Têkoşîna Kurdan a temsîl û naskirina li qada navneteweyî derbasî qonaxeke nû dibe. Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zubeyîr Aydar anî ziman ku Kurd li gel nifûsa xwe ya ji 60 milyon mirovî bi îradeya xwe li qada navneteweyî nayê temsîlkirin û got, “Em jî dixwazin bêne temsîlkirin. Daxwaza me wekhevî ye.”
Aydar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hewldana Kurdan a ji bo temsîliyeta li Neteweyên Yekbûyî ne tenê daxwazeke dîplomatîk e, parçeyekî girîng ê têkoşîna nasînê ya Kurdan a weke gelekî wekhev e.
Zubeyîr Aydar got, “Weke gel, weke netewe em di asta fermî de nayên naskirin. Têkoşîna me ji bo wê yekê ye ku weke neteweyên din ên li ser rûyê erdê bêne naskirin. Belê, hebûna Kurdan tê zanîn û Kurd têne naskirin; lê belê ev naskirin hîn negihîştiye statuya dîplomatîk, siyasî û hiqûqî ya ku em dixwazin.
Ji sala 2004’an û vir ve li Iraqê naskirineke fermî heye. Kurd li Iraqê xwedî statuyeke federal e. Li Sûiryeyê jî heta astekê naskirinek heye. Lê belê ne li Tirkiye ne jî li Îranê Kurd weke neteweyekê tê naskirin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî ti saziyeke navneteweyî Kurdan weke netewe û gelekî temsîliyeta wan qebûl nake.
Lewma aliyekî têkoşîna me ya azadiyê naskirina li hundir be, aliyê din jî nasandina xwe li derve ye. Em jî weke neteweyên din ên li cîhanê divê weke neteweyekê hem li hundir hem jî li derve bêne temsîlkirin. Divê Kurdistan weke cografyayekê û Kurd jî weke neteweyekê bêne naskirin, temsîlek ku bi navê Kurdan biaxive bê qebûlkirin. Weke li qadê din li qada navneteweyî jî em bi kêmasiyeke mezin re rû bi rû ne. Ji bo vê kêmasiyê bi dawî bikin em ketin nava hewldanekê. Ji ber ku Kurd xwedî nifûseke bi qasî 60 milyon mirovî ye. Li gel vê yekê jî neteweyeke ku li cîhanê bê dewlet e, bê temsîliyet e û nayê naskirin. Nabe ku bi vî rengî dewam bike.
Kurd bi giranî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dimînin. Her parçeyekî Kurdistanê di bin serweriya van dewletan de ye. Li yekê zêde, li ya din kêm jî be pirsgirêka bingehîn heman e. Em di nava rêveberiya Tirkiyeyê de nayê temsîlkirin û ne şirîkê dewletê ne. Li Îranê jî rewş bi vî rengî ye. Li Iraqê li gel hebûna statuyeke cuda di mijara temsîliyeta Kurdan a li qada navneteweyî kêmasî hene. Li Sûriyeyê jî rewşeke bi heman rengî heye.
Halbûkî Kurd yek ji gelên bingehîn ên vê cografyayê ye û yek ji gelên qedîm e. Weke Tirk, Ereb, Fars, Azerî, Yewnan, Ermen û gelên din ên li herêmê divê Kurd jî li qada navneteweyî bê temsîlkirin.
Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî meseleyên cîhanê tên nîqaşkirin. Nûnerên gel û miletên cîhanê li wir diaxivin. Dem bi dem li ser Kurdan jî diaxivin, lê belê Kurd li wê derê xwedî nûnerê xwe nîne. Mafê Kurdan jî heye ku li vê kursiyê biaxive û bê temsîlkirin.
Xwestina vî mafî nayê wateya dijberiya li Tirkiye, Îran an jî Iraqê. Em alîgirê hevpariyê, alîgirê çareseriyeke hevpar in. Lê belê em Tirk, Fars an jî Ereb nîne; em neteweyeke cuda ne. Çanda me cuda ye, zimanê me cuda ye, em gelekî cuda ne, xwedî welatekî cuda ne. Divê ev rastî bê naskirin.
