Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de ku karên Jineolojiyê yên zêdeyî 10 salan ên li Ewropayê hate nirxandin, nexşerêya dema nû û rola li avakirina civakî hate nîqaşkirin, encamên 7 atolyeyan hate parvekirni û biryar li ser pêşniyaran hate dayin.
Di rûniştina dawî de encamên atolyeyê û pêşniyarên li ser dema nû hate nirxandin. Di rûniştinê de ku endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca moderatorî jê re kir, li ser pêşvebirina kar û civakîkirinê pêşniyar hatin kirin.
Di atolyeyê de ya bi sernavê “Li Ewropayê modela rêxistinbûna Jineolojiyê”, ji bo xurtkirina rêxistinbûna li ser bingeha akademiyê, meşandina karên mînak li bajarên cuda û bernameyên demdirêj ên atolyeyan pêşniyar hate kirin. Hate ragihandin ku ji bo akademî civakî bibe di bin sîwana meclîsan de komîteyên Jineolojiyê bêne avakirin, bi saziyan, bi tegerên jinan re û tevgerên femînîst re hevkarî bêne kirin.
Afirandina nêzîkatiyeke perwerdeyê ya ji bo azadiya jinê û avakirina civaka azad yek ji sernavên sereke bû. Pêşniyar hate kirin ku di vê çarçoveyê de sûd ji tecrûbeyên têkoşînên cuda bê wergirtin, karên pedagojî yên kolektîf bê meşandin û atolyeyên perwerdeyê yên hevpar bêne lidarxistin.
Di atolyeya “Pedagojiya Jineolojiyê” de rêbazên hînbûna ji xwezayê, tecrûbeyan, lêkolînan û jiyana hevpar hate nîqaşkirin. Hate gotin ku divê modelên perwerdeyê yên alternatîf bêne afirandin ku zarok tê de ne tenê hîn dibe, di heman demê de hildiberîne û hîn dike; mufredatên bersivê dide pêwîstiyên cuda bêne amadekirin û karê perwerdeyê yê demdirêj bê meşandin.
Di atolyeya “Malbat weke qada komînê ya bingehîn, veguherîna civakî û veguherîna mêr” de têkiliyên malbatî, nêzîkatiya ezeztî û avakirina feraseta malbata demokratîk hate nirxandin. Hate destnîşankirin ku karên li ser veguherîna jinê giraniyê bide ser veguherîna mêr.
BÎRA JINÊ WÊ BI ÇAND Û HUNERÊ BÊ XURTKIRIN
Di atolyeya “Bîra jinê û berxwedana çandî” de li ser wê yekê hate rawestîn ku dîroka jinan jinûve bê nirxandin û bîra kolektîf bê avakirin. Pêşniyar hate kirin ku tecrûbeyên jin ên extiyar bêne belgekirin, danheviya çandî ji nifşên nû re bê ragihandin û agahiyên li qada Jineolojiyê bêne parvekirin.
Hate ragihandin ku di karên lêkolîn û perwerdeyê de divê ji rêbazên vegotinê yên cuda yên weke şano, dans û hunerê sûd bê wergirtin, bi dîmen, nivîs û qeydên dîmen bêne belgekirin. Jİ bo xurtkirina hişmendiya çandî phate pêşniyarkirin ku çalakiyên demdirêj ên weke festîval û şano bêne lidarxistin û civak tevlî vî karê bê kirin.
TEVLÎBÛNA JIN ÊN CIWAN A LI KARÊN JINEOLOJIYÊ WÊ BÊ ZÊDEKIRIN
Di atolyeya “Jin ên ciwan û Jineolojiyê” de hate destnîşankirin ku divê parvekirina tecrûbeya navbera nifşan û qadên xurtkirina karê hevpar bêne afirandin. Hate gotin, divê ciwan ne tenê muxatabê ragihandina tecrûbeyê bin her wiha divê li nêrînên wan bê guhdarîkirin û tevlî pêvajoyên hilberînê bibin.
JIYANA EKOLOJÎK WÊ BIBE PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNA CIVAKÎ
Di atolyeya “Jiyana civakî ya li ser bingeha ekolojîk û Jineolojî” de hate destnîşankirin ku krîza ekolojîk ne tenê hawirdorî ye, her wiha pirsgirêkeke ku encamên xwe yê psîkolojîk û civakî heye. Hate ragihadin ku Jineolojî û têkoşîna ekolojiyê nikare ji hev cuda bê nirxandin û hate gotin, divê hişmendiya ekolojiyê li nava civakê bê belavkirin.
DANHEVIYA JINEOLOJIYÊ WÊ BI KARÊN ÇAPEMENIYÊ BÊ BELAVKIRIN
Di atolyeya “Di eşkerekirina agahiyê û parvekirinê de girîngî û rêxistinkirina karên çapemeniyê” de hate destnîşankirin ku divê karên Jineolojiyê bigihêje derdorên cuda yên civakî û têkiliya navbera saziyan bê xurtkirin. Ji bo vê jî hate gotin ku divê televîzyon, radyo û qenalên medya dîjîtal bi xurtî bê bikaranîn.
Tê payin ku encamnameya konferansê di demeke nêz de bê parvekirin.

