berdewam dike. Destketiyên wê yên çandî, zayendî û civakî ewqas berfireh û kûr bûn ku di navenda civaka Îranê de cih girtin. Guherîna nêrînên li ser maf û azadiyên jinan, pêşxistina ferhengeke berxwedana sivîl, xurtkirina hevkariya civakî û avakirina torên hişyarkirinê, hemû nîşaneyên vê guherîna bingehînin. Ev destkeftî berdewama tevgera pêkhateyên cuda yên civakê ne. Gav bi gav dibe destkefteke siyasî, serketineke temam. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêvajoyeke dîrokî kerameta giştî ya civakê ye heta azadiyê û dadperweriyê wê demam bike.

Hevrêtiya tevgerî û şoreşgerî ya neteweyên cuda yên Îranê li qadên îro, dewama rast û cewherî ya heman şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Ev yekrêziya ku ji Rojhilatê Kurdistanê heta Belûçistanê, ji Azerbaycanê heta Xuzistanê û ji Gilanê heta Sîstanê pêk tê, nîşaneya têgihîştina hevpar a hemû neteweyan a çarenûsa yekbûyî û têkoşîna hevpar a li dijî zilmê ye. Divê ev rêbaz bi îrade û beşdariya çalak a hemû neteweyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam bike da ku dengek neyê girtin û tu netewe neyê paşguhkirin. Tenê bi rêya vê hevkariyeke rastîn û wekhev dikare bingehên Îraneke azad, demokratîk û piralî bê danîn.

Rola jinan a di vê şoreşê de roleke navendî û pêşeng lîstiye û heye jî. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ne tenê dirûşmeyeke siyasî ye, lê belê ji felsefeyeke kûr a li ser rûmeta mirovahiyê, mafê jiyana azad û rizgariya ji astengiyên zayendî pêk tê. Ev dirûşma felsefî, jinan di navenda guhertinê de dihêle û radigihîne ku bêyî azadiya jinan, azadiya her kesî ne pêkane. Jinên Kurd bi serbilindî pêşengên vê yekê bûn. Jinên Îranî, li hemberî pergala mêrsalar û nîjadperestiya serdest, bi wêrekiyeke bêhempa derketin qadan û bi amadebûna xwe ya li kolanan û hemû qadên berxwedanê, nîşan dan ku pêşengên rastîn ên vê şoreşê ne. Ew ne tenê qurbaniyên sereke yên serhildanê ne, lê belê stûnên sereke yên paşeroja azad û demokratîk a Îranê ne ku rastiya jina azad gerdûnî kirine. Felsefeya vê dirûşmeyê têkiliya di navbera rizgariya jinê, mafê jiyaneke hêja û azadiya siyasî de nîşan dide û her kesî bi bîr dixe ku têkoşîna demokrasiyê bêyî têkoşîna wekheviya jin û mêr bi ser nakeve.

Îro Îran di rewşeke aloz û nakokî de ye û bi Amerîka û Îsraîlê re di nava şer de ye. Eger ev şer bi vîna gelê Îranê nebe sedema guhertinê, wê metirsiyeke mezin bi xwe re bîne. Şer wêrankirina binesaziyê, ziyanên mezin ên canî, kûrbûna xizanî û neheqiyê, bi taybetî jî xurtkirina avhewaya ewlehiyê û serkeftina navxweyî ye. Eger rê li ber azadiya neteweyan veneke, wê zêdetir zirar bike. Rêya herî baş a guhertin û veguherîna demokratîk, demokrasî û demokratîkbûna tevahiya Îranê bi vîna gel û têkoşîna sivîl û siyasî ya navxweyî ye. Şerên li derve û têkçûnên li hundir divê nebin sedema lawazkirina hêza demokratîk a civakê. Tenê bi xurtkirina rêxistinên demokratîk, berfirehkirina azadiyên sivîl, misogerkirina mafên hemû netewe û pêkhateyan, avakirina derfetên nîqaşa azad û beşdariya giştî em dikarin bigihîjin paşerojeke hêja û dadperwer.

Partiya Jiyana Azadiyê ya Kurdistanê (PJAK), bi wesîleya bîranîna hemû şehîdên vê şoreşê, em careke din girêdanbûna xwe ya bi rêya wan dubare dikin, pêşxistina destkeftiyên çandî û civakî yên şoreşê, yekîtiya hemû neteweyan, pêşengiya jinan û hilbijartina rêya demokratîk piştrast dikin. Em her wiha bi tundî pêla desteserkirina berfireh a ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve berdewam dike û pêla darvekirinan pêş dikeve şermezar dikin. Dema ku dewleta Îranê bi  dewletên hevrik re di nava şer û pevçûnan de ye ku metirsiyên giran li ser gelan çêdike, civak ji bilî ku van metirsiyan bi rêya beşdariya çalak a di qad û meydanên cuda yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ de ji holê rake, ti rêyeke din nîne.

Bi vê wesîleyê, em hemû gelan, bi taybetî jinan, ciwanan, rewşenbîran, mamosteyan, karkeran, xwendekaran, hemşîreyan, xwendekaran, karsazan û rêxistinên sivîl, mafên mirovan û hawirdorê, nivîskar, hunermend û xebatkarên din ên li hundir û derveyî Îranê daxwaz dikin ku di salvegera 4’an şoreşê de, hemû qadên jiyanê careke din bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tije bike. Bi wesîleya salvegera şoreşê, em hemû gelan û bi taybetî netewa Kurd vedixwînin ku di 16’ê Îlonê û salvegera hemû şehadetên têkildarî şoreşa ‘Jin, Jiyan,Azadiyê’ de, li bajarên ku têkoşerên şoreşê lê şehîd bûne, li ser gorên wan amade bibin û peyama yekitî û dilsoziya bi şoreşa xwe re bigihînin hemû cîhanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e
Nûçeya Pişt re Gaziyên Rojava çûn serdana taziyeya şehîd Sîpan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Aştiyê: Vekirina deriyên Îmraliyê wê pêvajoyê xurtir bike

Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku ji bo pêvajo bi lez bi pêş ve biçe divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Îmamoglû bertek nîşanî darbeya qeyûm da

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtî: Em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin

Girtiyên PAJK û PKK’î yên li girtîgehên Tirkiyeyê, bang li her kesê kirin ku xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Elmanya balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê biryara demboriya li ser sûcên êrîşên zayendî hat rakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?