Mesele aliyê têkoşîna azadiyê li qada navneteweyî ye. Têkoşîna azadiyê bi mafên diyarkirî yên li nava welatekî sînorkirî nîne. Divê em li qada navneteweyî jî xwedî mafê gotin û biryarê bin. Em vê pêvajoyê didin destpêkirin. Ev yek ji bo Kurdan jî mafek e.
Dixwaze vî mafê desteserkirî paşve vegerîne. Em ne li dijî temsîlkirina gelên cuda ne. Em jî dixwazin bêne temsîlkirin. Daxwaza me wekhevî ye. Weke gelekî û neteweyekê em jî dixwazin bi mafên wekhev li cîhanê bijîn. Ne tenê li welatên lê dimînin, em dixwazin di nava gelên cîhanê de xwedî temsîliyet û mafên wekhev bin.”
Têkildarî pirsa, “Ji bo Kurd bi statuya çavdêriyê li Neteweyên Yekbûyî bên temsîlkirin divê kîjan gavên dîplomatîk bêne avêtin?” Zubeyîr Aydar ev bersiv da:
“Ji em karibin li Neteweyên Yekbûyî bêne temsîlkirin, ji ber ku em dewlet nîne, statuya çavdêriyê dikeve rojevê. Ji bo ev yek pêk were divê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dewletek an jî komek ji dewletan mijarê bixe rojevê û li civata giştî jî piraniya dewletan piştgiriyê bide vê daxwazê.
Ev pêvajo hêsan nîne. Divê welatek mijarê bixe rojeva civata giştî. Em bi serê xwe nikarin rojevê diyar bikin; mafekî me yê bi vî rengî nîne. Li Neteweyên Yekbûyî, nêzî 192 endam hene ku di statuya dewletê de ne. Herî kêm yek ji van dewletan an jî komek divê mijarê bixe rojevê. Ji bo vê jî divê di asta navneteweyî de em karê lobiyê bimeşînin.
Di mijara temsîliyeta gelên din bi statuya çavdêriyê li Neteweyên Yekbûyî mînak hene. Em dikarin bala xwe bidin ser wê yekê ku Fîlîstînî çawa bi statuya çavdêriyê li Neteweyên Yekbûyî hate temsîlkirin. Destpêkê Yekîtiya Ereb Rêxistina Rizgariya Fîlîstînî weke nûnerê rewa yê gelê Fîlîstînê qebûl kir. Piştre jî ev biryar kete rojeva Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî. Di dengdana li Civata Giştî de piraniya endaman qebûl kirin ku Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê bi navê Fîlîstîniyan bi statuya çavdêriyê temsîl bike.
Di mînaka Efrîkaya Başûr de jî pêvajoyeke bi heman rengî hebû. Dema ku Nelson Mandel girtî bû, Yekîtiya Efrîkayê Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê weke nûnerê rewa yê gelê reşik ê li Efrîkaya Başûr qebûl kir. Piştre serî li Neteweyên Yekbûyî hate dayin û ev temsîl hate qebûlkirin. Îro Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê partiya desthilatdariyê ya Efrîkaya Başûr e. Efrîkaya Başûr êdî dewletek endamê Neteweyên Yekbûyî ye, lewma pêwîstiya xwe bi statuya çavdêriyê ya berê êdî nîne.
Li Namibyayê jî têkildarî SWAPO pêvajoyeke bi heman rengî rû da. Yekîtiya Efrîkayê SWAPO weke nûnerê rewa yê Namibyayê qebûl kir. Piştre mijar ket rojeva Neteweyên Yekbûyî û Neteweyên Yekbûyî ev temsîliyet qebûl kir û statuya çavdêriyê da.
Ev mînak nîşan didin ku ji bo temsîliyeta rewa ya Kurdan a li qada navneteweyî rêyek heye. Lê belê li pêşiya me rêyeke zirav, dirêj û zehmet heye. Me gavek avêt, lê belê hîn em di destpêka pêvajoyê de ne. Me rêwîtiyeke bi vî rengî da destpêkirin û em ê vê dewam bikin. Ev hewldan aliyekî têkoşîna azadiyê ya li qadên cuda ye.”
