Cenazeyê endamê HAT’ê şehîd Mistefa Îbrahîm yê ku li Hesekê di 16’ê Tebaxê de şehîd bûbû, bi merasîma ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hate lidarxistin, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a bajêr hate veşartin.
Di merasîmê de bi dehan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.
Merasîmê bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre li ser navê hêzên leşkerî fermandar Xebat Hesekê axivî û diyar kir ku ew amade ne di parastina gel û ewlehiya wê de her tiştî bikin. Xebat da zanîn ku pêşdeçûn û gefên li dijî herêmê îsbat kir ku pêwîstî bi berdewama têkoşînê di oxira parastina herêmê û şêniyên de heye.
Di dawiyê de Xebat Hesekê diyar kir ku “Em soz didin şehîdên xwe ku heta dawî li ser rêça wan bin, hêvî û xewnên wan pêk bînin.”
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

