Kêmasiya xizmetên tenduristiyê û pirsgirêkên bingehînî yên li nexweşxaneyên dewletê ji bo welatiyan her roj dibe sedema zehmetiyeke giran ku nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Mirovên ku nikarin li ser Sîstema Randevûyê ya Hekîm a Navendî (MHRS) randevûyê peyda bikin, carna ji bo daxwaza randevûyê bikin neçar dimînin ku herî kêm 15 rojan bisekinin. Nexweşên ku di encama hewldanên demdirêj de randevûyê digirin, ji ber barê giran ê li nexweşxaneyan neçar dimînin ku di demeke kurt de pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê vebêjin.
Hevserokê Şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mehmet Nûrî Ûlûs li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê ji sala 2002’an û vir ve bernameyên veguherîn û reformê yên di tenduristiyê de tîne rojevê, lê belê polîtîkayên salên dawî xizmeta tenduristiyê gelekî têk biriye.
Mehmet Nûrî Ûlûs got, “Ev yek ji bo me tê wateya hilweşînekê û paşveçûyînekê. Di vê demê de hem pandemiya Covid-19 hem jî erdhej bi serê me ve hat. Me dît ku sîstema tenduristiyê li pêşberî krîzên mezin çiqasî kêm dimîne.
Diviyabû sîstema tenduristiyê ji krîzan re amade bûya, xwedî wê bingehê bûya ku karîbû bersivê bide pêwîstiyên tenduristiyê yên civakê. Tişta em jê re tenduristî dibêjin, xizmeteke ku di nava feraseta dewleta civakî de pêk were. Her kes karibe bi rengekî wekhev, bi zimanê xwe yê dayikê û bi hêsanî karibe xizmeta tenduristiyê bibîne.
Em dibînin ku salên dawî xizmetên tenduristiyê veguheriye sîstemeke welê ku mirovên pereyê xwe heye dikarin hîn bi hêsanî sûdê jê werbigire. Zêdebûna nexweşxaneyên taybet aliyekî vê ye. Aliyê din jî feraseteke welê derketiye holê ku li nexweşxaneyên cemaweriyê hin lêkolîn, lêkolînên radyolojîk, rapor û emeliyat bi pere têne kirin. Ev yek li dijî pîvana wekheviyê ya xizmetên tenduristiyê ya ji bo her kesî ye.”
Ûlûs bal kişand ser pirsgirêka randevûyê ya li sîstema tenduristiyê û diyar kir ku rêzên li pêşiya nexweşxaneyan ên berê niha di MHRS’ê dewam dike. Ûlûs anî ziman ku divê sîstemên randevûyê xwegihandina xizmeta tenduristiyê hêsantir bike, lê belê di rewşa heyî de gelek mirov nikarin radevûyê bi dest bixin.
Mehmet Nûrî Ûlûs anî ziman ku bi taybetî di meşên guh, bêvil, qirik, çav û dermatolojiyê de peydakirina randevûyê gelekî zehmet e û got, “Mirovên ku nikarin randevûyê bi dest bixin ji neçarî berê xwe didin nexweşxaneyên taybet. Lê belê dema ku mirov krîza aboriyê, pirsgirêka debarê û pirsgirêka stargehê ya li Tirkiyeyê bînin ber çavên xwe, hêza aboriyê ya her kesî nîne ku serî li nexweşxaneyên taybet bide.
Ji ber vê yekê xwenegihandina xizmeta tenduristiyê weke aliyekî din ê pirsgirêkên aboriyê derdikeve pêşiya mirovan. Li şûna ku xizmeta tenduristiyê bê pere û hêsan be ku mirov karibe bi dest bixe, ji bo karibin xizmetê bibînin neçar dimînin ku zorê bidin derfetên xwe yên aboriyê.”
Mehmet Nûrî Ûlûs işaret bi girîngiya zimanê dayikê ya di xizmetên tenduristiyê de kir û got, “Ji bo hûn karibin nexweşiyekê rast teşhîs bikin, divê hûn karibin gazinên nexweş û pirsgirêkên wan baş fêhm bikin. Ji bo vê jî yek ji amûrên herî girîng ziman e. Nexweş dema ku nexweşiya xwe bi zimanê xwe yê dayikê îfade dike hingî hîn rehet dibe. Divê xebatkarên tenduristiyê jî nexweş rast fêhm bike û çîroka nexweşiyê bê kêmasî fêhm bike.
Di sîstemên Wezareta Tenduristiyê de derfet hene ku bi zimanên cuda xizmet bê wergirtin, lê belê di mijara Kurdî de em heman nêzîkatiyê nabînin. Ji bo mirovên bi Kurdî diaxivin karibin bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê werbigirin hîn polîtîkayên pêwîst nehatine afirandin. Ev yek jî ji bo bidestxistina xizmeta tenduristiyê kêmasiyeke cidî ye.”