Di mijara temsîliyeta xurt a li qada navneteweyî de Zubeyîr Aydar işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir û got, “Meseleya yekîtiyê ya li nava Kurdan weke birînekê demeke dirêj e heye. Kurdistan destpêkê di navbera Safevî û Osmaniyan de hate parçekirin. Ev parçebûn di pratîkê de di salên 1500 de rû da. Bi Peymana Kasr-i Şîrîn a sala 1639’an hate îmzekirin re parçebûn fermî bû; beşeke Kurdistanê li Îranê, beşa din jî li nava xaka Osmanî ma. Piştî vê parçebûna fermî cudabûnê dewam kir. Piştre di sala 1923’an de bi Peymana Lozanê re Kurdistan bi çar parçeyan hate parçekirin. Ev rewş ji bo Kurdan bû birîneke mezin.
Sedema bingehîn dagirkerî û parçebûn e. Li gel van mercên dîrokî her wiha astengdarî jî li pêşiya kombûna li hev a rêxistinên Kurd heye. Li nava Kurdan hişyariya neteweyî û pêvajoya netewebûnê hem dereng destpê kir hem jî yekîtiyeke neteweyî ya têrker nekarî bê pêkanîn.
Em bi rêbazeke cuda hewl didin her kesî bînin gel hev. KNK ji sala 1999’an û vir ve ji bo vê armancê kar tê meşandin. Yekîtiya Neteweyî yek ji rojevên herî girîng ên KNK’ê ye. Em hîn negihîştine hemû armancên xwe, lê belê ev rojev dewam dike.
Di konferansa 3’ê Cotmehê de banga ji bo konferansa neteweyî hate kirin ji vî alî ve girîng e. Kêmasiya yekîtiya neteweyî li her derê tê hîskirin. Bi kom û partiyên Kurdistanî, bi hemû derdoran re têkiliyên me hene. Armanca me ya bingehîn ew e ku di çarçoveya stratejiyeke hevpar de li hev kom bibin û sazîbûneke ku me hemûyan temsîl bike, biafirîne.
Mînak, di mijara temsîliyeta Neteweyên Yekbûyî de em dikarin bigihêjin hev. Her çend sazîbûneke têrker pêk nehatibe jî ji bo Kurd li qada navneteweyî bê temsîlkirin, dikare biryareke hevpar bê girtin, komîteyeke hevpar dikare bê avakirin û bixebite.
Li dîasporayê pîrozkirina Newrozê bi hev re, lidarxistina çalakiyên hevpar, pêkanîna konferansani di rojeveke girîng a li kurdistanê de lidarxistina civînên lezgîn dikarin bêne kirin. Em van pêşniyarên xwe ji hemû derdorên hevdîtinan bi wan re dikin re radigihînin. Em bi formuleke bi tenê ve girêdayî nîne; em li pêşiyara her kesî vekirî ne.
Niha di nava Kurdan li gorî berê diyalogek hîn zêdetir heye. Li herêmê xeterî jî gelekî heye. Eger em neyên gel hev, em bi rîska windakirina destketiyên heyî re dikarin rû bi rû bimînin. Eger em li hev bicivin em ê hem karibin destketiyên heyî biparêzin, hem jî dikarin yên nû lê zêde bikin. Ev bûyer hemû zextê li me dike ku li hev kom bibin. Gel vê dixwaze.
Lewma divê her kes berjewendiyên partiyê bidin alî û berjewendiyên neteweyî bidin pêş. Partî dikarin dewam bikin, lê belê di heman demê de di binê sîwaneke neteweyî de, di çarçoveya stratejiyeke hevpar de divê em li hev bicivin. Ev meseleyeke jiyanî ye.”
Zubeyîr Aydar anî ziman ku niha derfet di nava Kurdan de heye ku karibin bi hêsanî li hev bicivin û got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî xizmetê ji yekîtiya navbera Kurdan re dike. Serketina vê pêvajoyê ji bo Kurdan di asta jiyanî de girîng e.
Eger li Bakur astengiyên li pêşiya pirsgirêka KUrd bêne rakirin û bikeve ser rêya çareseriyê, ev yek wê bandoreke erênî li sê parçeyên din bike. Wê bandoreke erênî li herêmê jî bike û tevkariyê li kombûna Kurdan a li hev bike.
Ev serdem û mercên heyî ji vî alî ve guncaw e. Hem ji bo yekîtiya neteweyî hem jî ji bo temsîliyeta navneteweyî divê em gavan biavêjin. Me gavek avêt û divê em vê pêvajoyê bi pêş ve bibin.”

